Languages: English ‏سۆرانی‎

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê derkevin!

Di roja 21 ê sibata 2024 da careke din balafirin şer yên dewelta dagerkir ya tirk li devera Behdînan êrîşî xelkên sivil kir û du hevwelatîyên bi navên Beşîr Umer Ali û Arif Teha ji gundê Kafya yên ser bi Dinartê ye şehît xistin. Kesên şehît ketine xelkê sivîlin û tevî gundîyan li nav bax û zevîyên xwe kar dikirin.

Ev ne cara yekemîne ku dewleta dagerkir êrîşên xwe yên bi vî regnî xelkê sivîl dike armanc. Di nav van salên dawîde nêzî 1500 kesên sivîl li heman herêm tûşî êrîşên bi vî rengî bûne û jiyana xwe ji dest dane. Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê van êrîşan şermezar dikin û sersaxîyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin.

Dewleta dagerkir ya tirk cesaretê ji alikarî û hevkarîya hukûmet û desthilatdarîya KDPê digre û kurdan qetil dike!

Armanc û hedefên êrîşên dewleta tirk gelekî aşkere û dîyare ku dixwazin hemû xelkê sivîl bê ferq û cewazî bikin armanc û qirkirinê bêk bîne û herêmê ji xelkê sivîl çol bikin dakû ber li dagerkirîya xwe xweş bikin.

Wa dîyare ku ev êrîşên dewleta tirk bi dilê hukûmet û desthilatdarîya KDP ê ye. Jiber vê sebebêye kû hukûmet û desthilatdarîya KDP ê ne li herêmê û ne li xelkê sivîl xwedî dernakeve û heta îro tu helwestek li hemberî van êrişan dîyar nekirîye û şermezar nekirine.

Lewra em bangewazî li hembû hêzên kurd û kurdistanî yên ku li parêztina berjewendîyên xelkên kurdistanê dikin û xwedî lê derdikevin kû helwesteke tund li hemberî van êrîşan rêşan bidin û şermezar bikin!

Konseya Rêvebir ya KNKê