Languages: English ‏سۆرانی‎

Tecawuzkarîya rejimên dagîrker û bûyera li Mahabadê

Li Mahabadê jineke Kurd ji ber tecawuzkarîya ajanên istixbarata Iranê xwe kuşt. Xelkê Mahabadê eve çend roj in ku vê daberizîna hovane bi xurtî protesto dike. Jina Kurd Ferînaz Xosrowanîyê bi keda xwe ya helal li Hotêl Tarayê kar dikir. Ajanên istixbarata Iranê hewildana daberizînê kirine û xwastine dest biavêjine vê jina Kurd. Ferînaz Xosrowanîyê daku xwe ji daberizîna van tecawuzkaran xilas bike xwe ji tebeqeya 4an avêtîye û mixabin mirîye.

Çawa xelkê Mahabadê ev bûyera xembar bihîstîye daketine cade û kolanên Mahabadê û li ber Hotêl Tarayê kombûne û ev bûyere bi xurtî şermizar kirine. Istixbarata Iranê û hêzên pasdaran êrişî xelkê kirine û gelek birîndar hene, hejmareke bilind jî girtine.

Di protestoya xelkê da Hotêl Tara jî bi ber agirî ketîye ku ji xwe bûye êwirgeha ajanên Itlaatê. Xelkê Mahabadê hêjayî nav û dîroka xwe ev tecawuzkarîya istixbarat û pasdaran bê bersiv nehêlane û sekineke têkoşerî nîşan dane û ev nerazîbûna xelkê pêl bi pêl bilind bûye û herdiçe zêdetir dibe. Ev rûdana li Mahabadê bûyereke biçûk nîne û gelek bi zanahî û sîstematîk tête kirin.

Dewletên dagîrker li her derê Kurdistanê van kiryara bi destê ajan û kirêgirtîyên xwe didine kirin. Ji xwe tacawuzkarîya herî mezin ya van dewletên kolonyalîst dagîrîya Kurdistanê bi xwe ye. Rejima Iranê bîst û çar seet maf û azadîyên xelkên Iranê bi giştî û bi taybetî li Kurdistanê binpê dike. Ji alîyê polîtîk ve ji xwe li Kurdistanê jîyan li xelkê me kirine hefs û zîndan. Tixûbê îdamên li Kurdistanê hatine kirin nemaye û hêj jî têne kirin. Di warê ekonomîk da jî feqîrî û birsîtî di dereceya herî bilind da ye. Di nav van şertên hinde dijwar da jîyana sosyal ya xelkê jî bi şiddet û tecawuzkarîyê hatîye heram kirin û jîyan li xelkê kirine jahr û mirin.

Istixbarata Iranê bi taybetî li Kurdistanê hespê xwe gelek bê perwa dibezîne û destdirêjîyê li her xeleka jîyana xelkê Kurd dike. Roj nîne ku kirêtîyekê bi serê jineke Kurd neyînin. Jina Kurd van salên dawîyê di xebata rizgarî û azadîya Kurdistanê da li rêzên pêşîyê têkoşînê dide.

Jina Kurd hem dijî dagîrkerî û otorîterîya rejimê hem jî dijî şiddeta zihnîyet û pratîka mêrşahîyê berxwedaneke bihadar nîşan dide. Istixbarata Iranê ji ber vê serhildêrîya bi siyanet ya jina Kurd dest bi êrişkarî, daberizîn û tecawuzkarîya li ser jina Kurd kirîye.

Jina Kurd Ferînazê ev firsete nedaye van ajanên istixbarata Iranê û daku destê wan yê qirêj bi bedena wê nekeve xwe kuştîye. Jina Kurd bi pratîka xwe careke dî nîşan daye ku ew nahêlin destê dijminî bi bedena wan ya pak û temîz bikeve. Ew bedelê herî mezin anku canê xwe didin lê nahêlin destê dijminî dirêjî wan bibe. Destdirêjîya dijminî ya li ser Kurdistanê, ya li ser jinên Kurd û Kurdistanî bi berxwedan û têkoşîna jinên Kurd yên qehreman dê bi dawî bêt.

Em wekî KNK jina Kurd Ferînaz Xosrowanîyê bi rêzgirî bi bîr tînin. Bila serê malbata wê, ya xelkê Mahabadê sax be. KNK berxwedana xelkê Mahabadê jî bihadar dibîne, pîroz dike. Xelkê me li dijî dagîrkerî û her reng tecawuzkarîya rejima kolonyalîst ya Iranê divêt têkoşîna xwe bi xurtî bidomîne.

KNK bangî hemû Kurdistanîyan jî dike ku xelkê Mahabadê bi tenê nehêlin û bi taybetî jinên Kurd divêt vê daberizîn, tecawuzkarî û destavêtinîya rejima Iranê şermizar bike, protesto bike û piştavenîya xwe nîşanî jinên Mahabadê û hemû jinên rojhilata Kurdistanê bidin.

Daxwaza girtin û dadgeh kirina sûcdarên vê kiryara nemirovî ji dewleta Iranê êdî bê mana ye ji ber ku emir û fermana vê daberizînê ji xwe ji teref rejimê ve hatîye dan û rejim bi xwe li Kurdistanê tecawuzkar e. Sûcdar rejima Iranê bi xwe ye û em bi xurtî rûreş û şermizar dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê