Languages: English ‏سۆرانی‎

Daweya Kobanê

Darizandin û cezakirina siyasetvanên Kurd biryarek siyasîye!

Îro daweya jêre dibêjin “Daweya Kobanê” li Mehekemaya Enqere yê, hate dîtin û biryara dawî derket. Ev dawe, eve 5 salin berdewam dikir û di daweyê de Hevserokên HDPê jî di navde, 108 siyasetvanên Kurd dihatin darizandin. Gorî biryarê, Hevserokên HDPê Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdax jî di nav de, cezayên gelek giran li siyasetvanên Kurd hate birîn.

Weke tê zanîn, peyîza 2014an de bi desteka dewleta Tirk, hêzên DAIŞê êrîşê bajarê Kobanê kirin û şerek giran û mezin li herêmê qewimî. Gelê Kurd, şervanên azadîyê û dostên Kurdan berxwedan û di encamê de hêza reş DAIŞ şkest. Dema wî şerê giran de ku wê demê hêzên DAIŞê pêşdiketin, Serokwezîrê Tirk Erdogan çû ser sînorê Surîyê û bi dilekî xweş goht “Kobanê ha ket ha ket”. Wê demê li seranserê Kurdistanê û li Cihanê Kurd û dostên Kurdan li ser piyabûn. Axaftina Erdogan reaksîyonek mezin çêkir û gelê Kurd li bakura Kurdistanê rabû serhildanê. Li ser xwestina hukumeta Erdogan hêzên dewleta Tirk êrîşê gel kirin û ji 50 kesan zêdetir mirov hatin qetilkirin.

Berpirsyarê van boyeran hukumeta Erdogan bixwe bû. Lê jibo intiqamê jibo destekkirina DAIŞê boyer xistin stoyê siyasetvanên Kurd. Piştî DAIŞ têkçû, hukumeta Erdogan xwest intiqamê ji Kurdan bigri û ji ber vê sedemê piştî salan lêpirsîn dane destpêkirin û ev dawe dane vekirin. Ev dawe ne huqoqîye, daweyek siyasîye, biryar li seraya Erdogan hatîye dayîn. Erdogan nekarî Kobanê bêxi, hevalên wî DAIŞî têkçûn. Ji ber vê jî inqiqamê digire.

Biryara îro derketî jî biryarek siyasîye û plankirîye. Piştî avakirina Cumhurîyeta Turkîyê, hezaran dawyên vî rengî dijê rêber û siyasetvanên Kurd hatine vekirin. Ev dawe jî yek ji wan daweya ye. Eve 100 salin di dadgehên Turkîyê de, serok û rêberên Kurdan têne darizandin û têne cezakirin. Heta niha ji van dadgehan biryarên bereetê derneketine û di encama van daweyan de muheqeq hinek siyasetvanên Kurd hatine cazkirin. Dadgeh û darizandina îro jî li ser heman şopê meşîya.

Ev darizandin, ev cezakirin, siyaseta dewleta Tirk ya li ser Kurda dide diyarkirin. Divê hemî Kurd vê rastîyê bibînin û gorî vê rastîyê tevbigerin. Siyasetvanên Kurd ne sucdarin û piştgirî li berxwedana Kobanê kirine. Em vê biryara xedar û neheq qebûl nakin. Em bi siyasetvanên Kurd re ne û em hukumeta Tirkiyê şermezar dikin û emê heta dawîyê li hember vê bê edaletîyê derkevin.

Bi vê munasebetê, em bang li hemî gelê Kurdistanê û dostên Kurdan dikin ku li hember vê bê dadîyê bê deng nemînin û mafên xwe yên rewa û demokratîk karbînin. Herweha em bang li Koolasyona Dijê DAIŞê û Cihana demokratîk dikin ku gelê Kurd tinê nehêlin û piştgirî bidin siyasetvanên Kurd.

Konseya Rêvebir ya KNKê