Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxi Ji bo Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê

Birêz Lavrov ê hêja,

Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji ber şehadeta dîplomatê rûsyayî birêz Andrey Karlov sersaxîyên herî ji dil pêşkêşî Rûsya, gelê wê yê pirnetewe û We dike.

Windakirina mirovekî ku tevahîya jîyana xwe xizmeta Welatê xwe dikir û nûnertîya wê di qada navnetewî de dikir, bêguman, windahîyeke mezin e. Em dixwazin ku Hûn bizanibin, îro gelê Kurdistanê jî tevî we di nava xemgînîyê de ye.

Em di wê bawerîyê de ne, ku hêzên li pey vê êrîşa terorî hene, wê bên eşkerekirin û cezayeke herî tund bikişînin. Gelê Kurdistanê, ku gelek sal in ji bo mafê naskirinê bi keç û xortên xwe yên herî hêja bedel dide, baş dizane êşa windakirinê çi ye. Lê di heman demê de ji dîrokê em dizanin ku ne Rûsya, ne jî Kurdistan tucarî serî li pêş dijminê xwe natewînin û têkoşînê heta bidestxistina serkeftinê dimeşînin.

Gelê Kurdistanê li rex gelê Rûsyayê ye.

Hevserokên
Kongreya Netewî ya Kurdistanê
Rd. Nîlûfer Koç / Br. Rêbwar Reşîd

Name Bi Rusi