Languages: English ‏سۆرانی‎

Li hember xespkirina îradeya gelê Kurdistanê bê deng nemînin!

Jibo Reya Gişti

31ê Adarê li Turkîyê û bakura Kurdistanê, hilbijartinên xwecihî (herêmî) pêkahatin. Hilbijartin bi giştî di rewşeke awerte de pêkhatin, rejîma faşîst ya AKP-MHPê gelek hîle û dek û dolab zivirandin. Kesek nikare bêje li Turkîyê û li Kurdistanê hilbijartinek demokratîk pêkhat. Teybetî li Kurdistanê hemî hêzên dewletê dijê berbijêrên DEM Partîyê ketin hereketê û wke mîlîtanên AKP-MHPê xebitîn. Ji bajarên Turkîyê asker – polîs û gelek hilbijêrên sexte anîn Kurdistanê û bi destên wan deng hatin karanîn. Li gel ewqas hîle, bê huqoqî û zordarîyê jî, gelê Kurd çû ser sindoqan û helwesta xwe da diyarkirin. Gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derket û piranîya bajarên Kurdistanê de, berendamên welatparêz serketin.

Ji xwe sîstem ne demokratîk bû. Ji xwe bi dengdêrên sexte û hîleyan hinek bajar hatin xespkirin. Niha jî dest bi hîleyên dî kirine û li hinek bajaran hilbijartinan îptal dikin û li hinekan jî dest datînin li ser beledîyeyan. Mînak li wîlayeta Urfa yê li naçeya Hîlwanê DEM Partî serketîbû, li ser xwestina AKPê îptal kirin. Li gelek deverên dî jî AKP serlêdanan dike ku ew jî bêne îptalkirin.

Biryara sosret ya li bajarê Wanê ye. Berendamê DEM Partîyê Birêz Abdullah Zeydan, li hemî merheleyên resmî re derbazbûye û bûye berendam. Heta roja dawî jî ti astengî tinebûn. Lê roja dawî “Wezareta Edaletê” (gorî me wezareta bê edalete) talîmat dide dozger û ji mahkemeyê birayrekî derdixe û dibêje mafê Birêz Abdullah Zeydan yê ku bibe berendam nîne. Di encama hilbijartinan de li wilayeta Wanê Birêz Abdullah Zeydan %55.48 deng girtine. Berendamê AKPê %27 deng girtine. Sazîya Hilbijartinê ya bajarê Wanê li ser xwestina Wezerata ne Adil, belgeya serketinê dide berendamê AKPê û wî weke serokê beledîya Wanê tayîn dike.

Ev birayarek gelek sosrete û belgeyek bê huqoqî ye û bi navê huqoqê belgeyek reşe. Li vê biryarê de ne huqoq ne wijdan ne adalet ne jî ehlaq heye. Ev biryar bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ev xespkirina îradeya gelê Wanê ye û di heman demê de xespkirina îradeya gelê Kurdistanê ye. Ev biryar bi dijmanatîya gelê gelê Kurd hatîye girtin û ev biryar biryareke nijadpereste. Gelê Wanê niha li kolana ye û vê biryarê protesto diki.

Bi vê munasbetê em bang li hemî gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurd û hemî hêzên demokrat dikin ku gelê Wanê tenê nehêlên, xwedî li îradeya xwe derkevin û dijê van biryaran rawestin.

Herweha em bang ji reya giştî ya Cihanê jî dikin ku vê bê adaletî û bê huqoqîya dewleta Tirk bibînin, li hember vê biryara nijadperest derkevin.

Weke KNK li her cih û deverî, emê heta dawîyê li hember vê bê dadîyê derkevin û mafên gelê xwe biparêzin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
02.04.2024