Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyman

Peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

[Pejirandin: 26.05.1999 Kombûna Damezrandinê. Guhorîn: 23.08.2000 Kombûna II., – 17.12.2001 Kombûna III., – 21.12.2002 Kombûna IV., – 14.05.2006 Kombûna VI., – 13-14. 12. 2008 Kombûna IX., – 28-29 Gulan 2011 Kombûna 11.] Guhorîna li Civata Giştî [Civata 13.] ya KNKê: 21 Gulan 2013, Bruksel Nûkirina dawîyê: Gulan 2014, Bruksel

Destpêk:
Nûnerên partî, rêxistinên polîtîk, civakî, ronakbîr û kesayetîyên welatparêz yên Kurdistanê ku bi armanca avakirina dezgehekî bilind yê Kurdistanî û ji bo parastina berjewendî û yêkîtîya gelên Kurdistanê, di roja 26 Gulan 1999ê da li bajêrê Holandê Amsterdamê kom bûn û bi îmza kirina vê peymanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK] damezrandin.

Statuya dagîrî û kolonyal ya Kurdistanê:
Kurdistan kolonîya navneteweyî ye li rojhilatanavîn. Digel nîrê kolonyalîzma dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ya li ser stuyê xelkê Kurd, çar parçetî jî dewam dike. Neteweyê Kurd di bin destê van dewletên dagîrker û kolonyalîst da ye û ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk hatîye bêpar kirin. Herweha bi dereceyên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê, polîtîka şer, îmha û inkarê bi israr tête domandin.

Parçeyê di nav tixûbên fermî yên Iraqa nû da, formekî nû wergirtîye: Di nav Iraqa Federal da, Herêma Kurdistanê [Başûra Kurdistanê]. Lê belê, reftar û pozisyona hukûmeta Iraqa Federal ya merkezî ya ”de facto” ”antî Kurdistan” ji bo doza bi giştî ya Kurdistanê û mafên neteweyê Kurd, di nav xwe da potansîyela tehlîkeyê dihewîne. Lewma di vî warî da jî divêt hişyarîya neteweyî bilind bête girtin. [*]
Parçeyê di nav tixûbên Sûrîyeyê da jî formekî nû wergirtîye: Di nav Sûrîyeyê da Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk [Sîstemê Kantonal]
Ji 2011ê were li Rojavaya Kurdistanê têkoşîna avakirina xweserîya demokratîk tête dan û ji 2012ê were jî Rojavaya Kurdistanê ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve tête îdare kirin û ji serê 2014ê pê ve jî bi modelê kantonal Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk hatîye ava kirin. [**]
Kurd yêk netewe ye, ku bi proseseke dîrokî û li ser bingehê yêkîtîya welatî, ziman û çandî li Kurdistanê peyda bûye. Ew ji bo rojên azad û bextewar, xwudanê hissa neteweyî, hêvî û daxwazên hevbeş e.

Pêşîyên Kurdan li Rojhilatanavîn di avakirina şehristanîyê da xwudanên bahrdarîyeke [behrdarîyeke] aşkera ne. Kurd, bi dirêjahîya dîrokê ra bûne xwudanên çend dewletên ku di bin navên cuda da peyda bûne. Herwisa bi dehan Mîrnişînî jî li navçeyên Kurdistanê ava kirine. Paşê di sedsala bîstan da bûne neteweyekî bindest û ji hemû mafên xwe yên rewa, bi taybetî jî piştî dabeşkirina Kurdistanê ya di navbeyna çar dewletan da, bêpar man. Vê jî Kurd neçar kirin ku ji bo parastina nasnameya neteweyê xwe dest bidin hemû rêyên xebatê. Digel hemû felaketan jî, gelê Kurd hebûna xwe parast û îro ji bilî Ereb, Tirk û Farisan yêk ji çar gelên sereke yên Rojhilatanavîn e.
[*] Herêma Kurdistanê [Başûr]:[Pêvek: 28-29 .05.2011; Civata XI.]

Bi hilbijartinên 19 Gulan 1992ê were „de facto“, ji 9 Nîsan 2003ê were jî bi fermîyeteke navneteweyî li nav Iraqa Federal, Herêma Kurdistanê pêkhatîye û paytextê wê Hewlêr e. Lê belê, di serî da Kerkûk û Xaneqîn û gelek gund û navçeyên bi van bajêran ve girêdayî li derveyî tixûbên xwezayî yên Kurdistanê hatine hêlan û li goreyî maddeyê 140 yê makeqanûna Iraqa Federal dê bi referandûmê rewşa wan zelal bikin. Ev navçeyên behskirî parçeyekî axa Kurdistanê ne û KNK biryarên derveyî vê rastîyê qebûl nake û bangî hemû Kurdan dike ku têkoşîna xwe ya bi dest ve înana van navçeyan bidomînin. Digel vê rewşa taybetî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vê avabûna li beşekî welatî wekî destkevteke neteweyî ya Kurd û Kurdistanê dibîne û diparêze.

[**] Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk [Rojavaya Kurdistanê]:
Di serê 2014an da li rewşa Rojavaya Kurdistanê ya di bin dagîrîya Sûrîyeyê da jî guhorîn pêkhatîye. Krîz û kaosa li nav Sûrîyeyê û têkçûna hêza merkezî ya hukûmeta Sûrîyeyê li ser Rojavaya Kurdistanê proseseke nû daye dest pê kirin û Kurd û xelkên dî yên li Kurdistanê dest dan hev û rê nedan ku valahîyeke desthilatî çêbe û xweserîya demokratîk ava kirin. Vê gavê Kurdan û grûbên dî yên etnîk yên hevwelatîyên Kurdistanê di van şertên konjonkturel da çareserîyeke xwumal pêkînane û bi modelê kantonal rêvebirîyeke neteweyî û welatî ava kirine. Sê kanton ev in: Kantona Cizîrê, Kantona Kobanîyê û Kantona Efrînê. Rêvebirîya van hersê kantonan jî bi rengekî koordînatîv ji Kantona Cizîrê tête îdare kirin.

KNK li beşên Kurdistanê her çi statu bi rizaya xelkê navçeyê bête qebûl kirin rêzê lê digire û piştevanîyê dike. Lewma KNK avakirina sîstemê kantonal yê ji terefê xelkê me yê Rojavaya Kurdistanê ve, biryareke heq û meşrû dibîne. [Pêvek: Gulan – Hezîran 2014; Civata 14.]

Kurd û Kurdistanîyên dîasporayê:
Îro li derveyî welat li seranserê dinyayê [li Tirkîye, Iran, Iraq, Sûrîye, Ewrûpa, Amerîka, Kanada, Rûsya, Ermenistan, Awustralya, Lubnan, Urdun û herêmên wekî Kafkasya û Asyaya Navîn û gelek cih û dewletên dî] bi milyonan Kurd û Kurdistanî dijîn. Kurdên li dîasporayê dijîn di midehê van salên dirêj da ji milekê ve ziman û kultura xwe parastîne, ji milê dî ve jî ziman, kultur û edetên welatên lê jî fêr bûne, wergirtine û di van dewletan da xwe organîze kirine, komele û her reng organîzasyonên xwe ava kirine. Nufûsa Kurd û Kurdistanîyên li dîasporayê îro adeta wekî parçeyê pêncê bûye hêzeke mezin. Hemû organîzasyonên neteweyî û welatî yên Kurdistanê mecbûr in vê cîhana dIasporayê bibînin, ihmal nekin û têkilîyên digel welatî jînde û xurt bigirin ku Kurd û Kurdistanîyên dîasporayê li welatên lê asîmîle nebin. KNK giringîyeke mezin û jîyanî dide dîasporaya Kurdî û Kurdistanî ku hem nasnameya xwumal bête parastin hem jî bi integrasyona pozîtîv li dewlet û welatên lê dijîn şa û bextewar bin.

Rewşa gelên Kurdistanê:
Li Kurdistanê, xelkên Asurî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî, Tirk, Faris, Çeçen, Çerkez û Qereç [Roman] jî hene. Ew jî hevparên neteweyê Kurd in. Azadî û rizgarîya wan, bi azadî û rizgarîya neteweyê Kurd ve girêdayî ye. Lewma dijî vî sîstemê hov yê kolonyalîzmê, divêt pêkve xelkên Kurdistanê bêne seferber kirin û organîze kirin. Berjewendîyên wan hemûyan di hilweşandina sîstemê kolonyalîst da yêk e û divêt di çarçoveya cephegirîya welatî [niştimanî] da hev bigirin û hêzên xwe bikin yêk.

Pozisyona dewletên dagîrker:
Dewletên dagîrker li goreyî berjewendîyên xwe yên dewletî, dijî hevdu di nav rekabet û rikeberîyê da ne. Belêm li ser xalekê berjewendîyên wan hev digirin û bi hev ra hereket dikin. Ew jî Kurdistan û bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Dewletên dagîrker hem yêk bi yêk polîtîkayên xwe yên dijî neteweyê Kurd pêktînin û di rê dibin, hem jî bi hev ra û bi koordîne polîtîkayên xwe yên hevpar yên dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê da bi cih tînin.

Ala û sembolên Kurdistanê:
Ala û sembolên li Kurdistanê, heta ku hevbîrî û yêkdengî pêktêt wekî xwe têne qebûl kirin.
Marşa neteweyî tenê bi şêweyê enstrumental tête lêdan.

Helwesta li hemberî dagîrkeran:
Dijî vê konsepta nû gelek normal û heq e ku dînamîkên neteweyî û welatî jî divêt di çarçoveya berjewendîyên neteweyî û welatî da bi hev ra û bi koordîne hereket bikin. Karekterîstîkên ”parçeyî” hêj bi timamî ranebûne, lê zeîf bûne. Digel hindê, dewletên dagîrker van tixûbên di nav xwe da, dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd dibezînin. Divêt hêzên neteweyî yên Kurd jî beramberî vê polîtîka nû ya dewletên dagîrker, xwe li ”tixûbên destkir” negirin, tixûban bibezînin û piştevanîya hev bikin û di şkandina vî cepheyê dagîrkeran da, bi rengê enîya neteweyî têkoşînê bidin. Karekterîstîka nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divêt li goreyî vê konsepta nû bête hereket kirin.

Biryara mafê çarenivîsa neteweyî:
Di merheleyên şoreşê da, li goreyî rewş û konjonktura navxweyî û ya derve, li goreyî hêz û şiyan û îmkanên neteweyî dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda derkevine pêşîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweyê Kurd e ku biryara ”tayînkirina çarenivîsa xwe” bi xwe bide. Eve dikare kanton, otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan da, mafê xelkê Kurd heye ku her reng parastina rewa bi kar bîne. Xelkê Kurd herwisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadyarîyê da terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovî ve girêdayîye.

Ji ber vê yekê;
Gelê Kurd ku hejmara wî nêzîkî 50 [pêncî] milyona ye û di dirêjahîya dîrokê da li ser axa xwe jîyaye. Di sedsala hevdehan da li ser du beşan, ji sedsala bîstan ve jî li ser çar parçeya hatîye dabeş kirin û ji mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bêpar maye. Ev yêk li dijî peymanên navneteweyî, peyama gerdûnî, yên mafên mirovan û hemû prensîb û qanûnên navneteweyî û xwezayî ye.

Ji bo bidestxistin û bikarînana mafên çarenivîsî û parastina nasnameya neteweyî û yêkîtîya niştimanî, em vê peymanê radigihînin û aşkera dikin ku em bi vê yêkê bi danezana cihanî ya mafên mirovan, bi peymanên navneteweyî, peyamên gerdûnî û prensîb û qanûnên navneteweyî ve girêdayî ne.

Beşê yêkemîn:
Kongre, Kurdistan, Gelên Kurdistanê, Mafên Sereke û Mafên Hukûmranîyê

Bend 1: Kongre
a- Nav Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye û bi kurtî KNK ye, ku ji nihe û pê ve di vê peymanê da bi navê “Kongre” tête binavkirin, bilindtirîn dezgehê neteweyî û welatî ye. KNK di temsîlîyetê da welatî esas digire û li ber vê prensîbê, di serî da Kurd û hemû xelkên li Kurdistanê dijîn temsîl dike. Lewma KNK wekî organîzasyoneke neteweyî û welatî ji nûnerên partî û rêxistinên polîtîk, komele, sendîka û rêxistinên civakî, çandî û dînî û bi giştî sivîl, herwisa ji kesayetîyên serbixwe yên Kurdistanî, bi şertê ku ew hemû vê peymanê bipejirînin, pêktêt.

b- Îrade û berjewendîyên xelkên Kurdistanê serkanîya desthilatîyên vê kongreyê ne, ku li ser bingeh û prensîbên demokratîk hatîye damezrandin.

Bend 2: Kurdistan û gelên Kurdistanê
a. Kurdistan, ew welat e ku li ser erdê wê Kurd, bi hemû dîn, dînza, zarava û devokên xwe yên cuda ve dijîn. Ew, ji wan hemû navçeyên bi hev ra girêdayî ne ku piranî ji Kurdan pêk têt. Kurdistan yêk welat e û parçekirina wê jî ne xwezayî ye.

b. Guhorîna demografîya Kurdistanê bi derxistin û bi zor koçkirina her Kurdistanîyek ji her navçeyên Kurdistanê, herweha înana xelkên dî û bicihkirina wan di van navçeyan da ji alîyê dewletên dagîrker ve, karekî ne rewa ye û bi hîç şêweyan nayê pejirandin.

c. Gelên Kurdistanê ji van yên jêrîn pêk tên:
• Neteweyê Kurd
• Neteweyê Asûrî-Suryanî-Kildanî û gelên dî yên Kurdistanî wekî Ermenî, Tirkmen, Ereb, Tirk, Cihû, Azerî, Faris, Çeçen, Çerkez, Qereç [Roman] ku li Kurdistanê xwudanê hebûneke dîrokî ne û xwe Kurdistanî dibînin.

Bend 3: Mafên bingehîn
a. Gelên Kurdistanê hemû wekhev in û bi hîç awayan, di warê re û rîşe, ziman, dîn, dînza, bawerî, jin, mêr û di derfetên civakî da cudahî di navbeyna wan da nayê kirin.

b. Zimanê Kurdî zimanê fermî yê Kurdistanê ye.

c. Yên ne Kurd in, lê beşek ji gelên Kurdistanê ne, mafê wan heye ku taybetmendîyên xwe yên etnîkî biparêzin, bi awayekî azad û serbest zimanê xwe bi kar bînin, bi hêz û geş bikin, herweha rêxistin û dezgehan ji bo pêşxistina ziman û çanda xwe ava bikin û bi rê ve bibin.

d. Li cihên ku piranîya xelkê wê Asurî-Suryanî-Kildanî ne, digel zimanê Kurdî zimanê Asurî-Suryanî-Kildanî jî zimanê fermî ye. Herweha xelkên dî jî xwudanê vî mafî ne.

e. Hemû xwudanên dîn, dînza yên Kurdistanî dikarin wacibên xwe yên dînî, ayîn û îbadetên xwe bi awayekî azad, bi cih bînin, dem û dezgehên xwe yên dînî damezrînin.

Bend 4: Mafê çarenivîsê
[Guhorîn, 23.08.2000 Kombûna II.]
Gelê Kurd wekî hemû gelên cîhanê xwudanê mafê çarenivîsa xwe ye.
Hemû grûbên etnîk yên Kurdistanê, wekî hevqederên xelkê Kurd, di nav Kurdistana demokratîk da dikarin rêvebirîyên xwe yên xwumal pêkbînin.

Beşê Duyemîn:
Prensîbên Giştî, armancên Kongreyê û pozîsyona stratejîk
Bend 5: Prensîbên Giştî
a. Kongre, peyama cihanî ya mafên mirovan, prensîbên mafên çarenivîsî û peymana Neteweyên Yêkgirtî ku ev prensîb pejirandine, ji bo xwe dike bingeh.
b. Di terkîba endamên KNKê da, wekhevîya zayendî heye. Ev prensîb, di hemû xebatan, hemû komisyon û komîteyan da esas e û tête bi cih înan.
c. Dabeşkirina Kurdistanê li dijî îrade û daxwazên gelê Kurdistanê çêbûye û mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd binpê bûye.
d. Berjewendîyên sereke yên gelên Kurdistanê ji hemû berjewendîyên partî û organîzasyonên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê bilindtir in.
e. Bi hîç sebebî nabe ku, partî, rêxistin û kes li dijî berjewendîyên neteweyê Kurd, piştgirî û hevkarîyê bi dewleteke dagîrkerê Kurdistanê an bi dewleteke dî ra bikin.
f. Kongre, hemû cureyên hevkarîya bi welatekî dagîrker yê Kurdistanê ra ya li dijî bizava bi giştî azadîxwaz ya neteweyî, sûcê neteweyî dizane.
g. Kongre, şerê di navbeyna partî û rêxistinên Kurdistanê da red û tawanbar dike.
h. Çu partî û rêxistinên polîtîk û kes nikarin dest ji hîç parçeyên Kurdistanê berdin.

Bend 6: Armancên Kongreyê
a. Kongre, ji bo bihêzkirina giyanê hevkarî û hevxebatê di nav parçeyên Kurdistanê da, li ser bingehê yêkîtîya neteweyî û welatî û berjewendîyên sereke yên xelkê Kurdistanê dixebite.
b. Kongre, bi komkirina partî, rêxistin û kesayetîyên niştimanperwer û neteweperwer yên Kurdistanê di çarçoveya vî dezgehê neteweyî û welatî da, nûnerîtîya gelên Kurdistanê dike.
c. Kongre, hewil dide ku pirsgirêkên navxweyî û hemû şêweyên nakokî û dijayetîyên di nav partî û grubên polîtîk yên Kurdistanî û alîgirên wan da çareser bike.
d. Kongre, hewil dide ku, pirsgirêkên navbeyna xelkên Kurdistanê û welatên cîranên wî bi rêya aştî û dostanîyê çareser bike.
e. Kongre, her reng şiddetê red dike, parastina rewa qebûl dike.
f. Kongre ji ber realîteya civata Kurd û Kurdistanê ya paşvemayî, di hemû kar, xebat û organan da ji bo jinan prensîba „diskrîmînasyona pozîtîv“ qebûl dike û bi cih tîne.
g. Kongre, piştgirîya xebata rizgarîxwaz ya neteweyî ya Kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê [Tirkîye, Îran, Îraq, Sûrîye] dike û pêşkêşkirina her alîkarîyeke pêwîst, ji bo çareyeke polîtîk erkê xwe dizane.
h. Kongre, wekî nûnerê gelê Kurdistanê li ser asta dezgeh û rêxistinên navneteweyî û cîhanî, ji bo bidestxistin û parastina berjewendîyên wê, xebatê dike û ji bo vê armancê, digel rêxistinên polîtîk yên Kurdistanî hevkarîyê dike.
i. Kongre, hewil dide ku dostanîya di nav gelên Kurdistanê û gelên Ereb, Tirk, Faris û hemû gelên cîhanê da bi hêz bike.
j. Kongre, piştgirîya parastina azadî û serbestîyê ji bo hemû dîn, dînza û bîr û bawerîyên li Kurdistanê ne, dike.
k. Kongre, ji bo nûvejîn û geşkirina ziman û çanda Kurdî hewil dide.
l. Kongre, ji bo bicihkirina aştîyê li herêma Rojhilatanavîn û cîhanê hewil dide, herwiha her bi çi navî bin li dijî hemû bîr û bawerîyên nijadperestî û tundrevîyê xebatê dike.

Bend 7: Di têkoşîna neteweyî da pozisyona stratejîk:
Hêz û dînamîkên neteweyî û welatî divêt di van xalan da beramberî hevdu bi biryardarîyeke bilind berpirsiyar bin:
1. Berjewendîyên neteweyî û welatî yên demokratîk divêt di serê her tiştî da bêne girtin.
2. Hebûnên neteweyî û welatî divêt bêne parastin û lê xwudan derkevin û rêz li sembolên neteweyî û welatî bête girtin.
3. Di têkoşîna dijî dewletên dagîrker û kolonyalîst da, li ser hesaba rêxistinên dî yên neteweyî û welatî divêt nekevin nav hesabên teng û rêxistinî.
4. Digel rêxistinên neteweyî û welatî her bi çi rengî be di nav dîyalogê da bin.
5. Piştevanîya hêzên neteweyî û welatî di dereceya herî bilind da bête ragirtin.
6. Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bi hev ra bêne parastin.
7. Şerê di navbeyna hêzên neteweyî û welatî da, wekî sûcê neteweyî û welatî bête qebûl kirin.
8. Her kîjan hêza neteweyî û welatî li ser têkçûna hêzeke dî ya neteweyî û welatî bikeve nav pratîkeke şaş, divêt wekî alarmeke sor bête qebûl kirin û beramberî vê ji rêya neteweyî û welatî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî û welatî di nav alarmê da bin û refleksa parastina berjewendîyên neteweyî û welatî bi rengekî aktîv û lêveker nîşan bidin û rê li ber şkestina navxweyî ya neteweyî û welatî bigirin.
9. Ji bo ku yêkîtîya neteweyî û welatî ya demokratîk mayînde bibe, divêt organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên dî bêne pêkînan.

Beşê Sêyemîn:
Endametîya Kongreyê û Sûnd
Bend 8: Endametî
[Guhorîn, 23.08.2000 Kombûna II.]

a. Herkesê 18 salî yê/ya ji reng, bawerî, zayend û neteweyên cuda yên Kurdistanê, dikare bibe endamê KNKê.
b. Kes û rêxistinên faşîst û kevneperest, nikarin bibin endamên KNKê.
c. Kesên ku bi cezayên kriminalî hatine cezakirin nikarin bibin endamên KNKê. Yên ku sûce kriminalîyê li ser sabit bûyî ji endametiyê têne derxistin.
d. Kesên du jin heyî nikarin bibin endamê KNKê, yên du jin heyî ji endametîyê têne derêxistin.
e. Kes û rêxestinên ku bi kiryarên xwe ve zerarê digihînin yêkîtîya neteweyî nikarin bibin endamên KNKê, endamên wisa jî têne derxistin.
f. Partî, rêxistin, sendîka, komele û organîzasyonên dî yên sivîl û demokratîk û kesayetîyên serbixwe yên welatperwer ku beşdarî Civata Giştî ya kongreyê bûne û peymana wê dipejirînin, dibin endam.
g. Parti û rêxistinên polîtîk, komele, sendîka û hemû organîzasyonên sivîl û demokratîk yên ku endamên wan di KNKê da nînin, dikarin tê da bibin endamên çavdêr. Dikarin dîtinên xwe di kombûnan da bêjin, lê mafê wan yê dengdayînê nîne.
h. Civata Giştî dikare endamên nû yên ku ji teref Dîwana Giştî ve hatine pêşniyar kirin ji bo Kongreyê bipejirîne.
i. Partî, rêxistin, sendîka, komele û organîzasyonên dî yên sivîl û demokratîk yên endamên KNKê, çawa ku endamên xwe ji bo endamatîya KNKê destnîşan dikin, weha jî xwudan maf in ku endamên xwe biguhorin.
j. Dîwana Giştî biryarê dide ku her partîyek, rêxistinek û dezgehek, çend nûnerên wan hebin û bi çi şêweyî nûnerîya wan tête kirin û hilbijartina endamên serbixwe çawa dibe.

Bend 9: Sûnd
Hemû endamên Civata Giştî sûnd dixwin. Dîwana borînde ya Civata Giştî biryarê li ser awayê sûndxwarinê dide.
Sûnd ev e:
Di bin hemû şert û mercan da ez dê îradeya gel esas bigirim, bo Kurdistaneke azad û demokratîk û hevdem bixebitim û berjewendîyên neteweyî û welatî di ser hertiştî da bigirim û herweha li ser bingehê dadî, wekhevî û azadîyê, maf û yêkîtîya gelên Kurdistanê biparêzim û bi peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve girêdayî bim û bi vê bîr û bawerîyê, li pêşberî hewe û dîrok û mirovahîyê li ser hemû pîrozîyên xwe sûnd dixwim.

Beşê Çaremîn:
Dezgehên Kongreyê
Bend 10: Dezgehên kongreyê
[Guhorîn, 13-14. 05.2006 Kombûna VI.]

1. Civata Giştî
2. Dîwana Giştî
3. Konseya Rêvebir
a. Komisyona Karê Derve
b. Komisyona Ziman û Kulturê
c. Komîsyona Jinan
d. Komisyona Xweza û Jîngehê
e. Komîteya Ragihandinê
f. Komîteya Malî

Bend 11: Civata Giştî
[Guhorîn, 13-14. 05.2006 Kombûna VI.]
a. Civata Giştî bilindtirîn organa kongreyê ye, ji 250 + 50 anku 300 (sê sed) endaman pêktêt. [Ev 50 endamên zêde kontenjana Konseya Rêvebir in û bi pêşniyara Konseya Rêvebir ji teref Dîwana Giştî ê ve li goreyî hewcehîyê têne tesbît kirin]. Civata Giştî ji bo du [2] salan tête hilbijartin û salê carekê bi awayê asayî kom dibe. Li ser pêşnîyara Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî, Civata Giştî dikare hejmara endaman biguhore.
b. Hejmara endaman li goreyî prensîba wekhevîya zayendî, ji nîvî jin û nîvî jî mêran pêktêt. Heke hejmara zayendekê têra nekir Dîwana Giştî biryara dawîyê dide.
c. Li ser daxwaza Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî anjî ya 1/5 ji endamên Civata Giştî, kombûna awarte tête kirin.
d. Civata Giştî bi amadebûna zêdetir ji nîvîya endaman pêktêt û platforma herî bilind ya biryardayînê ye. Civata Giştî, di her kombûna xwe ya giştî ya bi hilbijartinî da, bi armanca rêvebirina Civata Giştî du dîwana û herweha du kesan ji bo nivîsdarîya axivtinên endaman hildibijêre :
aa. Dîwana borînde: Ji endamên hazir yê/ya herî jîmezin serokek û ji endamên hazir yên herî jîbiçûk du cihgiran wezîfedar dike.
bb. Dîwan: Serokek û du cihgiran bi dengên piranî yên vekirî ji bo dîwanê hildibijêre.
cc. Du endamên bi rizaya xwe ji bo nivîsdarîya axivtinên li kombûnê têne kirin wezîfedar dike.
e. Civata Giştî, li ser pêşniyara 1/5 ji endaman, anjî ya Dîwana Giştî, bi piranîya dengên endamên xwe dikare berî dawîya demê xwe, biryara nûvekirina xwe bide.
f. Civata Giştî li ser pêşniyara 1/5 ji endamên xwe anjî li ser daxwaza Dîwana Giştî tenê ji bo carekê, bi mercên ku ji salekê dirêjtir nebe, dikare biryara dirêjkirina demê xwe bide.
g. Endamên Civata Giştî ji bo dewreya nû ji teref Dîwana Giştî ve têne hilbijartin. Ji bo vê yêkê Dîwana Giştî komîteyekê di nav xwe da tesbît dike. Komîte hazirîya xwe dike û biryara dawîyê ya endametîyê Dîwana Giştî dide. Civata Giştî bi endamên nû yên ku ji alîyê Dîwana Giştî ve hatîne hilbijartin li demê salvegera avabûna KNKê kom dibe. Li ser komkirina Civata Giştî Dîwana Giştî biryardêr e.

Bend 12: Erk û desthilatîyên Civata Giştî
[Guhorîn, 13-14 .05.2006 Kombûna VI.]

a. Hilbijartina endamên Dîwana Giştî. [Organîzasyon bêyî hilbijartin bi kesekê li Diwana Giştî têne temsîl kirin, lê endamên serbixwe di Civata Giştî da têne hilbijartin.]
b. Hilbijartina hevserokên KNKê.
c. Hilbijartina Konseya Rêvebir.
d. Pejirandin an redkirina projeyên ku ji alîyê Konseya Rêvebir, Dîwana Giştî an ji alîyê endamên Civata Giştî ve têne pêşkêşkirin.
e. Guhorîna peyman û peyreva Kongreyê, bi dengên ji nîvîyê yêk zêdetir yên endamên di kombûnê da hazir yên Civata Giştî ve tête kirin.

Bend 13: Dîwana Giştî

Dîwana Giştî, organeke şêwirdar, tewsîyekar û piştî Civata Giştî di dereceya duyemîn da biryardêr e. Dîwana Giştî ji her yêk temsîlkarên organîzasyonên polîtîk û sivîl û bîst û pênc [25] şexsîyetên serbixwe yên endam pêktêt. Endamên Dîwana Giştî yên ku temsîla organîzasyonan dikin ji alîyê organîzasyona ve têne tesbît kirin. Her organîzasyon bi kesekê ve tête temsîl kirin. Endamên Dîwana Giştî yên serbixwe ji teref Civata Giştî ve têne hilbijartin.
Endamên Konseya Rêvebir xwezayîyen endamên Dîwana Giştî ne.
Dîwana Giştî pêdivî bibîne dikare biryara kombûna Civata Giştî ya awarte bide.
Endamên nû yên KNKê Dîwana Giştî tesbît dike.
Salê du kombûnên Dîwana Giştî [her şeş meha carekê] têne kirin. Li goreyî pêdivîyê li ser daxwaza Konseya Rêvebir anjî li ser daxwaza bîst endamên Dîwana Giştî dikare awarte kom bibe.
Rêvebirina kombûnên Dîwana Giştî, ji nav endamên dîwanê ji alîyê du kesan ve [mêrek û jinek] tête îdare kirin. Axivtin û biryarên li Dîwana Giştî ji teref du nivîsdaran ve têne nivîsîn.

Bend 14: Hevserok [Mêrek û Jinek]
[Guhorîn, 13-14 .05.2006 Kombûna VI.] û [21. 05. 2013 Civata 13.] [Nûkirin: 31.05 / 01.06.2014 Civata 14.]

a- Hevserokên kongreyê, kongreyê temsîl dikin û li hember Konseya Rêvebir, Dîwana Giştî û Civata Giştî berpirsiyar in.
b- Hevserokî di navbeyna zayendan da wekhevîyê temsîl dike û jinek û mêrek ji bo du salan [2 sal] li Civata Giştî têne hilbijartin. Kesek ji bo hevserokîyê herî zêde 2 dewreyan [2 x 2 = 4 sal] dikare bibe namzet.

Bend 15: Konseya Rêvebir û Erk û Desthilatîyên Wê
[Guhorîn, 21.12.2002 Kombûna IV.] [Guhorîn, 13-14 .05.2002 Kombûna VI.] [Nûkirin, Gulan 2014]
a. Konseya Rêvebir, li hemberî Dîwana Giştî û Civata Giştî berpirsyar e.
b. Konseya Rêvebir, organa rêvebirîyê ye û biryarên Dîwana Giştî û Civata Giştî û hemû kar û barên kongreyê bi rengekî kolektîv bi rê ve dibe, biryarên Civata Giştî û Dîwana Giştî bi cih tîne.
c. Konseya Rêvebir, ji 11 [yazdeh] kesan, [2 (du) hevserok û 9 (neh) endam] pêktêt.
d. Konseya Rêvebir biryaran hetta mumkun li ser esasê yêkdengîyê dide. Heke yêkdengî pêknehat, bi piranî biryarê dide.
e. Endamên Konseya Rêvebir ji alîyê Civata Giştî ve ji bo du salan têne hilbijartin.
f. Konseya Rêvebir kar û xebatên ragihandinê û aborî jî tenzîm dike û di pratîkê da bi cih tîne.
g. Konseya Rêvebir du meha carekê bi awayê asayî kom dibe.
h. Di rewşa awarte da li ser daxwaza hevserokan anjî ya 1/3 ji endaman kom dibe.
i. Konseya Rêvebir heke pêdivî bibîne dikare Dîwana Giştî bi rengê awarte gazî kombûnê bike.
j. Pêkînana çalakîyan ji bo bicihînana armancên Kongreyê.
k. Avakirin, organîzekirin û koordînekirina têkilîyên di navbeyna hêz û kesên neteweyî û welatî da û herweha çareserkirina pirsgirêk û nakokîyên di navbeyna kesayet, grûb û partîyên polîtîk yên Kurdistanê da.
l. Amadekirina butçeya kongreyê û pêşkêşkirina wê ji bo Dîwana Giştî û Civata Giştî .
m. Amadekirina proje û pêşniyarên pêdivî ji Dîwana Giştî û Civata Giştî ra.
n. Konseya Rêvebir, li goreyî pêdivîyan avakirina komîte û buroyan teklîfî Dîwana Giştî dike û biryara avakirinê di Dîwana Giştî da tête dan.
o. Konseya Rêvebir li goreyî hewcedarîyê dikare şêwirmendan wezîfedar bike.

Bend 16: Paşve kêşana dengê pêbawerîyê û hilbijartina hevserokên nû
a. Civata Giştî dikare bi piranîya dengên endamên xwe pêbawerîya xwe ji Dîwana Giştî paşve bikêşe.
b. 1/5 ji endamên Civata Giştî dikarin daxwaza paşve kêşana pêbawerîyê ji Dîwana Giştî bikin.
c. Bi mirin an dest ji kar berdana hevserokan anjî yêkê, Dîwana Giştî bi awayekî awarte kom dibe û hevserokekî/e nû ji nav xwe heta demê Civata Giştî hildibijêre.
d. Ev xal ji bo Konseya Rêvebir jî lê ye.

Bend 17: Komisyonên Kongreyê û Erk û Deshilatîyên Komisyonan
[Guhorîn, 13-14 .05.2006 Kombûna VI.] [Guhorîn, Gulan 2014]

a. Hemû komisyonên ku di paragrafa duyemîn ya li benda dehan da hatine destnîşan kirin, herî kêm ji 5 [pênc] endaman pêk tên.
b. Serokên komisyonan ji nav endamên Konseyê, endamên komîsyonan jî bi pêşniyara Konseya Rêvebir di Dîwana Giştî da ji nav endamên Civata Giştî, ji bo du salan têne hilbijartin.
c. Ev komisyon bi şêweyê asayî her du mehan carekê kom dibin. Serokên komisyonan û ji sêyan yêk ji endaman, dikarin daxwaza kombûnên awarte bikin.
d. Endamên van komisyonan nikarin bibin endamên zêdetirî du komisyonan.
e. Serokên her yêk ji van komisyonan plan û projeyên xwe ji bo pejirandinê ji Konsêya Rêvebir ra dişînin.
Her komisyonek ji van komîsyonên jêrîn di bin çavdêrîya Konseya Rêvebir da, ji bo pêkînana armancên vê peymanê li hember Konseya Rêvebir berpirsiyar in.
1. Komisyona Karê Derve; di warê têkilîyên derve da erkên xwe, bi hevkarî û şêwirmendîya Konseya Rêvebir bi cih tîne.
2. Komisyona Ziman û Kulturê;
a. Ji bo pêşxistin û geşkirina warên bi giştî ziman, perwerde, kultur û ronakbîrî yên Kurdistanê plan û projeyên pêdivî pêktîne û herweha piştgirîya plan û projeyên têne pêşniyar kirin dike.
b. Hewil dide ku huner, çand, ziman, perwerde, edebîyat û folklora li derve û li nav welat geş bike û pêş bêxe. Herwisa hewil dide ku zaravayên Kurdî wekî zengînîya zimanê Kurdî bêne parastin, lê ji bo pêkînan û xurtkirina zimanekî yêkgirtî û neteweyî û herweha yêkîitîya alfabeya Kurdî xebatê dike û kar û xebatên di vî warî da têne kirin koordîne dike.
c. Li ser perwerdeya bi giştî ziman û kultura Kurdî radiweste, bi hemû dezgehên di vî warî da dixebitin ra hevkarîyê dike, pêşniyar û tewsîyeyan dike û têkilî û kar û xebatan koordîne dike.
3. Komisyona Jinan; ji bo azadîya jin û parastina mafên wan dixebite, xebatên têne kirin koordîne dike.
4. Komisyona Xweza û Jîngehê: Esasên polîtîka neteweyî û welatî ya xweza û jîngehê tesbît dike, li ser xweza û jîngeha welatî plan û projeyên zanistî dide amade kirin û ji bo realîze kirina van xebatan hemû dem û dezgeh û organîzasyonên di vî warî da kar dikin koordîne dike.

Bend 18: Komîte û Erk û Desthilatîyên Komîteyan
Konseya Rêvebir li goreyî hewcehîyan avakirina komîteyan teklîfî Dîwana Giştî dike û bi biryara Dîwana Giştî komîte ava dibin. Berpirsiyarên komîteyan ji nav Konseya Rêvebir ji bo du salan têne hilbijartin.
Ji bilî komisyonan ev komîte jî di bin berpirsiyarîya Konseya Rêvebir da têne ava kirin û rêvebirin:
a. Komîteya Ragihandinê: Kar û xebatên medyayê û bang, gazî û daxuyanîyên KNKêamade dike û belav dike.
b. Komîteya Malî: Polîtîka malî û butçeya KNKê amade dike, salaneyên endaman kom dike, serfîyeta KNKê îdare dike.

Beşê pêncemîn:
Çareserîya pirsgirêk û nakokiyên di nav hêzên Kurdistanê da
Bend 19: Awayê çareserîya pirsgirêk û nakokîyan
1. Kongre hewil dide ku ji bo her cureyên alozî û nakokîyên polîtîk yên di nav hêzên Kurdistanî da, bi rêya danûstandinan çareyan bibîne û aştîya neteweyî û welatî bi cih bike .
2. Heke nakokîyek bibe sebebê bihevçûn û şerê çekdarî, kongre hewil dide ku bi awayê jêrîn van nakokîyan ji halê rake.
a. Daxwaza rawestandina şer û bi karneyînana çekan li dijî hev.
b. Konseya Rêvebir, alîyê ku bi daxwaza rawestana şer qayîl nabe, agahdar dike ku helwesta wî alî ji bo berjewendîyên neteweyî û welatî zerar e.
c. Heke ew alî li ser helwesta xwe ma û guh neda daxwaza Konseya Rêvebir, kongre helwestên pêwîst li hember wî alî digire û ji bo zelalîyê, piştî lêkolînan û raporeke ji alîyê komisyoneke bêteref ve, ku serok û endamên wê ji alîyê Dîwana Giştî ve têne tesbît kirin, aşkera dike.

Beşê Şeşemîn:
Normên etîk yên li nav KNKê û çend bendên giştî:

Bend 20: Normên etîk:
Tevnê KNKê li ser esasê normên etîk hatîye raçandin. Çi organîzasyon bin, çi kesayet bin her endam divêt rîayetî normên etîk bikin. Kes û organîzasyonên dibine endamên KNKê di wê hişyarî û berpirsiyarîyê da ne. Heke endamek digel KNKê kete nav dijberîyeke dijwar, anjî di navbeyna endamên KNKê da dijberîyeke bi vî rengî rû bide, divêt Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî heta dawîyê hewil bidin ku qani bikin. Heke qet mumkun nebû, bêyî ku şexsîyet bête rencîde kirin, bi rengekî maqûl û mirovî, peymana endametîyê ya kes an rêxistina ku li lihevhatinê razî nabe ji teref Dîwana Giştî ve tête betal kirin. Endam dikare vê biryara Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî bibe Civata Giştî. Biryara Civata Giştî misoger e.

Bend 21: Cih û demê avakirinê
Civata Giştî di 24-26 Gulan 1999 an da, li Holanda li bajêrê Amsterdamê kombûna xwe ya damezrandinê pêkîna, piştî gengeşî û danûstandinan ev peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pejirand.

Bend 22: Cihê Kongreyê
a. Kongre û dezgehên wê, heta vegera Kurdistanê, bo demekî borînde li paytextê Belçîk Brukselê cih digirin.
b. Heke pêdivî bi guhorîna cihê dezgehên KNKê hebe, Konseya Rêvebir pêşniyarî Dîwana Giştî dike û biryarê Dîwana Giştî dide.

Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

Peymana li demê damezrandinê: 26 Gulan 1999
Guhorîn û nûkirina dawîyê: 28-29 Gulan [May] 2011, Kombûna 11. – Bruksel
Biryara Konseya Rêvebir ya weşandinê [çapkirinê]: 26 Hezîran 2011, Bruksel
Guhorîna dawîyê: Civata Giştî [Civata 13.] – 21 Gulan 2013 – Bruksel
Nûkirina dawîyê: Civata Giştî ya 14. – 31 Gulan – 01 Hezîran 2014, Bruksel

**

Peyreva Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

BEŞÊ YÊKEMÎN: Danasîn û prensîbên giştî

Xal 1- Dem, vekirin û rûniştin
Demê Civata Giştî ya hilbijêrî du sal in û hilbijartina giştî pêktêt.
Civata Giştî, ji kombûna ku di rojeke diyar da çêdibe ra tête gotin.
Rûniştin, ji her beşê kombûna rojane ra tête gotin.

Xal 2- Sûnd
Hemû endamên Civata Giştî ya Kongreyê sûnd dixwin. Dîwana borînde ya Civata Giştî biryarê li ser awayê sûndxwarinê dide. Endam, li goreyî rêza paşnavên xwe sûnd dixwin. Endamên ku di kombûna yêkemîn da amade nebûne, di yêkemîn kombûna beşdar bûn da, sûnd dixwin.
Sûnd ev e:
Di bin hemû şert û mercan da ez dê îradeya gel esas bigirim, bo Kurdistaneke azad û demokratîk û hevdem bixebitim û berjewendîyên neteweyî û welatî di ser hertiştî da bigirim û herweha li ser bingehê dadî, wekhevî û azadîyê, maf û yêkîtîya gelên Kurdistanê biparêzim û bi peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve girêdayî bim û bi vê bîr û bawerîyê, li pêşberî hewe û dîrok û mirovahîyê li ser hemû pîrozîyên xwe sûnd dixwim.

Xal 3- Kombûnên Asayî
Kongre, di du salan da, salê carekê du kombûnên xwe yên mezin yên asayî yên ji hemû endaman pêkhatî, dike. Ji van kombûnan ra Civata Giştî tête gotin. Kombûna sala ewilî bêyî hilbijartin e, ya sala duyê bi hilbijartin e. Endamên çavdêr jî dikarin beşdarî van kombûnan bibin. Konseya Rêvebir li goreyî hewcehîyê dikare organîzasyon û bisporên polîtîk û sivîl û kesayetên ronakbîr jî wekî mêhvan vexwûne van kombûnan. Mêhvan û çavdêran mafê dengdayînê nîne.
Xal 4- Kombûnên Awarte
Di navbeyna du kombûnên asayî da, li ser daxwaza Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî anjî 1/5 ji endamên Civata Giştî, kombûna awarte tête kirin.

BEŞÊ DÛYEMÎN: Dîwan [Rêvebirîya Civata Giştî] û Komisyon

Xal 5- Serokatîya Dîwanê ya Borînde
Ji destpêka rûniştina yêkemîn ya xebata kongreyê heta hilbijartina Dîwanê, endamê/a herî jîmezin, serokatîya dîwana borînde dike.
Du endamên herî jîbiçûk jî wekî cihgir dibin endamên dîwana borînde.

Xal 6- Dîwana Civata Giştî
Civata Giştî ya bi hilbijartinî, di kombûna xwe da serokek û du cihgiran ji bo dîwanê hildibijêre.
Du endamên bi rizaya xwe ji bo nivîsdarîya axivtinên li kombûnê têne kirin wezîfedar dike.

Xal 7- Berpirsiyarîyên Dîwanê
Dîwan, ji birêvebirina xebat û rêkûpêkbûna kombûnê berpirsiyar e.
Dîwan, bi bangkirina serok kom dibe û bi piranîya dengên beşdaran biryaran digire.

Xal 8- Berpirsyarîyên endamên Dîwanê
a. Notan digirin û kontrola wan dikin.
b. Ji Civata Giştî ra belgeyan dixwûnin.
c. Di Civata Giştî da, navên endaman dixwûnin.
d. Hilbijartinê didine kirin û dengan dihejmêrin. Ji bo hejmartina dengan dikarin komîteyeke ji deh heta pazdeh kesên bi rizaya xwe pêkhatî ji nav endaman tesbît bikin. Komîteya deng hejmartinê ji nav xwe berdevkekê hildibijêre û di bin berpirsiyarîya dîwanê da karê xwe encam dide.
e. Hilbijartinan rêkûpêk dikin.
f. Rêza axivtinê qeyd dikin.
g. Li ser xebatan endaman agahdar dikin.

Xal 9- Raporên Komisyonan
Komisyon, derbareyê pêşnûme û pêşniyaran da, biryar û daxwazên ku hatine kirin, wekî raporekê amade dikin. Komisyon, di raporan da, dîtinên xwe û guhorînan, bi binasên wan ve dinivîsin.

Xal 10- Di Civata Giştî da nûnerîtîya komisyonan
Demê ku ji komisyonekê, ji bo gotûbêjê, karek bête Civata Giştî, serokê komisyonê, anjî kesên ku ew tayîn dike, bi çend endamên komisyonê ve, di rêza komisyonan da rûdinîn û di demê gotûbêjan da nûnerîtîya komisyonê dikin.

BEŞÊ SÊYEMÎN: Xebatên Civata Giştî

Xal 11- Rojev
a. Babetên ku serokatî pêşkêşî kombûna giştî dike.
b. Babetên ku bi şêweyekî taybetî di rojevê da cih digirin.
c. Hilbijartin.
d. Babetên ku têne dengdanê.
e. Danûstandinên giştî û pirsên ku Civata Giştî li ser endamên Konseya Rêvebir dike.
f. Pirsên bi devkî.
g. Pêşniyarên ji bo biryaran, daxwaznameyan û karên dî yên ku ji komisyonan tên.

Ew kar û babetên ku li ser wan gotûbêj û danûstandin çêdibin, li goreyî demê ku ew ketine destê serokatîyê, têne rêz kirin. Heke pêwîstî bête dîtin, li ser pêşniyara Konseya Rêvebir anjî bi xwastina nivîskî ya deh endaman, kombûna giştî dikare rêza rojevê biguhore.
Xal 12- Vekirin û Girtina Civata Giştî
Serokê/a Dîwanê rûniştinan vedike û digire. Heta dawîya rûniştinan, du endamên dîwanê, bi serok ra di dîwanê da cih digirin. Demê serok ne amade be, cihgirek serokatîyê dike.
Xal 13- Axivtinên ji Derveyî Rojevê
Di destpêka Civata Giştî da, heke serok pêdivî bibîne, li derveyî rojevê, dikare mafê axivtinê bide sê kesan. Divêt axivtina her yêkê ji pênc deqîqeyan zêdetir nebe.
Axivtin bi rêzê ye, nav li nik serokatîyê têne nivîsandin. Axivtin li kursîyê û li hemberî Dîwanê û Civata Giştî tête kirin.
Endamên Konseya Rêvebir, her dem dikarin ji derveyî rojevê biaxivin.

Xal 14- Usûl û Rêza Axivtinan
Babetên li ser usûlê dikevin rêza pêşîn. Di danûstandinan da axivtin ”li ser”, ”li dij” û ”li gel” têne kirin.
Mafê axivtinê, li goreyî rêza nivîsandinê dibe. Lê belê, endamên Konseya Rêvebir û nûnerên komisyonan, dikarin mafê taybetî bi kar bînin.

Xal 15- Beşdarnebûna Serok û Endamên Dîwanê di Danûstandin û Munaqeşeyan da
Serok, anjî cihgir û nivîsdarên ku li dîwanê rûniştîne, di demê hevdîtinan, munaqeşeyan û dengdanê da, qet nikarin dîtinên xwe bêjin û beşdarî gotûbêjan bibin. Heke pirs girêdayî şexs û berpirsiyarîya wan be, mafê wan heye ku biaxivin.
Xal 16- Di Danûstandinan da Prensîbên Giştî
Di kombûnên giştî da gotin birîn, bi şexsîyetan leyistin, heqaret kirin û tevlihev kirina rewşê qedexe ye.
Bi tenê serok dikare ew kesê ku li kursîyê diaxive wê/wî dawetî prensîbên peyrevê bike ku axivtina xwe li goreyî mijarê bike.
Ew kesên ku du caran bala wê/wî bête kêşan, li ser daxwaza serok, ji alîyê Civata Giştî ve mafê wê/wî yê axivtinê dikare jê bête standin.

 

BEŞÊ ÇAREMÎN: Derxistina Biryaran

Xal 17- Reşnivîsên Biryaran, Pêşniyar û Pêşkêşkirina wan ji bo Komisyonan
Reşnivîs û biryarên ku ji Konseya Rêvebir tên, ji alîyê piranîya endamên Konseya Rêvebir ve têne îmza kirin û bi sebebên wan, pêşkêşî Dîwanê têne kirin.
Pêşniyarên ji bo biryaran, ku ji alîyê endaman ve têne dayîn, bi îmzayek anjî bi çend îmzayan dikarin bêne amade kirin û bi binasên [sebebên] wan ve pêşkêşî Dîwanê dibin.
Dîwan, wan pêşniyar û daxwazan qeyd dike û piştra pêşkêşî komisyona têkildar dike.
Heke komisyon kêmasîyan bibîne, ji bo serûberîya wê, ji xwudanê wan ra paşve bi rê dike.
Xwudanên wan jî dikarin daxwaz û pêşniyarên xwe paşve bigirin.

Xal 18- Danûstandinên Giştî
Berî danûstandinên li ser pêşniyarên biryar û daxwazan, pêşî li ser gelemperîya wan axivtin têne kirin. Axivtinên konseyê û komisyonan bi 30 [sih] deqîqeyan ve têne tixûb kirin. Ev, ji alîyê Civata Giştî ve dikare bête guhorîn. Mafê axivtinên li ser xalan, nîvê wê ye. Mafê endaman heye ku, bi qasê nîvê demê endamên Konseya Rêvebir biaxivin.
Xal 19- Danûstandin û Dengdan
Konseya Rêvebir û nûnerên komisyonan û endamên civatê, dikarin di derheqê guhorîna pêşniyarên biryar û daxwazan da, xwezîkeyan bidin.
Ji bo guhorînan, pirs ji komisyona ku pê ve têkildar ra, tête kirin.
Heke xwudanê xwezîkeyê [daxwaznameyê] bixwaze, dikare di vê babetê da mafê axivtinê bistîne, lê divêt axivtin ji pênc deqîqeyan zêdetir nebe.
Li ser xalan yêk bi yêk danûstandin têne kirin û dengdan çêdibe.
Demê danûstandin li ser xalan xilas dibin, proje û daxwaz, bi gelemperî dikevin dengdanê.

BEŞÊ PÊNCEMÎN: Rêyên Kontrolê

Xal 20-Pirs
Pirs, daxwazeke kurt e, tê da dîtineke şexsî nîne, ji bo agahdarî girtinê, derbareyê babetekê da, bi devkî anjî bi nivîskî, ji endamên Konseya Rêvebir tête kirin.
Pirs, endamek tenê amade û pêşkêş dike.
Pirs, pêşkêşî serokatîyê tête kirin û serokatî jî, wê daxwaza ku hatîye, ji bo bersîvdayînê, ji endamên konseyê yên tekildar ra dişîne.
Ew endamê / a konseyê, ku pirs jê hatîye kirin, bi rêya serokatîyê bersivê dide. Bersiva pirsên bi devkî, di Civata Giştî da tête dayîn.

Xal 21- Gotûbêjên Giştî
Di gotûbêjên giştî da, mijarên diyar û xebatên civatî û giştî têne axivtin û munaqeşe kirin. Ji bo vekirina gotûbêjên giştî, Konseya Rêvebir, Dîwana Giştî anjî bi kêmasî li ser daxwaza 20 endaman, bi pejirandina Civata Giştî, mijar dikevê rojevê.
Xal 22- Lêpirsîna Civata Giştî
Ji bo dayîna daxwaznameya lêpirsîna Civata Giştî ya di derbareyê endamên Konseya Rêvebir da, ji 1/5 dengên endaman pêwîst e. Divêt Civata Giştî di demekî kurt da, li ser wê danûstandinê çêbike û di çarçoveyeke giştî da biryarê bide.
Xal 23- Daxwaznameya paşve kêşana pêbawerîyê
Daxwaznameya paşve kêşana pêbawerîyê ew e ku, derbareyê endamên Konseya Rêvebir da, bi kêmasî 1/5 endaman, daxwaznameyê îmza bikin û bidin dîwanê.
Ji bo pejirandina daxwaznameyê, ji nîvîyê zêdetir dengên endaman pêwîst in.

BEŞÊ ŞEŞEMÎN: Xalên cudareng

Xal 24- Endametî û malîye
Butçe û malîyeya KNKê bi destê Komîteya Malî tête rêvebirin. Komîteya Malî beramberî Konseya Rêvebir, Dîwana Giştî û Civata Giştî berpirsiyar e.
a. Endamên KNKê salaneya endametîya xwe didin. Mikdarê salaneyê Komîteya Malî ya KNKê piştî şêwira digel Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî, li goreyî şert û imkanên endaman tesbît dike û ji her endamî tehsîl dike. Endamê/a ku salaneya xwe nede nikare beşdarî Civata Giştî ya salane bibe. Endamê/a ku du salan endametîya xwe nede mafê ji nû ve endambûnê berze dike û nikare beşdarî Civata Giştî ya bi hilbijartinî bibe.
b. Endam ji bo kombûnên Dîwana Giştî û Civata Giştî mesrefa rê bi xwe didin. Mesrefa xwarin û cih ji butçeya KNKê tête dan.
c. Endamên KNKê di wergirtina rozet û kartê endametîyê da bêşeke sembolîk didin.

Xal 25- Dengdan
Bo amadekirina dengdanê, dengdan û deng hejmartinê komîteyeke ji 10 [deh] heta 15 [pazdeh] kesan pêktêt. Komîte ji nav xwe kesekê wekî berdevk hildibijêre û di bin çavdêrîya dîwana kongreyê da prosesa dengdanê bi rê ve dibe.
Şêweyên dengdanê:
a. Dengdana bi îşaretan
b. Dengdana vekirî
c. Dengdana veşartî

Xal 26- Guhorîna Peyrevê
Di derbareyê pêşniyarên ji bo guhorîna peyrevê têne dayîn da, xalên derbareyê biryaran, têne bikarînan.
Xal 27- Bikarînana Xalan
a. Babetên ku ji bo wana xalek taybet nîne, xalên Peymana Kongreyê, yên di derbareyê wan da têne bikarînan.
b. Heke di navbeyna Peyrev û Peymana Kongreyê da dijberîyek hebe, Peymana Kongreyê bingeh [esas] tête girtin.

Xal 28-Rêvebirî
Ev Peyrev, ji alîyê Konseya Rêvebir û Dîwanê ve tête rêvebirin.

Peyreva li demê damezrandinê: 26 Gulan 1999
Guhorîn û nûkirina dawîyê: 28-29 Gulan [May] 2011, Kombûna 11. – Bruksel
Biryara Konseya Rêvebir ya weşandinê [çapkirinê]: 26 Hezîran 2011 – Bruksel
Guhorîna dawîyê: Civata Giştî [Civata 13.] – 21 Gulan 2013 – Bruksel
Peyreva nû: Gulan 2014 – Bruksel