Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser yêkîtîya mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê

Daxûyanîya Çapemenî 28.11.2014- Heta ku Kurdistan rizgar nebe, Kurd û Kurdistanî azad nebin û bi îradeya xwe ya demokratîk biryara mafê çarenivîsa xwe nedin, li welatê xwe bi hêza xwe ya xwumal demokrasîyê ava nekin pirsa yêkîtîya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê dê di serê rojeva Kurd û Kurdistanîyan da be û divêt bibe. Di vê xalê da kêm zêdê hevpişkîyeke maqûl jî heye di cîhana polîtîk ya Kurdistanê da. Eve rastîyek e. Lê belê hindek rastîyên dî jî hene: Parçetîya Kurdistanê û hebûna dagîrkerîyên cuda digel xwe alozîyên mezin yên rêxistinî û polîtîk jî pêktîne. Rastîyeke dî jî ew e ku di cîhana polîtîk ya Kurdistanê da tifaqa navxweyî nîne. Di vî warî da şuûra yêkîtîyê di çarçoveya giştî da lawaz e. Sebeb û faktorên vê lawazîyê gelek in û piralî ne. Rastîyek dî jî ew e ku di çareserkirina vê pirsa lezîn û jîyanî ya doza Kurdistanê da leng û lor jî be hewildan hatine nîşan dan û gav hatine avêtin.

Yêk ji van hewildan û pêkhatina jî hebûna KNKê ye. KNKê ji 1999ê ve, xwe li ser hewcehîya tifaqa navxweyî format kirîye û temamî kar û xebata xwe li ser vê armancê formûle kirîye, di nav pratîkeke neteweyî û niştimanî da bûye. Di midehê van 15 salan da şik tê da nîne ku KNK jî li ber rastîya tevlîhevîya cîhana polîtîk ya Kurdistanê bi ber pêlan ketîye, car xurt bûye, car lawaz bûye lê ji kanalê pêdivîya tifaqa navxweyî varê nebûye. Di halê hazir da ji seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê bi beşdarîya 55 partî û organîzasyonên polîtîk û sivîl û demokratîk digel kesayetên serbixwe yên polîtîk û ronakbîrî bi temamî 250 endamên KNKê hene û KNK bi vê terkîba xwe ve sedased nebe jî temsîlîyeteke neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê îfade dike.

Di vî warî da em dizanin ku daxwaz û lêgerînên tifaqa herî mezin ya navxweyî hene ku KNK jî di her kom û kombûnên xwe da destnîşanîya vê pirsa giran dike û banga xwe ya tifaqa herî fireh û mezin di her delîveyî da dubare dike ku îro jî wisa difikire. Ji ber vê rastîyê ji bo hewildana Kongreya Neteweyî ya Kurd ya li Tîrmeha 2013ê li Hewlêrê pêkhatî destek dayê û di xebata amadekarîyê da cih girt. Lê mixabin ew gav neçû serî û hate paşdan. KNK di her firsetê da daxwazê ji aktorên cîhana polîtîk ya Kurd û Kurdistanê dike ku ev xebat bête domandin.

Lê belê, gavên nûvekirina xebata Kongra Neteweyi ya Kurd KNKyeke herî fireh û mezin jî divêt di nav hewildanên demokratîk û şeffaf da bêne kirin û çu dînamîkên neteweyî û niştimanî li derveyî vê prosesa avakirina yêkîtîya mezin neyên hêlan.

Bi taybetî jî KNK ku eve serê 15 salan e bi vê armanca yêkîtîya Kurd û Kurdistanê hatîye ava kirin divêt di merkeza vê xebatê da cih bigire. Bi ezmûn û zanyarîyên xwe, KNK ji bo vê xebatê dikare bibe bingeh û amadeye çi gorankarîyên tê xwestin di nav xwe de pêkbîne. Di avabûn û hebûna KNKê da kedeke mezin ya bi sedan organîzasyon û şexsîyetên polîtîk û ronakbîrî yên Kurd û Kurdistanî heye.

KNK li hêvîyê ye ku hem endamên KNKê hem jî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê li ser vê pirsa jîyanî bi ciddîyet rawestin û yêkîtîya neteweyî ya ku hemû Kurd û Kurdistanî çaverê dikin bêyî zerar û ziyan û birîndarî pêkbînin. Roj roja nîşandana xîreta tifaqa neteweyî û niştimanî ya herî fireh û mezin e.

Piştî sed salan dîsa Rojhilatanavîn ji nûve tê sazkirin û Gelê Kurdistanê serdemeke dîrokî re derbaz dibe. Li gel tehlîkeyan jî be, derfetên mezin derketine holê. Şerê me yê li hember terorê, berxwedana bê hempa ya keç û xortên me ya li hember êrîşên hovane, bûye destenake qehremanîyê. Evê yekê di qada navteweyî da rê û îmkanên nû ji me re vekirine. Kurdistana pêşîya sedsalan hatî parçekirin û hatî ji bîrkirin, îro rastîyeke herêmêye û xwe li dost û dijminan dide qebûlkirin.

Bûyera Şengalê û Kobanîyê bi vekirî nîşan da ku tifaqa mezin ya Kurd û Kurdistanîyan, hevçeperîya hêzên leşkerî yên Kurdistanê çend giring û jîyanî ye ku man û nemana Kurd û Kurdistanê bi vê yêkîtîya mezin ya neteweyî û niştimanî ve girêdayîye. Heke di vê konjonktura herî pozîtîv ya neteweyî, navçeyî û navneteweyî ya doza Kurdistanê da yêkîtîya mutleq fireh neyê ava kirin eve beramberî xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan dê bibe gunehkarîyeke gelek mezin.

Em wekî KNK ji bo vê armanca hevpar hene û herweha amade ne ku hemû fedakarîyan bikin ku Kurd û Kurdistanî bigihine xwezî û daxwaza xwe ya jîyanî ku ew jî tifaqa mezin ya navxweyî ye.

Hertişt bo yêkîtîya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê.

KNK
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
28. 11. 2014, Bruksel