Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxî Jibo Malbata Îsmaîl Goksungur û Gelê Kurdistan ê

Me vê sibhê bihîst ku welatparêz û têkoşerê Kurd, Birêz Îsmaîl Goksungur çûye ser dilovanîya xwe. Em bi vê xebera ne xweş gelek xemgîn û dilgiranin. Birêz Îsmaîl Goksungur temamê jiyana xwe li nav ref û rêzên hereketa azadîyê da derbazkir. Li gelek dem û dezgehên hereketa azadîyê da cihê girt. Dewrekî jî endametîya KNK ê kir. Wefata Îsmaîl jibo me, jibo Gelê me, jibo tevgera azadiyê, jibo malbata Goksungur windabûyînek mezine. Em ji Îsmaîl re rehmetê, ji malbat û Gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin, êş û azara malbatê, ya dost û hevalên wî parve dikin

Konseya Rêvebir ya KNK ê
06.05.2016