Languages: English ‏سۆرانی‎

Helwest û Bang

Ji Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê û Kesayetên Serbixwe yên Kurdistanî;

ئەنجامنامەی کۆبوونەوەی کۆمیتەی دیپلۆماسیی هاوبەش 2024.03.23

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 23.03.2024an, civîna xwe ya bîstûhftemîn li gel Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê û komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Ji ber rewşa awerte ya Kurdistanê, ev civîn berfireh hate girtin. Wê encamnameya civînê bi awayekî berfireh bête bilavkirin. Lê ji ber gef û êrîşên dijminan yên li ser Kurdistanê em vê banga lezgîn bi reya giştî re parvedikin.

Dewleta Tirk, li başûr û li rojavaya Kurdistanê xwe ji operasyonên mezin re amade dike. Sêrîde Erdogan û rayedarên dewleta Tirk yên peywendîdar di her firsetê de, me Kurdan tehdît dikin, gefan li me dixwin û bi eşkere dibêjin emê li ser we opersyonên mezin pêkbînin. Amanca dewleta Tirk ewe ku hemî deskeftên Kurdan têkbibe. Jibo bigihên van amancên xwe, hemî rê û rêbaran dixebitînin. Jibo ji xwe re hevkaran bibînin, hemleyek dîplomasîyê dane destpêkirin. Wefdên wana geh li Emerîka, geh li Ewropa, geh li Rusya, geh li welatên Ereba ne.

Li alê dî ji mehên payîzê vir ve, rêya Êraqê ji xwe re kirine rêya avê. Her meh an jî ji çend hefteyan carekî, an serdana Êraqê û Herêma Kurdistanê dikin an jî ji Êraqê heyetan vediwînin Enqere yê. Ji serdan û hevdîtînên li gel Êraqê u hukumeta Herêma Kurdistanê, amanca dewleta Tirk ewe ku dewleta Êraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê jî bike şîrîkê vê sîyaseta xwe ya xwînrêj û xirab. Li gora xwe çi navî lê datînin bila danin deleta Tirk, dijê gelê Kurd, di nava şer de ye. Dixwazi hukumeta Êraqê jî bixe nava vî şerî û dijê gelê Kurd bide şerkirin.

Dewleta Tirk dijê hemî deskevtên Kurda ye û dijê deskevtên Herêma Kurdistanê ye jî. Sêrîde Erdogan û gelek rayedarên dewleta Tirk, gelek caran gohtine û dibêjin “xetayên me li bakura Êraqê kirî emê li bakura Surîya yê nekin”. Pêwîste her Kurd wateya vê gohtinê baş fêhm bike. Polîtîka dewleta Tirk ewe ku di encamê de deskevtên başûra Kurdistanê jî, ji holê bêne rakirin. Divê ev rastî ji teref hemî Kudan ve bête dîtin û hemî Kurd bi hevre, li hember van planên dewleta Tirk derkevîn. Pêwîste rêveberîya PDKê li hember ew metirsîyên ku amanca wan ya sereke têkdan û ji navbirina statûya Herêma Kurdistanê ye hişyar û hestyarbin.

Li alê dî rayedarên dewleta Tirk, rojane gefan li rêveberîya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan kurdistan – YNKê dixwin û zextekî mezin li ser devera Silêmanîyê pêktînin. Ev zext û tehdîtên wana bi çi awayî nayêne pejirandin û her kurdekî welatparêz divê dijê van zext, gef û tehdîtan raweste.

Li ser vê yekê:

    • Civîn, bala hemî Kurdistanî û dostên Kurdan bi awayekî lezgînî dikişîne ser gef, êrîş û amadekarîyên operasyonên dewleta Tirk yên li ser başûr û rojavaya Kurdistanê û bang dike ku hemî hêzên Kurdistanî û dostên Kurdan li hember van êrîşên dewleta Tirk derkevin.
    • Civîn, helwesta YNKê ya li hember daxwazên dewleta Tirk yên ne rewa, weke helwestekî welatparêzî û neteweyî dibîne û zext û gefên dewleta Tirk yên li hember YNKê şermezar û mehkum dike.
    • Civîn, bang li hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi rihê Newrozê kombibin, yekîtîya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.
    • Civîn, bang li hukumeta Êraqê dike û dibêje, li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Êraqê de derkevin, baregehên leşkerî bidin rakirin û dawî li dagirkerîya artêşa Tirk bînin.
    • Civîn, bang li dewleta Tirk dike ku dev ji van tehdît û êrîşan berde û bizivire ser pêvajoya dîyaloga aştî û çareserîya sîyasî.
    • Civîn, bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – RNY, hêzên sereke yên Cihanî û reya giştî ya Cihanê dike ku li hember gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û piştgirîya tekoşîn û tevgera azadîya gelê Kurdistanê bikin.

Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!

Bijî Berxwedana li Hember Dagirkeran !Bijî Yekîtîya Neteweyî !

Jin – Jiyan – Azadî !

ئەنجامنامەی کۆبوونەوەی کۆمیتەی دیپلۆماسیی هاوبەش 2024.03.23

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê

23.03.2024, Bruksel