Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxî Jibo Malbata Essa Mossa û Dostên Wî

Em Ji Malbata Îsa Musa, Ji Gelê Başûrê Afrîka, Ji Gelê Kurdistanê, Ji Mirovatîya Pêşvero Re Sersaxîyê Dixwazin

Dostê hêja, parazvanê mafê mirovan, şoreşgerê Başûrê Afrîka, parêzerê Nelson Mandela û Abdullah Ocalan Birêz Essa Mossa, 26.02.2017 an roja Yekşemê (Îro) çû ser dilovanîya xwe. Wefata Îsa Musa jibo Başûrê Afrîka, jibo Gelê Kurdistanê û jibo mirovatîya pêşvero windabûyînek mezine. Em weke dost û hevalên wî pir xemgînin.

Essa Mossa, di jiyana xwe da herûher dijê zilmê rawestaye û cihê xwe di nava Şoreşa Başûrê Afrîka da girtîye. Salên dirêj hevaltî û parêzertîya Nelson Mandela kirîye. Wekî şoreşgerekî di hemî qadên xebatê çalak bûye û dijê sîstema nijadperest ya ku weke Apartheid tê navkirin, di rêza pêşî de tekoşînek mezin daye. Ji ber vê yekê jî bûye hedefa sîstema Apartheid û gelecek caran hatîye girtin û bi îşkenceya ra derbaz bûye. Li gel vê yekê jî gav paşde ne avêhtîye û heta dawîyê di nava refên şoreşê da maye.

Piştî şoreşê jî, jibo ji nûve avakirin û demokratîzekirina Başûrê Afrîka, kar kir û roleke giring hilda. Herwiha piştî şoreşê ji di warê mafê mirovan da di asta welat, asta Afrîka û asta Cihanî da jî karên giring kirin. Karekî wî yê mezin jî ew bû ku dostanîya kesên mexdûr, grub û gelên bundest dikir û bû xebatkarek enternasyonalîst.
Yek ji xebatên wî yên enternasyonalîst jî ew bû ku heta dawîya temenê xwe dostanîya Gel û Şoreşa Kurdistanê kir. Piştî serkeftina şoreşa Başûrê Afrîka, di demeke kurt da peywendî li gel nûnerên Şoreşa Kurdistanê danî û weke xebatkerekî şoreşê kar kir. Gruba dostanîya Gelê Kurd û Gelê Başûrê Afrîka avakir û heta dawîya emrê xwe serokatîya vê grubê kir. Weke dostekî Gelê Kurd dehan konferans û semînerên li ser pirgirêka Kurd da cihê xwe gîrt. Li welatê xwe dehan kom, civîn, semîner û konferans li ser pirsgirêka Kurdî sazkir û meşand.

Yek ji xebata wî ya esasî jî ew bû ku piştî esareta Birêz Abdullah Ocalan, bû parêzer û parêzvanek wî. Jibo azadîya Birêz Ocalan di nava hemî înîsîyatîfan da cihê xwe gîrt û gelecek caran grup avakirin û serdana Kurdistanê kir. Bi nivîs, mekale, semîner û konferansan, xwest bîrûrayên Birêz Ocalan ji reya gîştî re bibe mal.

Bi wefata Birêz Essa Mossa, me weke gelê Kurd dostekî xwe, parêzvanekî xwe, hevalekî xwe winda kir. Em gelekî xemgînin. Gelê Kurdistanê wî jibîr nake û wê neke jî.

Bi vê munasebetê em carek din ji malbata Essa Mossa, ji Gelê Başûrê Afrîka, ji Gelê Kurdistanê, ji Mirovatîya Pêşvero re sersaxîyê dixwazin û li ber bîranîna wî rêz digrin û belna xwe ditewînin.

Silav û rêzSersaxî Jibo Malbata Îsa Musa. Sorani

Konseya Rêvebir ya KNKê