Languages: English ‏سۆرانی‎

Em Komplo û Bêdadîya 15ê Sibata 1999ê, Ya Di Şexsîyeta Birêz Abdullah Ocalan’da Li Ser Hereketa Azadîya Kurdistanê Hatî Meşandin, Bi Tundî Şermezar Dikin!

Li 15ê Sibata 1999ê bêdadîyeke mezin hate kirin. Li milekê mezinekî Xelkê Kurdistanê û Serokê PKKê Birêz Abdullah Ocalan, li milê dî dewleta dagîrker Tirkîye û dewletên tifaqdar yên wê li Cihanê. Birêz Ocalan doza azadîya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgarîya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên Dinyayê lê hatin xezebê û xwestin Dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikênin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovan, ne huqûq, ne dad û nejî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku jibo wijdan, huqûq, dad û dadyarîyê, jibo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovîtîyê xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jîyanê lê heram bikin.

Tifaqdarên dewleta Tirkîyeyê yên Cihanê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yêkîtîya Ewrûpayê, Yewnanistan û hetta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kenya jî pê ra, di xeta neheqî û bêdadîyê da bûne rêz û ji bo berjewendîyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtîya Ewrûpayê Yewnanistanê bû, bi hîlebazîyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkîyeyê kirin.

Amanca komployê ew bû ku Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê, tesfîye bikin. Pêvajoya pîştî komployê bi zelalî nîşan da ku ev merkezên bêdadîyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêvîyê bûn ku PKKya ku pêşengîya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav bibe, anjî qet nebe gelek lawaz bibe. Di midehê van 25 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Birêz Ocalan di zîndanê de berxweda û zîndana Îmralîyê jî kir qadeke tokoşînê. Li alê dî Tevgera Azadîyê û hemî gelê Kurdistanê, di van 25 sêlana de berxwedanekî bê hempa pêşxistin û komplo vale derxistin.

Herçend komploger negiştibin amanca xwe jî, lê ji dev êrîş û dek û dolabên xwe jî bernedane. Niha jî dewleta Tirk, bi hemî awayî dijmintîya gelê Kurdistanê diki û êrîşên xwe berdewam diki. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her weha li Başûr, Rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dijminatîya Kurdan diki. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin û êrîşê hemî deskevtên Kurdan diki. Komplo bi awayekî dî berdewame û divê Kurdistanî û dostên xwe, vê rastîyê bibînin û gorî vê rastîyê tedbîran bigrin û tekoşînê bilind bikin.

Li ser komploya 15ê Sibatê re 25 sal derbazbûne. Birêz Abdullah Ocalan heta niha jî, girtîye û di bin tecrîdekî giran de ye. Eve 35 mehin ku ji Bîrêz Ocalan û 3 hevalên wî yên li Îmralîyê, ti xeber û agahdarî nînin. Di nava van 35 mehan de ne malbat ne avukat ne jî kesek dîtir yên ku em jê bawer bikin, Birêz Ocalan û hevalên wî nedîtine û dengê wan ne bihîstine. Di nava van 35 mehande ne name ne telefon ne ti mesajên wana negiştine me. Li ser vê, ji 10.10.2023an ve, dostên Birêz Ocalan û dostên gelê Kurd, di asta navneteweyî de bi navê “Ji Birêz Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kampanyayek mezin dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em jî weke KNK cihê xwe di nava vê kampanyayê de digirin û kampanya azadîya Birêz Ocalan destek dikin û bang li gel û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku ew jî piştgirî bidin vê kampanyayê.
Di çerçeveya vê kampanyayê de, di pêşengîya dost û hevalên Birêz Ocaln de, 17.02.2024an roja Şemîyê, li Almanya li bajarê Kolnê, meş û mitîngeke mezin pêktê. Bi vê munasebetê em weke KNK, bang li hemî Kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku beşdarê vê meşa mezin bibin û weke 15ê Sibata 1999an degê azadîyê bilind bikin û komplogeran şermezar bikin.
KNK di salvegera komploya 15ê Sibatê da careke dî bang li hemî Kurdistanîyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gazîya xwe ya têkoşîna ji bo azadîya Birêz Ocalan û rizgarîya Kurdistanê, yêkîtîya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermizar bikin.
KNK herweha bang li hemû Kurdistanîyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşerîya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.

Konseya Rêvebir ya KNKê