Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Berxwedanê, Cejna Azadîyê, Newroz Pîroz be!

Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyare. Newroz roja berxedanê ye, Newroz serhildane, Newroz roja serkevtina li hember zulmê ye, Newroz cezna azadîyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestîyê derketîye holê. Dijî zulmê, koletîyê, dagîrkerîyê û her reng bindestîyê bûye sembola rizgarî û azadîyê.
Îro gelê Kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kiriye şahîyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Herweha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî, Newroz weke cejna Kurdan daye naskirin. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê de Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tête pîroz kirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengîyên dagirkeran, disa jî bi wateya xwe tête pîroz kirin û agirê rizgarî û azadîyê gurtir tête hilkirin.

Bi Newrozê ve em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Di nava vê salê de dijminên me gelek aktîfbûn û li gelek deveran bi hêzên mezin êrîş kirin. Teybetî dewleta Tirk êrîşên zwe yên li ser Başûr û Rojava zêdekirin. Dewleta Tirk dijmina sereke ya gelê Kurd e. Planên wana planên têkbirinê ne û eger bê milê wa, li kû deverê Cihanê be bila bibe, wê hemî deskeftên Kurdan têkbibin. Li hember êrîşên dewleta Tirk, ji teref Tevgera Azadîyê ve li seranserê Kurdistanê berxwedanek mezin hate meşandin. Teybetî operasyonên hêzên HPGê yên Xakurk, Metîna, Zap û Avaşîn, mohra xwe li salê dan. Dewleta Îranê jî di vî warî de şîrikê dewleta Tirk e. dewleta Îranê di nava vê salê de bi desteka hukumeta Bexadayê êrîş û zextên mezin anîn ser hêzên Kurdî.

Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya tekoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek alîyan ve êrîş dikin. Teybetî dewleta Tirk, jibo têkbirina hemî deskevtên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşekî mezin de ye. Heyetên dewleta Tirk ji mehên peyîzê vir ve, bi awayekî prîyodîk an serdana Êraqê û başûra Kurdistanê dikin, an Êraqîyan dawetê Enqere yê dikin. Amanca wan ewe ku hukumeta Êraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê jî bikin şîrikê xwe û di mehên biharê de li dijê Tevgera Azadîya Kurdistanê operasyonên mezin pêkbînin.

Dewleta Îranê jî bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre û dixweze hêzên azadîxwaz ji holê rake. Herçend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me jibo lewazkirin û têkbirna vê statuyê, li ser karin û di nava dek û dolaban de ne. Eve ji salekî zêdetire wext li ser hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbazbûye û parlamento fîîlen nîne. Meseleya hilbijartinan niha bûye krîzek kûr. Ev jî meşrûîyeta hukumetê têxe bin pirsê û xeterîyê li ser dem û dezgehên Kurdistana federal çêdike. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewamin û hingî diçi gefên dewleta Tirk zêde dibin. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têkbibin.

Rewşeke teybet li zîndanan heye. Li zîndanên Tirkîyê û Îranê de, deh hezaran girtîyên me yên siyasî hene û di bin zextekî mezin de ne. Ji Birêz Abdullah Ocalan û 3 hevalên wî yên li girava Îmralîyê, eve sê salin agahdarî nîne û rewşa wana ne diyare. Çavên hemî girtîyên siyasî li me û li xebata me ne. Divê em ji xwestin û hêvîyên wana re bibin bersiv. Divê em bi serxistina şoreşê ewan azad bikin.

Ev rewşa li jorê bi kurtî hatî behskirin, erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêza parastinê bê xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şkanandin, divê deskeftên heyî bêne parastin û deskevtên nû bêne bi destxistin.
Divê hevkarîya bi dijminan re weke xeta sor bête dîtin û bête mehkumkirin. Jibo van hemîyan divê di sêrîde yekrêzîya nav mala Kurdî bête avakirin û yekîtîya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadîyê.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Emê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke salan dakevin qadan û Newrozê bi rihê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da, agirê Newrozê divêt bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û bawerîyê Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Dem dema xurtkirina berxwedanêye.
Dem dema azadîyê ye.
Newroz pîroz be!

Newroz2024 سۆرانی.

Konseya Rêvebir ya KNKê
20 Adar 2024, Bruksel