Languages: English ‏سۆرانی‎

Behîname

Li ser mirina Dr. Kemal Fuad

Me bi xemeke mezin xeberê mirina Dr. Kemal Fuad wergirt. Dr. Kemal Fuad wekî kesayetekî navdar yê neteweyî ji bo xelkê xwe ji bo welatê xwe di warê polîtîk, sosyal û kulturî da xizmetên mezin kirin. Di ciwanîya xwe da ji bo organîzekirina ciwan û xwandekarên Kurd roleke pêşeng leyist. Di warê polîtîk da li derveyî welat ji bo şoreşa Kurdistanê ya li başûr erkên neteweyî bi cih înan. Di damezrandin û rêvebirîya Yêkîtîya Niştimanî ya Kurdistanê [YNK] da cih girt. Piştî avabûna Herêma Kurdistanê ya 1991ê li başûr jî wezîfeyên giring yên polîtîk pêkînan, serokatîya Parlementa Herêma Kurdistanê jî kir.
Dr. Kemal Fuad di kar û xebatên zanistî, edebîyat û ziman da jî aktîv û berwer bû û gelek berhem dan.
Dr. Kemal Fuad hem wekî kesayetekî polîtîk hem jî wekî kesayetekî ronakbîrî li timamî jîyana xwe bo azadîya xelkê xwe, bo rizgarîya welatê xwe Kurdistanê, bo yêkîtîya Kurd û Kurdistanê bi dil û can xebat kir, têkoşîn da. Xelkê wî, Kurdistanê hêj hewcehîyeke mezin bi wî hebû. Lê mixabin nisaxîya xedar ev firsete neda wî ku hêj keda xwe bide doza xelk û welatê xwe.
Em wekî KNK sersaxîyê didine binemala Dr. Kemal Fuad, Yêkîtîya Niştimanî ya Kurdistanê [YNK], Parlementa Herêma Kurdistanê û timamî xelkê Kurdistanê.
Xelkê Kurd têkoşer û xebatkarê doza xwe Dr. Kemal Fuad ji bîr nake.

Konseya Rêvebir ya KNKê
16.11.2014, Bruksel