Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Ser Boyerên Şingalê Banga KNK ê

Duh (02.03.2017) hinek hêzên girêdayî PDKê çûne herêma Şingalê û xwestin bikevîn bajorêkê Xanesor ê. Li ser vê yekê alozî derketin û vê sibehê jî di navbera wan hêzan û hêzên YBŞ ê da şer destpêkir. Çi sedem û mecbûrîyetên berbiçav tunebûn ku vê demêda ev boyer rûbidin. Ev boyer piştî serdana Birêz Mesut Barzanî ya Enqerê çêbûn û ev jî gumanan tîne holê. Em û reya giştî ya Kurdistanê bi vê rewşê dilgiranin û xemgînin. Ev rewş dijê berjewendîyên gelê Kurdistanê ye û em vê rewşê qebûl nakin.

Xanasor û derdorên wê herêmên gelê me yên Êzidî ne. Ji karesata Şingalê û heta niha birînên vî gelî nehatine dermankirin. Piranîyan wan heta niha jî venegerîne ser axa xwe. Ev şer û alozî wê bibe sebebê karasetakî û koçberîyekî din.

Ev rewş dikari bibe bingeha şerekî birakujî ku me weke gel gelek êşû azar ji şerên birakujî dîtine. Ev şer û alozî dê bibi sedemê lewazkirina şerê li hember DAIŞê û hemî dagirkerên Kurdistanê. Ev rewş yekîtîya gelê me têkdibe û tenê dilê dijminan xweş dike. Pêwîste zûtirîn demêda ev şer û alozî bê rawestandin û hemî nakokî bi riyên diyalogê bêne çareserkirin.

Banga KNKê eve:
1- Pêwîste demildest şer bê rawestan.
2. Hemî hêzên çekdar bizivirn baregehên xwe yên pêşîya 01.03.2017an.
3. Jibo çareserkirina nakokîyan diyalog bê destpêkirin.

Herwiha em bang li hemî partî, hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê dikin û dibêjin herkes ji alê xwe ve jibo çareserîya vê nakokîyê hewlbidin û bikevin nava tevgerê.

KNK

Daxuyani SoraniLi Ser Boyerên Şingalê. Sorani