Languages: English ‏سۆرانی‎

Ti hêz wê nikaribe Kurdistana ku bi jinên azad ve azad dibe bide sekindandin

Cîhana me ya îro, mîna beriya Şerê Cîhanê yê Yekem, di warê siyasî û civakî de serûbinîbûyinekê dijî. Em 8’ê Adara 2024’an di demeke ku li cîhanê şer, pevçûn û li aliye din jî berxwedan herî zêde dibin pêşwazî dikin.

Dewletên ku di krîzê de ne bi metîngerî, talan, bêkarî, xizanî, bêhiqûqî, desteserkirina kedê,pêşxistina neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê, bi rastî li dijî civakan şer îlan dikin.

Ne tenê mirov, di heman demê de çavbirçîtiya bêsînor a desthilatdaran xwezayê wêran dike. Ji bo jinan, şer, krîz, mêtingerî û desteserkirina kedê xwedî dîrokeke hezar salan e. Lê ti carî şerê li dijî jinê nehatiye binav kirin.
Qirkirina jinê (femînîcîde) ne di siyaset û ne jî di hiqûqê de hîn jî wek tawanê şer nehatiye qebûlkirin.

Di vê serdemê de jî kuştina jinan di asta cîhanî û herêmî de her diçe zede dibe. Ev dem mîna dema beriya Şerê Cîhanê yê Yekem dema Clara Zetkînê ye. Jinan wê demê jî lihemberî zilmê serî netewandin, li ber xwe dan. Wê demê jî dizanibûn ku ew bi rêxistinbûn û berxwedanê dikarin encamê bi dest bixin. Li ser wê jina mezin a sosyalîst Clara Zetkîn di sala1911 an de 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê rexistin kir û weke mîrateya berxwedana jinan îlan kir.

Kurdistan wek dema şerê cîhanê ya yekem, îro jî navenda herî giran a tundî, dagirkerî, talan û mêtingeriyê ye. Bi şer, koçberkirin, guhertina demografîk û asîmîlasyonê tê xwestin ku Kurd bên tunekirin. Hezên dagirker dixwazin ku Kurdistan ne tenê bi gelê xwe, bi xwezaya xwe jî were tunekirin.

Ji ber ku kolonyalîst bi hêrs in û ji Kurdistana ku di bin pêşengiya jinan de ronî û bihêz bûye nefret dikin. Jin û gelê me bi lehengiyeke mezin têkoşîneke bêhempa dimeşînin ku di sedsala 21’an de wê Kurdistan bibe welatê demokrasî, wekhevî, dostanî, azadî, edalet û aştiyê.

Kurdistana ku bi dest û vîna jinê hatiye xemilandin, îro hêviyê dide mirovahiyê. Bi taybetî dewleta Tirk, rejîma Îran û Sûriyeyê, vê Kurdistanê ji bo desthilatdariyên xwe yên despotîk, faşîst ên serdest ên mêr, weke metirsiyeke mezin dibînin. Dîsa di van demên dawî de Iraq hewl dide ku Başûrê Kurdistanê ji nû ve bike koloniya xwe.

Dewleta Tirk a faşîst bişev û roj ji aliyekî ve Rojava, Şengal û Başurê Kurdistan bombebaran dike, li aliye din jî plansaziyeke nû ji bo şerêkî topyekûn dike. Li Bakure Kurdistan jî bi sazîkirina faşîzma topyekûn dixwaze Kurdistanê ji hole rake. Rejîma paşverû ya Îranê jî îdama çalakwanên Kurd û jin zede kiriye.

Mixabin, li aliyê din zîhniyeta zilamê serdest a Kurd a paşverû, ji ber ku bi civakbûyîna felsefeya jina azad a Kurdistanê re wê hêza xwe winda bike, welatê xwe pêşkêşî hêzên kolonyal-dagirker wek dewleta Tirk dikin.

Hêzên kolonyalîst ji aliyekê ve bi şerê taybet û ji aliyekê ve bi îstismarkirina ola Îslamê, ji bo ku Kurdistana ku veguheriye welatê jina azad, vegerînin serdemên tarî. Hezên dagirker ji ber vê yekê jî zîhniyeta serdestiya mêr a paşverû ya ku hê jî li Kurdistanê xwe ferz dike provoke dike û êrîşen jina dide kirin. Yek ji sedemên ku şîdeta di nav malêde û kuştina jinan pêk tê jî ev e.

Sedema din jî ew e ku ditirsin ku di encama demokrasî û azadiya ku bi têkoşîna azadiya jinê hatiye pêşxistin de desthilatdariya xwe winda bikin. Lê belê tu hêzeke paşverû çi herêmî, çi cîhanî û çi netewî dê nikaribe Kurdistana azad a ku bi îradeya jina Kurd hatiye afirandin tune bike.

Bi vê boneyê em di 8’ê Adara 2024’an de careke din hemû şehîdên şoreşger ên Kurdistanê bi taybet şoreşgerên jin bi bîr tînin. Her wiha em jinên enternasyonalîst ên cîhanê ku mîrateyek dîrokî ji me re hiştine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Komisyona Jina ya KNKê – 7ê Adar 2024