Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA REMEZANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Îro cejne, cejna Remzanê ye. Em cejna Remezanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Remezanê li welatê me û li hemî Cihanê, bibi wesîleya aştî û aramîyê.

Hêzên parastina Kurdistanê di mehên derbazbûyî de, li hember dagirkeran operasyonên mezin pêkanîn û derbên giran li dijminan dan. Em niha di destpêka biharê de ne. Sê heftîyan pêş niha, me li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, cejna Newrozê bi coşekî mezin pîroz kir. Piştî wê jî li bakura Kurdistanê di hilbijartinên herêmî (xwecihî) de, gelê me xwedî li îradeya xwe derket û serkevtinek mezin bi dest xwe ve anî. Em bi van serkevtinan cejna Remezanê pêşwazî dikin.

Lê dîsa jî li welatê me rewşeke aloz heye. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dagîrkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewamin û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha jî nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî serve zêdebûne. Divê hemî hêzên Kurdistanê dijê van êrîşan derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistanîyan dikin ku li hember êrîş û dagirkerîyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û yekîtîya xwe xurttir bikin.

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê bawerîyêne ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz biki. Bi vê munasebetê em careke dî cejna Remezanê, hemî li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK

10.04.2024