Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya civîna bîstûheftemîna (28) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 22.06.2024an, civîna xwe ya bîstûheştemîn li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda  KNK ê, li Brukselê pêkanî. Piştî nîqaşên berfireh plansazîyek hevbeş hate çêkirin.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li başûr û rojavaya Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur, Başûr û Rojava, gef, tehdît, lêgerîn û amadekarîyên dewleta Tirk jibo pêkanîna opersyonên mezin yên li ser başûr û rojavaya Kurdistanê, rewşa xeternak û guhertina demografîya Efrînê û deverên dî yên Rojava, li başûra Kurdistanê kêşe û qeyrana siysî, îdarî û aborî, krîza hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtîyên siyasî, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, şerê Îsraîl û Hemasê, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, pêkanîna Konferansa Şêwira Neteweyî ya Kurdistanê û biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li rojavaya Kurdistanê, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

  1. Êrîş, tehdît û destwerdanên Tirkîya û Îranê yên li ser Başûr zêdebûne û berdewamin. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Erîşên dewleta Tirk û Îranê yên hevkarên wana, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

Qeyrana aborî û nedana moçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewame. Wa lê hatîye ku mehê çend caran weftên herêmê diçin Bexdayê û tinê li ser pirsa moçeyan disekinin. Ev polîtîqayek dagirkerane ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girêbidin.

Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewamin. Eve nîzingê dula salane Parlamento nemaye. Ev rewş  sêrîde meşrûîyeta seroktîya herêmê û hukumetê û dezgehên dî yên rêveberîyê têdixe bin nîqaşê. Divê di demeke zûtir de hilbijartin bêne çêkirin û gorî encamên hilbijartinan, dem û dezgehên herêmê bêne nûkirin.

Li Kerkûkê hilbijartinên herêmî 18.12.2023an de pêkhatin. Mixabin li vê devera hesas jî nakokîyên navxweyî nehiştin ku hêzên Kurdî bi yek dengî bikevin hilbijartinê. Ji ber wê sedemê jî, hilbijartinan weke tê xwestin encam nedan. Li ser hilbîjartinan re 6 meh derbazbûne, lê jiber nakoyên navxweyî heta niha walî û rêveberîya Kerkûkê nehatine hilbijartin. Rewşa Kerkûkê hesase û divê bi polîtîqayek neteweyî bê şopandin. Raste pêkhateyên weke Tirkmen, Ereb û Asûrî li Kerkûkê dijîn û niştecihê wî bajarîne, lê devera Kerkûkê parçeyek ji axa Kurdistanê ye û piranîya xelkê Kerkûkê Kurdin.

2. Dijminên gelê me li Bakur û Rojhilata Surîya jî, di nav liv û tevgerê de ne û bê pîvan êrîş dikin. Di van êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depoyên genim, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Gorî huqoqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û emê sûcên dewleta Tirk bibin dagehên navneteweyî. Civîn, biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li rojavaya Kurdistanê, weke karekî sereke yê vê demê dibîne û cihê xwe di nava vê xebatê de digire.

Li Efrînê êrîşên li ser gelê me û palnê guhertina demografîya Efrînê berdewamin. Niştecihên Efrînê heta 6 sal pêş niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk, pranîya Kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagîrkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên Kurdan, gelek Ereb û Tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Heman tişt li Serêkanîyê û deverên dî yên dagirkirî de jî pêkanîn. Divê hemî Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke teybet bi dest bigrin û van deveran azad bikin.

Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

3. Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalakvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.

Gorî peymana di navbera Êraq û Îranê, ji meha nehan (Îlon) ya 2023an pêve, hêz û partîyên rojhilta Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatin bê çek kirin û li qempan hatin bilavkirin. Îran rewşa wana ji nîzingve di şopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Ev rewş hingî diçi xeternaktir bi û zextên li ser partîyan zêdetir dibin. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtîya îdam dike. Herweha bi vêve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.

Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember zext û êrîşan tevbigerîn.

Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

4. Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li başûra Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demêde rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

Bi Berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn, berdewame, ev berxwedan êrîş û planên dewleta Tirk vale derdixe. Civîn, vê berxwedana Hêzên Azadîya Kurdistanê û serketina wan pîroz dike û silav dike.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da li gel hemî hîle û dekûdolaban, AKP-MHPê windakir û li Kurdistanê jî bi piranî berendamên welatparêz hatin hilbijartin. Rejîma AKP-MHPê niha dixwazin dîsa bi awayekî bê huqoqî dest danin ser beledîyeyên Kurdistanê. Ji bajarê Colemêrgê destpêkirin. Civîn vê êrîşa rejîma nijadperest şermezar dike û berxwedana gel ya li hember wan pîroz dike.

5. Peywendîyên bi hêzên dagirker re hesasin û divê ev peywendî bi taktîkîbin û gorî berjewendîyên gelê Kurdbin. Nabi li dijê hîç hêzeke Kurdistanî bi dagirkeran re hevkarî bête kirin. Civîn, dijê hêzekî Kurd an parçeyekî Kurdistanê, hevkarîya bi dagirkeran re xeta sor dibîne û mehkum dike.

6. Rojevek sereke jî pêkanîna Konferansa Şêwira Neteweyî bû. Salek pêş niha di Konferansa Lozanê de jî ev mijar hate nîqaşkirin û li ser komkirina konferansekî vî rengî biryar hate standin. Ev biryar ji wê demê ve di rojeva me de ye. Civînê biryar da ku li ser vê mijarê rêze hevdîtîn bi hemî partî û sazîyên Kurdistanî re bêne çêkirin û di demeke kurt de komîteyek amadekar ya konferansê bête avakirin.

7. Rewşa bawermendên Êzidî bi awayekî teybet hate rojevê û li civînê de hate destgirtin. Dijminên gelê me li ser bawermendên Êzidî, di nava leystûkan de ne û dixwazin Êzidîyan ji Kurdîtîya wan dûrbixin û Kurdan parçe bikin. Êzidî Kurdên resenin û Êzidîtahî jî bawerîyek qedîm ya Kurdistanê ye. Civîn li hember van hewlên parçekirina gelê Kurd radiweste û bi tundî şermezar dike.

8. Piştî du roj dî (roja civînê 22.06.2024) tam 3 sal û sê meh sere derbaz dibin ku agahdarîyek ji Birêz Abdullah Ocalan û 3 hevalên wî nehatîye girtin. Herî dawî salûnîv pêş niha CPT çû Îmralîyê, lê heta niha çi agahdarî nedane. Çar meh pêş niha disa CPT çû Turkîyê lê neçû Îmralîyê. Ev rewşeke gelek xeternak e. Bêdengîya CPT û Konseya Ewropa nayê qebûlkirin û em bang li van sazîyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyarîyên xwe pêk bînin. Herweha em Kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destek dikin û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.

9. Di dema civînê de du karesatin mezin li Kurdistanê û li ser Kurdan qewimîn. Yek jê ew bû ku li deverên di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de agirek mezin li xwezayê ket, ji bilî zererên maddî 15 kesan jiyana xwe ji dest da û 75 kes jî birindarbûn. Ya dî jî ew bû ku li Deryaya Spî li nîzîngê qiravên Îtalya, keştîyek ya penaberan binavbû û gelek penaberên Kurd jî di avê da xeniqîn. Civîn, li ser van herdu bûyeran xemgînîya xwe diyar dike, ji malbatên windayaîyan re û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê û ji birindaran re şifayê dixwaze.

10. Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîyê bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!

Jin – Jiyan – Azadî!

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

25.06.2024