Languages: English ‏سۆرانی‎

Di Xebata Yekîtîya Neteweyî da 25 Sal!

25. Salvegera Damezrandina KNKê Pîroz be!

25 sal pêş niha, rojên 24-25-26.05.1999an da, li welatê Hollanda, li bajarê Amsterdam ê, bi beşdarbûna gelek mêhvan û dostên Kurdan, nûnerên gelên Kurdistan ê, di huzûra Cihanê da kombûn û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNKê ragihandin. Ew roj rojekî dîrokî bû, cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemî pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî avadikirin. Di xebata yekîtîya neteweyî da, di vê astê da gava yekem bû û di dîroka Kurdistanê da mînakekî weke vê nîne. Lewma jî ev roj bû dîrok û bû rojekî pîroz.

Yekîtîya neteweyî ya Kurdan, serê sedan salane bûye xwestinek mezin, bûye xewn û  xeyala şairan, nivîskaran, xebatkaran, serok û rêberan. Şair û nivîskarê mezin Ehmedê Xanî 330 sal pêş niha vê xeyala xwe vî rengî dinivîse:

“Ger  dê hebûya me tifaqek

Vêkra kiriba me inqiyadek

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ilm û hikmet”

Herweha Hacî Qadir ê Kûyî ku weke Ehmedê Xanîyê duyem tê navkirin, 140 sal pêş niha, weha dewam dike:

“Lem beyne ittifaqî peyda biken be merdî

Şertek e ke bo hemû temam e

Ew şerte be kullî îttîfaq e”

Gelek serok û rêberan jî xwestine yekîtîyê avabikin, lê mixabin serneketine. Avakirina KNKê berdewama karên wa hemîya ye, avakirina KNKê pêkanîna wesyet û xewnên wa ye.

KNK, ji roja avabûnê pê ve xebata xwe ya pêkînana tifaqa mezin ya neteweyî û niştimanî dike. KNK wekî dezgehekî neteweyî û niştimanî di van 25 salan da gelek xebatên giring pêkanîn. Bîr û hizra yekîtîya navxweyî hate bilind kirin. Dîyaloga navxweyî hate xurt kirin. Di warê dîplomasîya navxweyî û derve da gavên giring hatin avêtin. KNKê bi kar û xebata xwe ya salan, di navbera Kurd û Kurdistanîyan da edetekî pozîtîf ava kir. Her kom û kombûna KNKê, bû şêwreke neteweyî û niştimanî. Di warê têkilîyên navxweyî da huqûqek hate temîn kirin…

Bi îlana Cejna Zimanê Kurdî, KNKê tradisyoneke mezin da dest pê kirin ku îro bûye cejneke seranserî û neteweyî li Kurdistanê û meydanên dîasporayê û hersal tête pîroz kirin.

Bi beyana Belgeya Stratejîk ve di têkilî û pozisyonên dînamîkên Kurdistanê da normên huqûqî û ehlaqî hatin destnîşan kirin ku herkes rîayet bike.

Ji avabûna KNKê heta niha çarêk sedsal derbaz bûn. KNK, wê hewldanên xwe yên yekkirin û xurtkirina dîplomasîya Kurdistanê, mezintir bike. KNK, wê hewl bide hemî hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê da kom bike û xurt bike. KNK, wê bê navber hewlên xwe yên serxistina şoreşa Kurdistanê li hemî parçeyan xurttir bike. Herweha KNK, wê bê rawestan jibo armanca mezin ya yêkîtîya neteweyî û niştimanî dê kar û xebatên xwe berdewam bike.

KNK di 25 salîya xwe da li ber ronahîya felsefeya Ehmedê Xanî, careke dî banga hemî xelkê Kurdistanê dike; çi reng dibi, çi hêz dibî, bi çi bîr û bawerî û ramanê dibi, ferq nake, werin nav KNKê de cihê xwe bigrin. Cihê hemû Kurdistanîyan di bin sihwana KNKê da heye.

Di van 25 salan da hinek endam û damezrênerên KNKê şehîd ketin û hinekan jî jiyana xwe ji destdan. KNK di şexsîyata Ismet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed û Şehîd Denîz Bulbun da, hemî şehîdên Kurdistanê û hemî endamên KNKê yên jiyana xwe ji destdayî, bi dilekî germ bîr tîne û li ber bîranîna wa rêz digre.

Bi vê munasbetê em carekî dî, 25 salîya damezrandina KNKê, li hemî gelên Kurdistanê û dostan Kurdan pîroz dikin û ji hemî hêzên neteweyî re serkevtinê dixwazin.

Bijî Yekîtîya Netweyî.

Bi jî KNK.

Konseya Rêvebir ya KNKê

24.05.2024