Languages: English ‏سۆرانی‎

Sêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed û Hevrên WîLi Komara Kurdistan

               Li Komara Kurdistan

Di roja 31ê adara 1947(10 xakelêwe 1326 hetawî)an de piştî rûxandina Komara Kurdistan damezrêner û serokê komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û nunerê Mehabad li Parlamenta îranê û nunerê Qazî Mihemed li Tahran Sadr Qazî, li sêdarê dan. Qazî Mihemed û hevrên xwe bi dilsozîyek mezin jibo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û têkoşîyan. Bi avakrina Komara Kurdistanê di rizgarîya gelê kurd de gaveke dîrokî avêtin.

Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Îngilistan û Soveyetê ku ji bilî berjewendîyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrîşî Komara Kurdistaê ya ku nû hatibû avakirin, kirin, Qazî Mihemed û hevrên wî yên têkoşer li Qada Çarçira îdam kirin. Tekoşîna Qazî Mihemed û hevrên wî û xiyaneta ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nişan da ku hêzên kolonyalîst ên kapîtalîst çawa nêzî Kurdan bûne û jibo berjewendîyên xwe dikarin xiyanetê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka kurd û çaresernebûna wê hêzên kolonyalîst û kapîtalîst in ê ev nêzîkatîya wan îro jî didome.

Dema ku Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destkeftên mezin yên rêkxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê jî tê de bû. Lê mixabin bi palpiştîya kolonyalizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagîrker ya Îranê, dawî bi Komarê hat. Dîsan bi pilan û pîlanên kolonyalîzma nevnetewî ew xewn û hîviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagîrkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wî demî biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, dinava wan şert û mercên giran yên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duwemîn da bû. Lewra ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi slogana Jin Jîyan Azadî bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parêstina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku dewleta Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd rojane bi kar tine, tekoşer, siyasetmedar û çalakvanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevrên wî didomînin. 
 
Em weke KNK, di bîranîna 77 salîya li sehadeta pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîrtînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Herweha di sêrîde dakirkerên weke rejîma Îranê û hemî dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK ê