Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya 22. Civata Gîştî ya KNKê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 22. cîvîna Civata Gîştî ya xwe, 20-21.04.2024an, bi beşdarbûna piranîya endaman, li welatê Hollanda pêkanî. Li gel endaman gelek mêhvan (serok û rêvebirên partî û sazîyan û kesayetên serbîxwe) jî, beşdarê civînê bûn. Gorî rojevê roja pêşî civîn weke şêwireke neteweyî pêşket û li ser rewşa Kurdistan, Rojhilatanavîn û Cihanê bi berfirehî hate rawestan û stratejîya demê ya neteweyî hate nîqaşkirin. Ji ber sedemên vîze û sedemên bûrokratîk, teybetî gelek endamên li Kurdistanê (Başûr û Rojava) û yên li Rusya, nekarîn di civînê de amadebibin. Ji ber wê li Hewlêr, li Silêmanîyê, li Qamîşlo û li Moskova yê, endamên nîzingên wan herêman li salonekî kombûn û bi rêya tûra Zoom ê beşdarê civînê bûn.

Civîn, bi rêzgêrtina Şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp û bi axaftina vekirinê ji teref hevserokan ve hate vekirin. Gorî rojevê, sêrîde peyamên mêhvan û peyamên serok û nûnerên partîyan hatin pêşkêş kirin. Di heman demê de gorî rojevê “Belgeya Stratejîya Neteweyî” hate pêşkêşkirin û pêşniyar hatin girtin. Piştre rapora xebatê ya salane hate xwendin û herweha ji teref Konseya Rêvebir ve ligel rapora xebatê, rewşa siyasî ya cîhanê, rojhilatanavîn û Kurdistanê, bi nivîskî hate pêşkeş kirin. Pey re, ji teref endaman ve nîqaşên berfireh li ser raporê hatin kirin. Piştî nîqaşan, li ser pêşniyar guhertinên Peyman û Peyrewa KNKê, nîqaş û guftûgo çêbûn. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, biryar û encamên konferansa bi navê “Di Sedemîn Salvegera Peymana Lozanê da Helwesta Gelên Kurdistanê” û Forma Navneteweyî ya li ser encamên Peymana Lozanê û karên dî yên ku 100. salvegera Peymana Lozanê de bênekirin jî, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin. Piştre gorî rojevê, li ser pêşniyar biryaran hate rawestandin û jibo plansazîya dema pêş pêşniyarên endaman hatin girtin û civîn bi awayeke serkevtî gihişte encamê.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li başûr û rojavaya Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur, Başûr û Rojava, gef, tehdît, lêgerîn û amadekarîyên dewleta Tirk jibo pêkanîna opersyonên mezin yên li ser başûr û rojavaya Kurdistanê, rewşa xeternak û guhertina demografîya Efrînê û deverên dî yên Rojava, li başûra Kurdistanê kêşe û qeyrana siyasî, îdarî û aborî, krîza hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, şerê Îsraîl û Hemasê, şer û krîza di navbera Îsraîl û Îranê, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtîyên siyasî, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, li hember van hemîyan çoş û geşbûna pîrozbahîyên Newrozê, hilbîjartinên herêmî yên li bakura Kurdistanê, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin.

Civata Giştî ya 22. ya KNKê di demekî wisa da kom bû, ku dewleta Tirkîyeyê bi hemî imkanên xwe ve qirkirin û birandina miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê daye dest pê kirin. Dewleta Tirk, li dijî gelê me şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta Tirk ya li ser bakûr, rojava û başûra Kurdistanê meyze dike, pir zelal diyare ku ew dixwaze plana pratîk kirina Mîsak-î Mîllî ya sala 1920an bêxe merîyetê û Başûr û Rojava dagîr bike. Ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, stratejîya xwe li ser tunebûna gelê Kurd avakiriye. Şerê wê yê li dijê Kurdan bi hemi hêza xwe ve berdewame. Pêwîste hemî Kurd bizanin ku dewleta Tirk, bi Kurdan re şerê hebûn û nebûnê dike.

Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li başûra Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demêde rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

Bi berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn, êrîş û planên dewleta Tirk vale hatîne derxistin. Teybetî operasyonên şoreşgerî yên pêş serê salê û yên piştî serê salê, dewleta Tirk û artêşa wê xistîye nava krîzeke mezin. Civata Giştî, vê berxwedana Hêzên Azadîya Kurdistanê û serketina wan pîroz dike û silav dike.

Dewleta Tirkîyeyê bi rêveberîya Erdogan û cebheya nijadperest û faşîst ya “AKP-MHP” ê, hem li nav hem jî li derve bi temamî polîtîkayeke leşkerî û dagîrkerî didomîne. Erdogan û Enîya xwe, seranserê Tirkîye yê kirine zîndan. Ji mesrefên şer û gendelîyê, dewleta Tirk krîzek mezin ya aborî jiyan dike. Hilbijartinên 31ê Adarê de Erdogan û hevkarên xwe derbeyek mezin xwar. Erdogan û hevkarên xwe, daku rewşa ne asayî ya nava Tirkîye yê, krîza ekonomîk û civakî veşêrin, helwest û bertekên li hember sistema xwe ji ber çavên xelkên Tirkîye yê birevînin, çareyê di şer da dibînin û hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt siyaseta şer wekî bizaveke pîroz ya dînî û nijadperistî nîşan didin ku xelkê nijadperest û paşkevtî destekê bidin wan. Bi vî rengî dixwaze temenê desthilata xwe dirêj bike.

Dewleta Tirk, li başûr û li rojavaya Kurdistanê xwe ji operasyonên mezin re amade dike. Sêrîde Erdogan û rayedarên dewleta Tirk yên peywendîdar di her firsetê de, me Kurdan tehdît dikin, gefan li me dixwin û bi eşkere dibêjin emê li ser we opersyonên mezin pêkbînin. Amanca dewleta Tirk ewe ku hemî deskeftên Kurdan têkbibe. Jibo bigihên van amancên xwe, hemî rê û rêbaran dixebitînin. Jibo ji xwe re hevkaran bibînin, hemleyek dîplomasîyê dane destpêkirin. Wefdên wana geh li Emerîka, geh li Ewropa, geh li Rusya, geh li welatên Ereba ne.

Li alê dî ji mehên payîzê vir ve, rêya Êraqê ji xwe re kirine rêya kanîya avê. Her meh an jî ji çend hefteyan carekî, an serdana Êraqê û Herêma Kurdistanê dikin an jî ji Êraqê heyetan vediwînin Enqere yê. Ji serdan û hevdîtînên li gel Êraqê u hukumeta Herêma Kurdistanê, amanca dewleta Tirk ewe ku dewleta Êraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê jî bike şîrîkê vê sîyaseta xwe ya xwînrêj û xirab. Di van rojên pêşîya me de bi heman mebestê, wê Serokkamarê Dewleta Tirk Erdogan serdana Êraqê û başûra Kurdistanê biki. Li gora xwe çi navî lê datînin bila danin deleta Tirk, dijê gelê Kurd, di nava şer de ye. Dixwazi hukumeta Êraqê jî bixe nava vî şerî û dijê gelê Kurd bide şerkirin.

Dewleta Tirk dijê hemî deskevtên Kurda ye û dijê deskevtên Herêma Kurdistanê ye jî. Sêrîde Erdogan û gelek rayedarên dewleta Tirk, gelecek caran gohtine û dibêjin “xetayên me li bakura Êraqê kirî emê li bakura Surîya yê nekin”. Pêwîste her Kurd wateya vê gohtinê baş fêhm bike. Polîtîka dewleta Tirk ewe ku di encamê de deskevtên başûra Kurdistanê jî, ji holê bêne rakirin. Divê ev rastî ji teref hemî Kurdan ve bête dîtin û hemî Kurd bi hevre, li hember van planên dewleta Tirk derkevîn. Pêwîste rêveberîya PDKê li hember ew metirsîyên ku amanca wan ya sereke têkdan û ji navbirina statûya Herêma Kurdistanê ye hişyar û hestyarbin.

Li alê dî rayedarên dewleta Tirk, rojane gefan li rêveberîya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan Kurdistan – YNKê dixwin û zextekî mezin li ser devera Silêmanîyê pêktînin. Ev zext û tehdîtên wana bi çi awayî nayêne pejirandin û her kurdekî welatparêz divê dijê van zext, gef û tehdîtan raweste.
Tam di demê kombûna Civata Gîştî de, dewleta Tirk li başûra Kurdistanê li devera çiyayê Metîna operasyonek da dest bi operasyonekî leşkerî kir. Li ser vê beşdarên Cîvata Giştî nerazîbûnên xwe anîn ziman û demildest di nava salona civînê de, ji ragihandin û ji reya gîştî re daxuyanîyek lezgîn hate bilavkirin.

Civata Giştî ya KNKê vê rewşa xeternak bi awayekî teybet dest digre û van xalên jêrîn ji reya giştî re radigihîne:
1– Civîn, bala hemî Kurdistanî û dostên Kurdan bi awayekî lezgînî dikişîne ser gef, êrîş û amadekarîyên operasyonên dewleta Tirk yên li ser başûr û rojavaya Kurdistanê û bang dike ku hemî hêzên Kurdistanî û dostên Kurdan li hember van êrîşên dewleta Tirk derkevin.
2- Xala 4. ya Belgeya Stratejîya Neteweyî ya Kurdistanê wiha dibêje: “Li dijî hêzeke Kurdistanî an parçeyek Kurdistanê, hemî cureyên hevkarîya bi dagirkeran re xeta sore û di asta neteweyî da bête mehkumkirin.” Civata Giştî, vê xalê carekî dubare bîrtîne û bang li rayedarên PDKê dike ku hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestînin û dijê dagirkerîyê derkevin.
3- Civîn, bang li hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi rihê Newrozê kombibin, yekîtîya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.
4- Civîn, bang li hukumeta Êraqê dike û dibêje, li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Êraqê de derkevin, baregehên leşkerî bidin rakirin û dawî li dagirkerîya artêşa Tirk bînin.
5- Civîn,, bang li dewleta Tirk dike ku dev ji van tehdît û êrîşan berde û bizivire ser pêvajoya dîyaloga aştî û çareserîya sîyasî.
6- Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî – NY, hêzên sereke yên Cihanî û reya giştî ya Cihanê dike ku li hember gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û jibo çareserîyek adil û mayînde rol bileyzin.

Başûra Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federale, ev rewş jibo hemî Kurdistanîyan hêvîyek mezine û cihê keyfxweşîyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskevtin bê parastin û bê pêşxistin. Parastina deskevtên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina deskevtên Başûr hesase. Em dixwazin ev deskevt firehtir bibin û bikevin xizmeta hemî Kurdistanîyan.

Rewşeke ne diyar li seranserê Êraqê heye û ev rewş jibo statûtaya Kurdistanê jî xeterîyan bi xwere tîne. Êraq bi giştî ber bi kaosekî ve diçi. Jiber ku Êraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Êraqê. Mixabin di vê rewşa ne diyar de, hêzên Kurdistanî jî ne yek dengin û bilave ne. Êrîş, tehdît û destwerdanên Tirkîya û Îranê yên li ser Başûr zêdebûne û berdewamin. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Erîşên dewleta Tirk û Îranê yên hevkarên wan, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

Qeyrana aborî û nedana moçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewame. Wa lê hatîye ku mehê çend caran weftên herêmê diçin Bexdayê û tinê li ser pirsa moçeyan disekinin. Ev polîtîqayek dagirkerane ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girêbidin.

Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewamin. Eve ji salekî zêdetire Parlamento nemaye. Biryare ku hilbijartin di 10.06.2024an de bêne çêkirin, lê niha PDK dibêje emê hilbijartinan boykot bikin. ji xwe eve demeke dirêje li ser hilbijartinan re derbazûye û nebûna parlamentoyê, sîstemê bi temamî seqet dike. Ev rewş sêrîde meşrûîyeta seroktîya herêmê û hukumetê û dezgehên dî yên rêveberîyê têdixe bin nîqaşê. Divê ti hêz behsa boykotê nekin û divê hilbijartin di wextê hatî diyarkirî de bêne çêkirin û gorî encamên hilbijartinan, dem û dezgehên herêmê bêne nûkirin.

Di vê rewşê de li Kerkûkê hilbijartinên herêmî 18.12.2023an de pêkhatin. Mixabin li vê devera hesas jî nakokîyên navxweyî nehiştin ku hêzên Kurdî bi yek dengî bikevin hilbijartinê. Ji ber wê sedemê jî, hilbijartinan weke tê xwestin encam nedan. Li ser hilbîjartinan re 4 meh derbazbûne, lê jiber nakoyên navxweyî heta niha walî û rêveberîya Kerkûkê nehatine hilbijartin. Rewşa Kerkûkê hesase û divê bi polîtîqayek neteweyî bê şopandin. Raste pêkhateyên weke Tirkmen, Ereb û Asûrî li Kerkûkê dijîn û niştecihê wî bajarîne, lê devera Kerkûkê parçeyek ji axa Kurdistanê ye û piranîya xelkê Kerkûkê Kurdin. Dewleta Tirk vî bajarî weke bajarê Tirkmenan bi nav dike û ev demeke dirêje li wê deverê destwerdanan pêktîne. Pêwîste hemî alîyên siyasî yên li Kerkûkê heyî bi hesasîyetek teybet, nîzingê bajarê Kerkûk û niştecîyên Kerkûkê bibin. Divê her partî û her teref berjewendîyên xelkê Kerkûkê li ser berjewendîyên xwe de bigri. Divê emniyet û asayîşa Kerkûkê bête parastin û hemî pêkhate di nava aştî û aramîyê de bijîn.

Di civînê de rewşa Şingalê û bi giştî rewşa bawermendên Êzidî jî hate rojevê. Pirs û pirsgirêkên Şingalê jî berdewamin. Şingal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şingal ji gelek alan ve di bin êrîşandeye, divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
Rewşa Kurdên Şebek û Kakeîyan jî, gelek xirabe û weke ya Êzidîya ne. Dema DAIŞ hate herêmê, êrîşê Kurdên Şebek û Kakeîyan jî kir. Bi destê DAIŞê li ser vî beşê gelê me jî qetlîam pêkhatin. Piştî têkçûna DAIŞê jî, rewşa wan baş nebû û teybetî piştî referandûmê ku herêmên Maddeya 140 ketin destê hukumeta Êraqê, rewşa wan hingî diçe xirabtir dibe. Em weke KNK, li ser vê rewşê hesasin û emê hewlên xwe yên çareserîyê berdewam bikin. Li ser vê yekê em bang li Hukumeta Herêmê û Hukumeta Bexdayê dikin ku xwedî vî beşê gelê me derkevin.
Rewşa Kurdên Feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka Kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNKê de ye. Jibo li ser rewşa Kurdên Feylî raweste, KNKê komîteyek teybet avakirîye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Teybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela Kurdên Feylî ye, ne tenê mesela KNKê ye, heman demê de meseleyek neteweyîye û divê hemî hêzên Kurdistanî, li ser vê rewşa Kurdên Feylî rawestin û divê çareserîyek adilane ji vê meseleyê re bête dîtin.

Piştî bi îşkenceyê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji teref hêzên rejîma Îranê ve, li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan de, bi durişmeya “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê, rabîn ser piya û li hember zext û zilma rejîmê xwenîşandanên girseyî û mezin pêkanîn. Di van xwenîşandan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan kirin û di van êrîşan de sedan kesan jiyana xwe ji destdan, hezaran kes birîndar bûn û deh hezaran kes jî hatin girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wana nediyare û herweha gelek çalakvan hatin îdam kirin û ev îdam hêjî berdewamin.

Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwenîşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.

Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalakvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.

Gorî peymana di navbera Êraq û Îranê, ji meha nehan (Îlon) ya 2023an pêve, hêz û partîyên rojhilta Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatin bê çek kirin û li qempan hatin bilavkirin. Îran rewşa wana ji nîzingve di şopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtîya îdam dike. Herweha bi vêve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.

Em êrişên dewleta Îranê yên ku li Başûra Kurdistanê li ser hêzên rojhilata Kurdîstanê pêk hatin, bi tundî şermezar dikin. Bang li partiy û rêxistinên siyasî, saziyên medenî, rewşenbîran û bi giştî gelê me, li hemberî êrişên dewletên Îran û Turkiyê li ser bingeha yekîtiya neteweyî rawestin û helwest bigrin.

Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember zext û êrîşan tevbigerîn.

Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê jî dike ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, enîyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek dengî derkerkevin.

Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

Di van rojên dawî de qeyrana di navbera Îsraîl û Îranê de gihişte radeya êrîşên leşkerî. Ev jî rewşeke nû di xwe re tîne. Em weke Kurd di vî şerî de teref nînin lê bi hemî awayî ev krîz û şer bandorê li me dike. Ev qeyran û şer dikare herêmê serûbin bike. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê hildin rojeva xwe û li ser stratejîyek hevbeş tevbigerin.

Dema rewşa rojhilata Kurdistanê û Îranê tête rojevê, mixabin gelek caran rewşa Kurdên Xuresanê tête ji bîrkirin. Ev kêmahîyek piranîya rêxistinên Kurdistanî ye. KNK, ji damezrinê û heta niha hewl dide ku li ser rewşa Kurdên Xuresanê raweste û temsîla wan li KNKê de hebe. Eger ew bi awayekî kêm be jî temsîlîyeta Kurdên Xuresanê di KNKê de heye. Divê ev temsîlîyet bête xurtkirin. Divê pirs û pirsgirêkên Kurdên Xuresanê bikevin rojeva hemî rêxistinên Kurdistanî.

Di civînê de rewşa bawermendên Yarsan jî, hate rojevê û li ser pirsgirêkên wan jî hate rawestan. Bawermendên Yarsan, li rojhilata Kurdistanê hem weke Kurd hem jî weke bawerî di bin zextekî giran de ne. Dînê Yarsanî, bawerîyeke kevnare ya Kurdistanê ye û divê weke xwe, weke ku heyî bête parastin.

Dijminên gelê me li Bakur û Rojhilata Surîya jî, di nav liv û tevgerê de ne û bê pîvan êrîş dikin. Dewleta Tirk, ji serê meha dehan (Çirîyapêşîn – Cotmeh) virve, dema li hember hêzên Gerîla derbe dixwe, vê rewşê ji xwe re dike hêcet û êrîşê Rojava dike. Ji wê demê heta niha bi sê pêlên mezin êrîş kirine. Ev êrîş heta niha jî berdewamin. Di van êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depoyên genim, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Gorî huqoqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û emê sûcên dewleta Tirk bibin dadgehên navneteweyî.

Li Efrînê êrîşên li ser gelê me û planê guhertina demografîya Efrînê berdewamin. Niştecihên Efrînê heta 6 sal pêş niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk, pranîya Kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagîrkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên Kurdan, gelek Ereb û Tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Heman tişt li Serêkanîyê, Girêspî û deverên dî yên dagirkirî de jî pêkanîn. Tiştê li van deverên dagirkirî diqewimin, tewanên dijê mirovatîyê ne. Divê hemî Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke teybet bi dest bigrin û van deveran azad bikin.
Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

Raste li rojavayê Kurdistanê êrîş û tehdîdên mezin ji alê dewleta Tirk ve têne. Lê problem bi wê ve sînordar nînin. Rejîma Şamê herçend lewaz be jî, heta niha bi awayekî pozîtîf nîzingê çareserîyê nebûye. Ew dixwazin hemî deskevtên gelê me ji nav bibin û bizivirên sîstema berê. Eger Rejîm problemên xwe yên devera Îdlibê çareser bike, wê berê xwe bide herêmên azad yên Rojava. Ji xwe niha li devera Dêrezorê probleman derdixin. Di vî warî de jî, hişyarî û amadekarî pêwîstin.
Rojava, di rewşeke hesas de derbaz dibe. Parastina deskevtên şoreşa Rojava, karekî serekeye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansazîya KNKê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.

Di civînê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hate rojevê. Asûrî-Suryanî-Kiladanî, miletekî qedîm yên herêma me ne. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêkhatine. Piştî çend roj dî, 109. salvegera jensîda li ser vî gelî ye 109. salvegera SEYFO ye. KNK, jenosîda li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî û Ermenî bi tundî şermezar dike û bang li dewleta Tirk dike ku vê rastîyê qebûl bike û li ser heqîqetê bi encamên wê re rûbirû bibe. Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrîşek giran de ne. Bi hatina DAIŞê, hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêkhatin. Jiber van sedaman li herêmê de nufûsek kêm maye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNKê û hemî hêzên Kurdistanî ye. Emê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgarîya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, bi hev re girêdayî ye û serkevtin jî wê bi hev re be.
Weke gelê Kurd, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen û gelên dî yên li Kurdistanê, divê di bin garantiya civakî û sîyasî de xwedî mafên xwe yên demokratîk bin. Divê mafên van pekhateyan nebin qurbana hesabên desthilatdarîya sîyasî, divê wek gelên qedîm yên vî welatî werin destgirtin. Divê ev pêkhate di hemû biryarên paşerojê de beşdarbin û mafên wan yên demokratîk ne gorî hejmarê be, gorî konsesûs û lihevkirinê be.

KNK her cureyê du satndartî û nijadperestîyê ji kê bê bila bê, red dike û bang hem li siyaseta Kurd û hêm rayedaren sîyasî yên wan pekhateyan dike ku rê nedin hêzên hundir û derve yên ku dixwazin neteweperestîyê ve parçebûyînî pêş bixin.

Beşek mezin ji civaka Kurdistanê bawermendên Rêya Heq – Elewî ne. Ev dîn ev bawerî jî, bawerîyek qedîm û kevnare ya Kurdistanê ye. Bawermendên Rêya Heq (Elewî), di tarîxê de rastê gelek êrîş û komkujîyan hatine. Roja îro jî hêca weke tê xwestin, nikarin gorî bawerîya xwe îbadet bikin û jiyan bikin. Hêca rastê biçûkdîtinîyê (discrimination – ayırımcılık) têne. Heman demê de ji teref dewletê ve têne asîmîlekirin û tê xwestin di nava civaka Sunî de bêne helandin. Gelek endamên KNKê ji Rêya Heqin û nûnerên wa di nava KNKê de cihê xwe digirin. KNK, rêz ji vê bawerîyê re digre û bi hemî awayî mafên bawermendên Rêya Heq diparêze.

Di civînê de rewşa Kurdên Anatolîya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatolîya Navîn (PKAN) ku di KNKê de endamin, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê. Kurdên Antolîya Navîn demek dirêje weke Kurdên navenda Kurdistanê cihê xwe di nava şoreşê de digrin û xwe xwedîyê Kurdistanê dibînin. Ji ber vê rewşê jî bi êrîşên nijadperestî re rûbirû dibin. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê berbiçav bigrin û gelê me yê li Anatilîya Navîn tinê nehêlin.

Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her weha li seranserê Cihanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê berdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.

Di civînê de rewşa Birêz Abdullah Ocalan jî hate rojevê û bi berfirehî hate nîqaşkirin. Eve tam 3 sal û meheke agahdarîyek ji Birêz Abdullah Ocalan û 3 hevalên wî nehatîye girtin. Herî dawî sal û nîv pêş niha CPT çû Îmralîyê, lê heta niha çi agahdarî nedane. Du meh pêş niha disa CPT çû Turkîyê lê neçû Îmralîyê. Ev rewşeke gelek xeternak e. Bêdengîya CPT û Konseya Ewropa nayê qebûlkirin û em bang li van sazîyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyarîyên xwe pêk bînin. Ji 10.10.2023an virve bi pêşkêşîya dostên gelê Kurd de, kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, di asta Cihanê de hatîye destpêkirin û berdewame. Em vê kampanyayê destek dikin û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.

Rewşa jinan jî di rojeva civênê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlêmend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên dî yên Cihanê lê li welatê me jî, pirsgirêka azadîya jinê nehatîye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanazîyê ye û di asta Cihanê de deng vedaye. Lê mesele mezine, rê û rêbazekî kûr û dirêje. Divê zihnîyeta hezaran salan bê guhertin. Her weha tevgerên jinan, daxwaz dikin ku di partî û rexistinên sîyasî de hêjmara jinan bête zedêkirin. Jin, li ser têgîhîştîna baviksalarîyê di sîyaseta Kurdî de, rexne li partîyên siyasî dikin û dixwazin di hemî partîyan de, gorî heqîqeta jinê rêya siyasetê ji jinan re bête vekirin. Bi taybetî, ji partîyên sîyasî tête xwestin ku di karên yekîtîya neteweyî de, astengîyên li pêş beşdarbûna jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareserîyên derbarê yekîtîya neteweyî bi beşdarîya jinan xurttir bibin.
Divê hemû nîzikatîyên cudakarîya li ser jinê, wek nîzikbûnek antî demokratîk bê destgiritin û rêzgirtina li himber îradeya azad ya jinê di siyasetê de bibe binesazîya têgihîştinê. Divê kuştina jina çi li malê çi li kolanan weke sûcên dijê mirovahiyê bêne dîtin, ji ber ku şîdeta li dijî jinê polîtîk e. Pewîste jin bi îradeya xwe ya azad, ne ji ber zextên baviksalarî, di nava siyaset û saziyên biryarê de cih bigrin. KNK her cure amûrkirina jinê di siyasetê de red dike û rêzê li vîna azad ya jinê digire û banga hemû hezên sîyasî û civakî yên Kurdîstanî dike ku himber îradeya jinan rêzgirtî bin.

Di civînê de hilbijartinên herêmî (xwecihî) yên Turkîyê û bakura Kurdistanê jî hatin nirxandin. Li gel hemî astengî û bê huqoqîyan jî, berendamên welatparêz li Kurdistanê serketin û tifaqa faşîst ya AKP-MHPê di asta Turkîyê de şikestek mezin xwar. Bi awayekî bê huqoqî û bi fen û fîtan dewletê dest danî ser hinek bajarên Kurdistanê. Xwestin heman tiştê li bajarê Wanê jî bikin. Lê gelê Wanê bi berxwedanekî bê hempa berxweda û pêşîya wa girt. Bi vê musebetê Civata Giştî sêrîde gelê Wanê û hemî berxwedêran silav dike û serketina hilbjartîyên welatparêz pîroz dike.

Li dijê belgeya jenosîda gelê Kurd Peymana Lozanê, van demên derbazbûyîde me gelek kar kirin û gelek çalakî pêkanîn. Hêca kar û çalakîyên sedsalîya Peymana Lozanê berdewamin. Di rojeva me de pêkanîna formeke (konferans – trîbûnal) navneteweyî heye. Me di konferansa Lozanê de helwesta gelê Kurd pêşkêşî reya giştî kir. Em dixwazin di asta û mezinahîya konferansa Lozanê de, formeke mezin ya Cihanî jî pêkbînin. Em dixwazin di vê formê de bi awayekî akademîk û huqoqî, di van sed salan de li Kurdistan û li herêmê encamên vê peymana reş, di asta navneteweyî de binirxînîn û encamên wê ji Cihanê re ragihînin.

Jibo em sed sal dî jî, di vê rewşa xirab de nemînin, divê em yekîtîya xwe xurttir bikin û dengê xwe bighînin hemî cihanê. Jibo vê yekê, em bang li hemî dezgeh, hêz, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemî gelên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê û tevlî kar û çalakîyên dijê vê belgeya reş bibin.

Di Konferansa 100. Salvegera Peymana Lozanê de, jibo xurtkirina yekrêzîya nav mala Kurdistanîyan, biryara komkirina Konferansek Neteweyî hate standin. Civînê ev mijar jî hilda rojeva xwe û kire parçeyek plansazîya xwe. Amanc ewe ku di nava vê salê de em bikarin Konferasekî Neteweyî kombikin û hemî pirs û pirgirêkên xwe di vê konferansê de nîqaş bikin û li ser bingeha stratejîyek hevbeş yekîtîya xwe xurttir bikin.

Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel tehlîkeyan eger em bikarin karbînin derfet jî hene. Çar dewletên dagîrker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Êraqê ne diyare û bê istiqrarî zêde ye. Rewşa Surîya, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî serhev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, bi gelek qeyranan re rûbirû ye. Turkîya, her çend xwe xurt dibîni û derfetên weke şerê Ukrayna – Rusya û nakoyên navneteweyî jibo berjewendîyên xwe kartîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e.

Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêkbixin û yekîtîya xwe xurttir bikin, emê bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin. Jibo vê yekê divê hemî hêz, partî, sazî û rêxistinên me, herweha hemî gelê me li çaralîyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî emê bikarin hemî plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.

Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeyên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kurîyan, têra me nake. Jibo ew kêm û kurî bêne çaresrkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Sêrî de jibo yekîtîya neteweyî ku karê me yê bingehîne, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Herweha em dikarin di asta Cihanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.
Bi kurtî; dem dema yekîtîyê ye. Dem dema berxwedana li hember dagirkera ye. Dem dema azadîyê ye. Dem dema xebatê ye.

Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
21.04.2024