Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya civîna bîstûşeşemîna (26) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 14.01.2024an, civîna xwe ya bîstûşeşemîn li gel Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Ev civînek hevbeş bû, endamên herdu komîteyan bi hevre beşdarê civînê bûn û plansazîyek hevbeş hate çêkirin.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li başûr û rojavaya Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur, Başûr û Rojava, berxwedana hêzên parastinê, operasyonên şoreşgerî yên HPGê, rewşa xeternak û guhertina demografîya Efrînê û deverên dî yên Rojava, li başûra Kurdistanê kêşe û qeyrana siysî, îdarî û aborî, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtîyên siyasî, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, şerê Îsraîl û Hemasê, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, biryar û encamên konferansa bi navê “Di Sedemîn Salvegera Peymana Lozanê da Helwesta Gelên Kurdistanê” û Forma Navneteweyî ya li ser encamên Peymana Lozanê û karên dî yên ku 100. salvegera Peymana Lozanê de bênekirin jî, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

1-Rewşeke ne diyar li seranserê Êraqê heye û ev rewş jibo statûtaya Kurdistanê jî xeterîyan bi xwere tîne. Êraq bi giştî ber bi kaosekî ve diçi. Jiber ku Êraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Êraqê. Mixabin di vê rewşa ne diyar de, hêzên Kurdistanî jî ne yek dengin û bilave ne. Êrîş, tehdît û destwerdanên Tirkîya û Îranê yên li ser Başûr zêdebûne û berdewamin. Piştî şerê Îsrîl û Hemasê, êrîşên bi dronan yên milîsên Şîe jî serve zêdebûne. Ev jî bê îstîqrarîyê bi xwe re tîni û asayîş û ewlekarîya herêmê xirab dike. Ev êrîş çiqas bi hênceta heyîna hêzên Emerîka bin jî, lê di bingeha xwe da amanc têkbirina deskevtên Kurdistanê ne. Di pişt van êrşande hêzên dagirker (Îran, Tirkîya û Êraq) û hevkarên wan hene. Ev êrîş parçeyek ji siyaseta têkbirina statûya federal ya başûra Kurdistanê ye. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Erîşên dewleta Tirk û Îranê yên hevkarên wana, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

Qeyrana aborî û nedana moçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewame. Wa lê hatîye ku mehê çend caran weftên herêmê diçin Bexdayê û tinê li ser pirsa moçeyan disekinin. Ev polîtîqayek dagirkerane ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girêbidin.
Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewamin. Eve ji salekî zêdetire Parlamento nemaye û ne diyare ka wê kengê hilbijartin bêne çêkirin. Ev rewş sêrîde meşrûîyeta seroktîya herêmê û hukumetê û dezgehên dî yên rêveberîyê têdixe bin pir û nîqaşê. Herweha di nav hêzên Kurdî de jî nakokîyên dijwar hene û rewşa du (2) îdareyî jî berdewame.

Di vê rewşê de li Kerkûkê hilbijartinên herêmî pêkhatin. Mixabin li vê devera hesas jî nakokîyên navxweyî nehiştin ku hêzên Kurdî bi yek dengî bikevin hilbijartinê. Ji ber wê sedemê jî hilbijartinan weke tê xwestin encam nedan. Rewşa Kerkûkê hesase û divê bi polîtîqayek neteweyî bê şopandin. Raste pêkhateyên weke Tirkmen, Ereb û Asûrî li Kerkûkê dijîn û niştecihê wî bajarîne, lê devera Kerkûkê parçeyek ji axa Kurdistanê ye û piranîya xelkê Kerkûkê Kurdin. Dewleta Tirk vî bajarî weke bajarê Tirkmenan bi nav dike û ev demeke dirêje li wê deverê destwerdanan pêktîne. Pêwîste hemî alîyên siyasî yên li Kerkûkê heyî bi hesasîyetek teybet, nîzingê bajarê Kerkûk û niştecîyên Kerkûkê bibin. Divê her partî û her teref berjewendîyên xelkê Kerkûkê li ser berjewendîyên xwe de bigri. Divê emniyet û asayîşa Kerkûkê bête parastin û hemî pêkhate di nava aştî û aramîyê de bijîn.

2-Dijminên gelê me li Bakur û Rojhilata Surîya jî, di nav liv û tevgerê de ne û bê pîvan êrîş dikin. Dewleta Tirk, ji serê meha dehan (Çirîyapêşîn – Cotmeh) virve, dema li hember hêzên Gerîla derbe dixwe, vê rewşê ji xwe re dike hêcet û êrîşê Rojava dike. Ji wê demê heta niha bi sê pêlên mezin êrîş kirine. Ev êrîş (di roja civîna me de jî) heta niha jî berdewamin. Di van êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depoyên genim, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Gorî huqoqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û emê sûcên dewleta Tirk bibin dagehên navnetweyî.
Li Efrînê êrîşên li ser gelê me û palnê guhertina demografîya Efrînê berdewamin. Niştecihên Efrînê heta 6 sal pêş niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk, pranîya Kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagîrkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên Kurdan, gelek Ereb û Tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Niha jî anîna Filistînîyan di rojevê de ye. Heman tişt li Serêkanîyê û deverên dî yên dagirkirî de jî pêkanîn. Tiştê li van deverên dagirkirî diqewimin, tewanên dijê mirovatîyê ne. Divê hemî Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke teybet bi dest bigrin û van deveran azad bikin.

Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

3-Piştî bi îşkenceyê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji teref hêzên rejîma Îranê ve, li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan de, bi durişma “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê, rabîn ser piya û li hember zext û zilma rejîmê xwenîşandanên girseyî û mezin pêkanîn. Di van xwenîşandan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan kirin û di van êrîşan de sedan kesan jiyana xwe ji destdan, hezaran kes birîndar bûn û deh hezaran kes jî hatin girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wana nediyare û herweha gelek çalakvan hatin îdam kirin û ev îdam hêjî berdewamin.

Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwenîşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.

Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalakvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.
Gorî peymana di navbera Êraq û Îranê, ji meha nehan (Îlon) pêve, hêz û partîyên rojhilta Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatin bê çek kirin û li qempan hatin bilavkirin. Îran rewşa wana ji nîzingve di şopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtîya îdam dike. Herweha bi vêve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.

Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember zext û êrîşan tevbigerîn.

Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê jî dike ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, enîyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek dengî derkerkevin.

Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

4-Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li başûra Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demêde rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

Di şerê dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta Tirk, di êrîşên xwe de çekên qedexe çekên kîmyewî kartîne. Heta niha gelek şervanên azadîyê bi çekên kîmyewî şehîd ketîne. Civîn sêrîde NY û OPCW, bang li hemî sazîyên peywendîdar yên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bîdeng nemînin û dijê bi karanîna çekên kîmyewî derkevin. Herweha civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagîrîyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.
Bi berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn, êrîş û planên dewleta Tirk vale hatîne derxistin. Teybetî operasyonên şoreşgerî yên pêş serê salê û yên piştî serê salê, dewleta Tirk û artêşa wê xistîye nava krîzeke mezin. Civîn, vê berxwedana Hêzên Azadîya Kurdistanê û serketina wan pîroz dike û silav dike.

5-Peywendîyên bi hêzên dagirker re hesasin û divê ev peywendî bi taktîkîbin û gorî berjewendîyên gelê Kurdbin. Nabi li dijê hîç hêzeke Kurdistanî bi dagirkeran re hevkarî bête kirin. Civîn, dijê hêzekî Kurd an parçeyekî Kurdistanê, hevkarîya bi dagirkeran re xeta sor dibîne û mehkum dike.

6-Şîngal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şingal ji gelek alan ve di bin êrîşandeye, divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.

7-Eve 34 mehin agahdarîyek ji Birêz Abdullah Ocalan nehatîye girtin. Herî dawî salekî pêş niha CPT çû Îmralîyê, lê heta niha çi agahdarî nedane. Ev rewşeke gelek xeternak e. Bêdengîya CPT û Konseya Ewropa nayê qebûlkirin û em bang li van sazîyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyarîyên xwe pêk bînin. Herweha em Kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destek dikin û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.

Birêz Abdullah Ocalan eve 25 salin li zîndana Îmralî’yêde di bin tecrîdekî girankirî de ye. Bi munasebeta 25. salvegera komploya navdewletî ya ku li dijê Birêz Ocalan pêkhatî, wê di 17.02.2024an de li Almanya li bajarê Kolnê, meş û mitîngek mezin pêkbê. Civîn bang li hemî Kurdistanî û dostaên Kurdan dike ku beşdarê vê mitîngê bibin û banga azadîyê bilind bikin.

8-Di zîndanên dagirkeran de ji deh hezaran zêdetir girtîyên siyasî yên Kurd hene. Di zîndanên Tirkîye û Îranê de rewşa girtîyên sîyasî yên Kurd nebaşe. Di van zîndanan de zext, îşkence û muameleyên ne mirovî berdewamin. di zîndanên Îranê de gelek girtî di bin tehdîta îdamê de ne. Di zîndanên Tirkîyê de eve ji 50 rojan zêdetire grevên birçîbûnê hene. Mixabin girtîyên siyasî tinê li zîndanên dagirkeran de nînin. Li başûra Kurdistanê di deverên PDKê de jî girtîyê siyasî hene.
Tekoşîna girtîyan li vê deverê jî heye û girtîyên li Behdînan herdem di rojevê de ne. Eve nîzingê sê mehane rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed jî, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin û bê ser û çûne. Civîn hevkarî û piştgirîya xwe bi hemî girtîyên siyasî yên Kurdre radighîne û ji hemî terefan azadîya wana dixwaz dike.

9-Eve ji 100 rojan zêdetire li herêma Rojhiata Navîn li Filîstînê, şereke dijwa heye. Şerê Îsraîl û Hemasê berdewame. Dibi ku ev şer li herêmê bilav bibi. Hêzên Cihanî û yên herêmê jî bi awayekî têkilî vî şerî dibin. Ev şer weke xelqên dî yên herêmê me Kurdan jî, ji nîzing ve eleqedar diki û bandora xwe li welat û li gelê me jî diki. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê ji nîzing ve bişopînin. Ev şer jobo me hem xeterîyan hem jî derfetan di xwe re tîne. Di vê demê de ji hemî deman zêdetir, divê em bi hevre bixebitin û yekîtîya xwe xurt bikin, daku em bikarin xeterîyan berterf bikin û derfetan di berjewendîyên welat û gelê xwe de karbînin.

10-Em di sedsalîya îmzekirina Peymana Lozanê de ne. Sedsal pêş niha di konferaseke navdewletî de, welatê me hate parçekirin û li ser çar dewletên dagirker hate parvekirin. Peymana Lozanê, jibo me Kurdan belgeya jenosîdêye û xencereke di nava dilê me de ye. Em weke gelê Kurd vê peymana reş qebûl nakin û bi hemî hêza xwe ve dijê wê belgeya komkujîyê derdikevin. Jibo encamên xirab yên vê belgeya reş ji holê bêne rakirin, jibo peymanên weke Peymana Lozanê carek dî li ser me neyêne ferzkirin, me di nava vê salê de gelek kar kirin û gelek çalakî pêkanîn.

Hêca kar û çalakîyên sedsalîya Peymana Lozanê berdewamin. Di rojeva me de pêkanîna formeke (konferans – trîbûnal) navneteweyî heye. Me di konferansa Lozanê de helwesta gelê Kurd pêşkêşî reya giştî kir. Em dixwazin di asta û mezinahîya konferansa Lozanê de, formeke mezin ya Cihanî jî pêkbînin. Em dixwazin di vê formê de bi awayekî akademîk û huqoqî, di van sed salan de li Kurdistan û li herêmê encamên vê peymana reş, di asta navneteweyî de binirxînîn û encamên wê ji Cihanê re ragihînin.

Jibo em sed sal dî jî, di vê rewşa xirab de nemînin, divê em yekîtîya xwe xurttir bikin û dengê xwe bighînin hemî cihanê. Jibo vê yekê, em bang li hemî dezgeh, hêz, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemî gelên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê û tevlî kar û çalakîyên dijê vê belgeya reş bibin.

11-Em weke Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bibin û em bi hev re karên diplomasîya Kurdistanê pêkbînin û çalkîyên dijê Peymana Lozanê bi hevre bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!

Em peymana parçekirina Kurdistanê, Peymana Lozanê red dikin!

Jin – Jiyan – Azadî

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê

17.01.2024, Bruksel

ئەنجامنامەی 26ەمین کۆبوونەوەی کۆمیتەی دیپلۆماسیی هاوبەشی پارت و رێکخراوە سیاسییە کوردستانییەکان