Languages: English ‏سۆرانی‎

Dijî êrîşên hêzên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Kolberan

Kuştina Kolberan siyaseta dijminatîya gelê Kurd e!

Di du mehên derbasbûyî de, êrişên hêzên dagirker yên Komara Îslamî ya Îranê, yên li ser Kolberên Kurd, li ser sînorên çêkirî yên rojhilat û başûra Kurdistanê, zêde bûne û di encamê de çendîn kuştî û birîndar hene û bi dehan malbat jî bikeser bûne.

Kolberî karekî metirsîdar û bi êşe. Bi hezaran xelkê rojhilata Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar û xemsariya berpirsên rejîmê neçar dibin serî li kolberîyê bidin.

Polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Îranê, hewl dide ji aliyekî ve civaka Kurd marjînalîze bike û birçî bihêle, li aliyê din jî di çarçoveya siyaseta xwe ya qirkirina sîstematîk de, rasterast Kolberên ku ji bo debara xwe û malbatên xwe dikin û serî li vî karê xeternak dane, hedef digre.

Heta niha hezaran kes hatine kuştin, deh hezaran birîndar bûne û deh hezaran malbat mexdûr bûne. Li gor amarên Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, di sala derbazbûyî de herî kêm 48 Kolber hatine kuştin û 427 kes jî birîndar bûne. Tenê di heyama 70 rojên borî de herî kêm 17 Kolber û kasibkar hatine kuştin.

Ji ber van kiryarên hovane û nemirovane yên hêzên rejîmê, derbarê ti kesî lêpirsîn çênebûne û ti kes nehatine dadgehkirin. Gorî qanûnên Îranê, bêyî hişyarîkirinê gullereşandina rasterast qedexeye û neqanûnî ye. Kasibkar û Kolber ti metirsiyê li ser hêzên çekdar yên Îranê çênakin û tenê dixwazin debara jiyana xwe bikin. Lê hêzên rejîmê weke biçin nîçîra pezkûvîyan, bê hişyarî êrîşê kolberan dikin û rasterast guleyan li ser wa direşînîn.

Berevajî gelek sozên xwe yên ji bo çareserkirina kêşeya Kolberan, hikûmeta Îranê di du salên borî de tundûtûjiya li dijî Kolberan zêde kiriye. Tu bahane ji van êrîşan û ji kuştina van mirovan re nîne. Ev êrîş û ev kuştin, siyaseta dijminane ya Komara Îslamî ya Îranê ye, ya ku dijê gelê Kurdistanê ye.

Em wek KNK wan êrişên hovane mehkum u şermezar dikin û daxwaz ji hikûmeta Îranê dikin ku erk û berpirsyariya xwe ji bo parastina jiyana xelkê bi cih bînin.  Bi vê munasebetê em carekî dî, ji quebanîyan re rehmetê, ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNK