Languages: English ‏سۆرانی‎

Bîranîna Seyid Rizayî

Daxûyanîya Çapemenî 15.11.2014-Îro [15.11.2014] roja îdama rêberê serhildana Dêrsimê Seyid Rizayî ye. Eve demek e ku li ser Serhildana Dêrsimê û rêberê wê Seyid Riza gengeşîyên têkilav têne kirin. Reftara dewleta Tirk û berdevkên wan xuya ye û ji bo wan ev ”isyana dijî dewletê” hatîye berteref kirin û isyankar hatine kuştin.

Belêm ji bo xelkê Kurd û Kurdistanîyan ew bûyer ”Serhildana Dêrsimê” ye û Seyid Riza rêberê wê ye û ji ber doza Kurd û Kurdistanê digel şeş welatîyên xwe, ku yêk ji wan kurê wî bû, ji teref dewleta Tirk ve hatine îdam kirin û operasyona li Dêrsimê hatîye kirin jî bi encamên xwe ve bi timamî jenosîd e û ev tesbîte divêt bi dengekî bilind jî bête gotin.

Dîroka Dewleta Tirk gelek qirêj û bi xwûn e. Dewleta Tirk heta gewrîya xwe di nav xwûna Kurdan da ye. Sicîla Dewleta Tirk ji alîyê Kurdan ve reş e. Yêk ji wan rûperên reş û tarî jî jenosîda Dêrsimê ya 1938ê ye. Dewleta Tirk beramberî xelkê Kurd û xelkê Dêrsimê sûcdar e, gunehkar e. Hukûmeta AKPê ji ber berjewendîyên xwe yên polîtîk, li ser navê dewleta Tirk bi serê lêvan lêborînê dixwaze lê belê bi nav kirina ”jenosîdê” red dike ku eve paradoksa wan nîşan dide. Hal ew e ku kiryara dewleta Tirk ya 1937-38ê li Dêrsimê jenosîd e û divêt wisa jî bête gotin û li ser vê jenosîdê lêborîn bête xwastin û daxwazên Dêrsimîyan bêne bi cih înan û tazmînat bête dan.

Kurd û Kurdistanî divêt vê bûyera xembar ji bîr nekin û nedine ji bîr kirin û herweha rêberê serhildana Dêrsimê Seyid Riza jî herdaîm bête bîr înan. Seyid Riza bi cesaret çû ber benê îdamê û kursîya bin pêyê xwe bi xwe avêt. Berî ku benê îdamê bike stuyê xwe axivtineke wisa kir ku divêt di hiş û bîrên Kurdan da daîm deng vede. Seyid Riza bi reftar û vê gotina xwe ve bû sembolê dîrokî yê berxwedana Dêrsimê. Ev gotinên Seyid Rizayî rûreşîya dewleta Tirk nîşan didin. Seyid Riza beramberî celadên xwe bi dengekî bilind wisa got:

Ez bi direw û hîleyên we ne westam, eve bo min bû derd.
Belêm min jî li ber we çok neda, eve jî bila bo we bibe derd.

Em wekî KNK Seyid Riza û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Kurd û Kurdistanî, pêkve Dêrsimî îro jî girêdayî rê û rêbaza Seyid Rizayî ne. Kurd îro jî li ber direw û hîleyên dewleta Tirk têkoşînê didin û di roja şehîdbûna wî da wan gotinên wî yên bihadar dubare dikin û ji bîr nakin.
Dewleta Tirk û hukûmeta AKPê; gora Seyid Riza û hevalên wî aşkera bikin!

Konseya Rêvebir ya KNKê
15. 11. 2014, Bruksel