Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxî ji Gelê Alman re

Dema cîhana kiristiyanan amadekariyên cejnê dikirin roja 19.12.2016 kiriyarek teroritî li Berlîn paytexta Almaniyayê pêkhat. Di bûyerê da 12 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkê 50 kesan jî birîndar bûn. Li ser navê Kongreya Neteweyiya Kurdistanê  KNK, em sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan dikin û saxî û silametiya bi lez ji birîndaran re dixwazin û ji Gelê Alman re jî piştevaniya xwe derdibirin.

Kongra Neteweyiya Kurdistanê KNK weke ku ev bûyer li dijî gişt mirovahiyê hatibe ancamdayîn dibîne û kiriyarên bi vî awayî li dijî mirovhiyê li qelem didin û bi tundî şermezar û riswa dike.

Gereke em vêya jî bibîr bînin yên ku herî zêde ji ber van kiriyarên hovane û xwînrêj bedel dayî gelê Kurd û kurdistanî ne. Hêza herî xurt îro piratîk di qada şer de li dijî terorê û teroristan li berxwe dide hêza kurd û hevalbendên wana ne. Di çend salên dawiyê da bi sedan keç û xortên me di şer de li dijî rêxistina terorist ku xwe bi dewleta îslamê binav dike, canê xwe fedayî mirovahiyê û jiyanek birûmet kirine û bi dehanhizar kes jî koçber û derbederbûne. Heta roja îro bi hizaran jin û zaroyên Êzidî di destên teroristan de ne û kirîn firotinê pê dikin.

Mixabin cîhanê dereng gaziya Kurd û Kurdistaniyan bihîst. Li rojên destpêkê me banga hişiyariyê li her alî kir, bi taybet welatên yekêtiya Ewrupa re me goht ev terora niha li rojhilata navîn heyî wê diçarçoveyê cografiyayekê de nemîne û derdor jî wê ziyanê bibînin. Niha jî em vê banga xwe dûbare dikin û dibêjin ger hûn jiyanek bi ewle dixwazin dev ji dek û dolabên destekê didin dagîrkeran berdin, li hesab û berjewendiyên ziyanê dighînin miletan û li dijî mafê çarenivîsa gelanin paşgez bin. Werin em ji bona bi hevre jiyana gel û miletan, bona parastina nirxên mirovahiyê enîyekê ava bikin.

Sersaxi ji Gele Alman re -Sorani

Konseya Rêvebir ya KNK