Languages: English ‏سۆرانی‎

1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cihanê Pîroz be!

Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwuhdana enîya xwe, bi keda xwe, 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya “Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgirîyê”. Ev cejn vê gavê li seranserê Cihanê tête pîroz kirin. Bila Cejna 1ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cihanê pîroz be.

Cejna 1ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistanîyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî eve serê sedan salan e, ji bo azadîyê, rizgarîyê, jîyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadîyê û rizgarîyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên1ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşîya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî xelkê, serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kirîye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kirîye.

Em îsal jî cejna 1ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin. Li çar alîyên Kurdistanê, êrîş û planên dijê gelê Kurd berdewamin. Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên Kurdan di bin xeterîyek mezin de ne. Dewleta Tirk xwe ji êrîşeke mezin re amadekirîye. Hemî amadekarîyên xwe yên leşkerî pêkanîne. Ji mehên payîzê vir ve, dest bi hemleyek dîplomasîyê jî kirine. Heyetên wan geh li Ewropa ne geh li Emerîka ne geh li Rusya ne geh li Îran û welatên Ereba ne. Herî zêde jî diçin Êraqê. Dixwazin Îran û Êraqê jî bikin şîrîkê xwe û êrîş bikin. Hedefa pêşîyê Qadên Parastina Medya ye û hemî bingeh û baregehên gerîla ne. Paşê jî Rojavaya Kurdistanê ye. Amanca xwe bi vî rengî eşkere dikin, lê di bingehê de başûra Kurdistanê jî di navde, hemî deskevtên Kurdan hedef digrin û dixwazin hemî deskevtan ji holê rakin. Divê hemî partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî vê rastîyê bibînin û gorî vê rewşê tevbigerin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, yekîtîya xwe xurttir bikin û bi hevre bi yek dengî dijê van planan derkevin.  

Divê hemî hêzên Kurdistanê dijê êrîş û planên dagirkeran derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistanîyan dikin ku li herderî bi coşa Newrozê tevlî çalkîyên pîrozbahîya 1ê Gukanê bibin, di van çalakîyan de, li hember êrîş û dagirkerîyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.

KNK 1ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cihanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên Cihanê pîroz dike.

1ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran pîroz be!

Konseya Rêvebir ya KNKê