Languages: English ‏سۆرانی‎

Parastina zimanê Kurdî û li hev nizîkkirina zaraveyên wê, yekbûna me ya neteweyî xurttir dike!

Loma, bila hemû rojên salê roj û cejna zimanê kurdî be.

Bi şêweyekî sembolîk rojên 14, 15 û 16 ê gulanê weke cejna zimanê kurdî hatiye naskirin. Gelê me bi aheng û şahî van rojên zimanê kurdî bibîr tîne. Bi vê helkeftê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê cejin û rojên zimanê kurdî pîroz dike û bila hemû rojên salê bibine roj û cejna zimanê kurdî.

Zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê de nasname û sedemeke jibo man û hebûna gelê me. Jiber ku zimanê me xwedî taybetmendîya rêzimana zimanê xwe ye û li hember wan êrîşên ku ser gelê kurd hatine kirin, zindîtî û resentîya ziman bi hêztirîn çekê karîgerê parastin û berevanîyê bûye.

Parvekirina axa Kurdistanê piştî şerê cîhanî yê yekem, dewlet û neteweyên serdest (Îran,Tirkiya, Sêriya û Îraq) siyaseta înkarkirina ziman û hewlên bişavtina neteweya kurd peyrew kirin. Lê li hember wê li bakur, başûr, rojava û rojhelatê Kurdistanê xebat û tekoşînên bê navber dan meşandin. Govar û rojnameyên corbicorên bi zimanê kurdî derxistin ku rola wan di  zindîhiştina ziman û parastina taybetmendiyên neteweyî da hebûn.

Mixabin heta roja îro li Tirkiya û Îranê kurd ji wan mafên gerdûnî û yasayiyên bikaranîna zimanê xwe yê dayikê bê par mane. Sererayî fişarên berdewam û nebûna derfetên bikaranîna zimanê şîrînê kurdî li Tirkiya û Îranê, bi hewl û xebatên kedkar û ziman hezên kurd, Îro zimanê me di astekî bilind de ye û têkelî dinyaya pêşkeftî ya teknelojiya serdem bûye, qonaxên metirsîdar pir baş jî derbaz kirine û sûd ji amorên elektronî wergirtin e.

Di vê boneya taybet da, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê spas û pêzanînan ji bo hemû  hewl û têkoşîna takekesî û sazîyiyên  ku di vî warî da ked dane dike.

Parastin û nêzîkkirina zaraveyên kurdî û danana ferhengeke hevgirtî, danana planên guncay di warê  perwerde, fêrkirin, rênivîsa ziman û teknelojiyayê yek ji erkên sereke yên hikûmeta herêma Kurdistan – başûr, desthelata xweserîya rojavayê Kurdistanê, sazî, xemxor û pisporên zimanê kurdî ye.

Bi qasî şîyanên xwe, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hewl dide, hem li Kurdistanê û hem jî li diaspora (tarawge)  di nav revenda kurdî da çalakiyan li dar bixe.

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be û em hêvî dikin ku zimanê me her dem di asta zimanên cîhanê de parastî bimîne.

Giyanê  cangorî, pêşeng û perwerdekarên zimanê kurdî hemû parêzvanên ziman û peyva resena kurdî şad be!

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK