Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Paskalya pîroz be

Cejna Paskalya li tevahiya cîhanê û Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî pîroz be

Îro cejen, roja qiyamêye, roja rabûnêye, cejna Paskalyayê ye. Di demekî de ku gelên Mezepotamya û gelên Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin, em cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî, carekî bi dilekî xweş pêşwazî dikin û pîroz dikin.

Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re di bihûre. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkyên wê ve çarenivîssaze. Şoreşa gelan ya li dijî zilm û dagirkerîyê, ku gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî û hwd. hembêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalya yê, wê hêzeke mezin û îradeyeka bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar ya ji bo damezirandina civakeke wekhev û pêkve jîyana bi aşitî û bextewerî yê.

Em weke KNK e, bi germî cejna Paskalya li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê Cihanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramîyê.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê