Languages: English ‏سۆرانی‎

1ê Gulan, Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê

Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi xwuhdana enîya xwe, bi keda xwe ya helal 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya ”Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgirîyê” û vê gavê li seranserê dinyayê tête pîroz kirin û bila li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be.

Cejna 1ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistanîyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî eve serê sedan salan e ji bo azadîyê, bo rizgarîyê, bo jîyaneke dilşa û serbilind têkoşînê didin. Ev têkoşîne bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadîyê û rizgarîyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî bi vê keda mezin ya têkoşînê cejna 1ê Gulanê heq kirîye û bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî bi fedakirina canê xwe karker û kedkarên herî rêzdar in û 1ê Gulanê bila li wan jî pîroz be.

Cejna 1ê Gulanê, li nav kanên ber û keviran, di kolan û derêxistina rejûya sedan kîlometre li binê erdî, li ser dîwarên xanî û avahîyan, li fabrîke û zevîyên çandinê û her çeperê xebata jîyanê hatîye qazanc kirin û bi têkoşîneke xurt û mezin bi dest ve hatîye. 1ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwuhdan e, hêz e û enerjîya bîr û hizirî ya mirovahîyê ye. Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşîya karker û kedkaran û hemû xelkê, ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî xelkê serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirîye û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejne li ser çeperê têkoşînê bi dest ve înane. Xelkê Kurd ji kevin were ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kirîye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kirîye.

Têkoşerî û berxwdêrîya doza azadîyê, rizgarîyê karkerî û kedkarîya herî mezin e û xelkê me divêt pêkve dakevin meydanan û hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştîyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1ê Gulana îsal da jî bi wê ruha têkoşêr û berxwedêr ya salan divêt vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KNK 1ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkê Kurd û Kurdistanîyan û hemû xelkên cîhanê pîroz dike. KNK hêvî û daxwaz dike ku rêvebirîyên Kurdistana Federal û Kurdistana Kantonal jî fermîyetê bidine 1ê Gulanê ku hem tatîl be hem jî bi giştî û gelerî bête pîroz kirin.

1ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran bila pîroz be!

Konseya Rêvebir ya KNKê
30 Nîsan 2015, Bruksel