Languages: English ‏سۆرانی‎

Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê pîroz be

Parastin û pêşvebirina ziman û li hev nêzîkkirina zaravayên kurdî stûneke yekîtîya me ya neteweyî ye

Zimanê Kurdî nasnameya gelekî kevnarê Rojhilata Navîn e. Ji ber ku di dîrokê de êrîşên li ser gelê me bûye sedemek ji bo mayîn û parastina taybetmendî û cudahiyên me. Piştî parçekirin û dagîrkirina Kurdistanê û serdestiya biyanîyan û piştre jî encamên peymana Lozanê, dewletên serdestên (Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq) ê siyaseta înkarkirina ziman û hewldanên tinekirin, helandin şêwandina zimanê kurdî meşandin. Bi taybetî li Tirkiye û Îranê mafê bikaranîna zimanê dayikê nayê dayîn û ji vî mafê gerdûnî û qanûnî bêpar e.

Di vî warî de erkê saziyên navneteweyî û mafên mirovan e ku li hemberî vê zilma dewletên Tirkiye û Îranê û fişar – zextên bikaranîna zimanê zikmakî yên li ser gel û civakên di nav sînorên van her du dewletan de bêdeng nemînin.
Guhertinên lezgîn û werpêçên li cîhanê û şoreşa ragihandin û alavên elektronîkî rasterast bandor li ser ziman kirîye û dike û gihandiye asteke dinê. Ew dikare bi awayek erênî sûd jê bête girtin. Di vî warî de zimanê kurdî serbarê ku xwedî pêgeheke baş û berçav heye, ji ber wê jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê spasiya hemû wan hewldanên takekesî û sazîyên di vî warî de dixebitin dike. Her wiha erkê Hikûmeta herêma (başûrê Kurdistanê) û Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê ye jî ku di warê polîtîkaya ziman û plansaziyên ziman ve kar û xebata li hev nêzîkkirin û parastina zarav û binzarên zimanê kurdî têxin rojev û stratejiya karen xwe da û budce jê re bê mezaxtin û saziyên taybetmend jê re bêne raspartin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK ji bo piştgiriya van xebatan amade ye û bi berdewamî jî hewl dide zaraveyên zimanê kurdî nêzîkî hev bike, biparêze û bi pêş bixe. Wek çawa îsal di 21ê sibatê de bi hemahengiya Akademiya Kurdî li başêrê Kurdistanê dê ji çar panelîstên her çar parçeyên Kurdistanê re civînek – korbendekê li dar bixe. Di salên bihurî de jî ligel zaîngehên Kurdistanê çend çalakiyek me encam dan.

Roja Cîhanî ya zimanê dayikê li hemû kurdên kurdîaxêv pîroz be û em bi hşvî ne ku zimanê me her dem ji pêşengên zimanên cîhanê be. Ji bo vê jî têkoşîneke plankirî dixwaz e.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK
Komsyona Ziman, Çand û Perwerde