Languages: English ‏سۆرانی‎

Jibo Reya Giştî û Ragihandinê

Şeva derbazbûyî piştî nîvê şevê, polîsên Belçîkayê avêhtin ser studyoyên Stêrk Tv û Medaya Haber Tv û dest danîn ser kompûter û kel û pelên teknîkî û gelek eşya jî parçe kirin û talan kirin. Ev ne cara yekîye li Belçîka êrîşên vî rengî li ser ragihandina Kurdî çêdibin. Pêşya vê jî, yek jê di sala 1996an yek jî di sala 2010an, operasyonên vî rengî li ser televîzyon û rêxistinên Kurdî pêkhatin. Pîştî salan di encama van operasyona de derket holê ku ev operasyon li ser daxwaza dewleta Tirk û hevkarên wan hatine çêkirin. Sedem û bahane çi dibi bila bibin, ev operasyon jî berdewama wan operasyona ne û di encama bazarên reş de, li ser xwestina dewleta Tirk pêkhatine.

Wê saetê çûna studyonên televîzyonê, ev muameleya bê huqoq û dijminane, dide nîşa ku ev operasyon, peyamekî dide dewleta Tirk û hevkarên wan. Di nava van çend mehên de derbazbûyî de, wezîrê karêderve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan çendîn caran hatîye Belçîkayê û bazar kirine. Kî çi dibêji bila bêji, ev operasyon fêkî û berhemê wan serdan û wan bazara ye. Di operasyonên dema pêş de jî, jibo xwe heq derxin gelek sedem didan nîşan û bingehên qanûnî didan çêkirin. Lê piştî salan derket holê ku ev operasyon di encamên bazarên reş û qirêj de pêkahtine. Ew dosyayên wê demê hemî di mahkemeyan de bê encam man û hatin bereetkirin. Ev jî yek ji wan operasyona ye, evê jî bê encam bimîne.

Ev operasyon ji me re xerîb nayê. Ev operasyon ji operasyonên giştî yên li ser Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê ne şûştîye û parçeyek ji wana ye. Duh jî Erdogan li Êraqê bû û opersyonên dijê Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê, bi rayedarên Êraqê re nîqaş dikiran. Hemî bi heve girêdayî ne.

Çawa operasyonên dî vale hatin derxistin, ev operasyon jî wê bi rêyên siyasî, dîplomatîk û huqoqî vale bête derxistin. Dewleta Tirk û hevkarên xwe wê sernekevin û karwanê azadîyê wê li ser rêya xwe bimeşe û bigihê encamê.

Bi vê munasebetê em wke KNK, vê êrîşa hovane û bê huqoqî şermezr dikin û ji dem û dezgehên ragihandina Kurdî re carek dî pêşgirîya xwe diyar dikin û berxwedana wan pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê