Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA QURBANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Ji 10 hezaran zêdetir girtîyên siyasî di zîndanên dagirran dene û di bin zext û zordarîyê de ne. Dagîrkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser başûr û rojavaya Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin.

Li rojhilata Kurdistanê rojane kolber têne qetilkirin. Bi vê ve girêdayî li rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel zêdetirbûne û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî serve zêdebûne. Di heman demêde êrşên li ser Rojava jî berdewamin. Li bakura Kurdistanê, şer û tekoşîna man û nemanê berdewame.

Divê hemî hêzên Kurdistanê dijê van êrîşan derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistanîyan dikin ku li hember êrîş û dagirkerîyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê bawerîyêne ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK