Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser Terteleya Dêrsimê

Berî 79 salan, ji heft heyvî heta 70 salî xelkê Kurd li Dêrsimê hate qir kirin. Komkujîyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dêrsim û Dêrsimîyan hate anîn. 4ê Gulana 1937an bi biryara fermî ya dewlet û hukûmeta Tirk, êrîşeke mezin ya leşkerî bi armanca ji navbirina xelkekê hate kirin. Dewlet û hukûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî ji erd û esmanan êrişî Dêrsimê kir. Bi hezaran Dêrsimî kuştin, hind jî birîndar û bi hezaran jî bi darê zorê dane koç kirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Tiştekî wisa li çu derê dinyayê nehatîye dîtin. Ya ku dewlet û hukûmeta Tirk bi serê xelkê Kurd li Dêrsimê anî çu dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertinn û kirin Tuncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenodsîda mezin bi kul e û çu caran ji bîr nakin û divêt ji bîr jî nekin. Kurd divêt hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da adeta bikolin ku çu caran jê neçe.

KNK di 4ê Gulanê da vê jenosîda bi serê xelkê me li Dêrsimê hatîye anîn, piştî 79 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke dî şermizar dike. Berpirsiyarên dewlet û hukûmeta xwûnxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtîya li ser xelkê me hatîye kirin, rûpelekî reş yê dîroka bi xwîn ya dewlet û hukûmeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj da divêt xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî da biryardêr bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.

Hesaba jenosîda Dêrsimê divêt ji dijmin bête pirsîn.
Jenosîda Dêrsimê nayê ji bîr kirin, divêt neyê ji bîr kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê