Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxi bo Serafettin Elci

Daxûyanîya Çapemenî 25.12.2012 – Bi wefata parlamenterê kurd yê Amedê û serokê gistî yê KADEPê Serafeddin Elçî, ya bê wext, em jî,  raya gistî ya gelê kurd û eniya siyasî teva  xemgîn kir.  Serafettîn Elçî,  di tevahiya jiyana xwe de, nirx û pîroziyên gelê kurd parastin. L ji bawerî û dilsoziya ligel doza kurd tawîz nedan û pas de gav ne avêt. Hîna di dema  xwendekariya li Zanîngeha Enqerê baskê huquq de jî, rastî  zext û zora zihniyeta fasîzan ya Komara Tirkiyê hat û di doza 49an de hate girtin û êskence kirin.

Serafeddîn Elçî di her darbeya eskerî, weke 12ê Adara 1971ê, 12ê Êlona 1980î d ejî, hate girtin, hate êskence kirin û hate dadgeh kirin. Dîs ajî, ji baweriya xwe, ji  dilsoziya ligel mafên gelê xwe tawîz nedan û têkosîna xwe ya siyasî domand. Ji sedema ku di dema wezîrtiya xwe de, kurd girtine kar jî, ji aliyê Dîwana Bilind ve hate darizandin û hate ceza kirin.

Serafaddîn Elçî, pistî ku di hilbijartinên 12ê Hezîranê de, dibin sîwana Bloka Ked, Azadî û Demokrasî de, wek parlamenterê Amedê hate hilbijartin, di têkosîna gel de aktîftir kar kir û li dijî dîlgirtin û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan jî dijberiya xwe nîsan da.

Siyasetmedarê kurd Serafeddîn Elçî, di demeke ku hêzên global li herêmê û Rojhilata Navîn dizayn-kirinek nû dane dest pê kirin de, Gelê Kurd jî, li herêmê û Rojhilata Navîn, wek  hêza xwedî rol û misyon derketiye pês, bi nexwesiya pençesêrê ket û jiyana xwe ji dest da. Serefeddîn Elçî, dinavbera hêzên kurd de jî weke stuna astî û yekîtiya neteweyî a Kurdistanî dihate naskirin. Bi vê mebestê wefata wî, ji bo siyaseta kurd, ji bo têkosîna gelê kurd, ji bo pêkhatina yekîtiya gelê kurd windahiyeke mezin e.

Bêguman, Serafeddîn Elçî wê di dîroka têkosîna gelê kurd de û di dilê gelê kurd de cihê xwe yê layik  bigire. Bi vê pêwanê, em weke KNKê, careke din bang li tevahiya hêzên siyasî yên kurd dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî û hassas de, di pêkhatina yekîtiya neteweyî û dilsoziya Kurdistanî de gavên dilsozî biavêjin. Yekîtiya neteweyî, daxwaza Serafeddîn Elçî bû û di têkoîsîna xwe ya demdirêj de,ev daxwaz di her firsetê de dianî ziman. Pêwiste were zanîn ku,  yekîtiya neteweyî, daxwaza gelê me, daxwaza sehîdên azadiyê teva ye.

KNKe, wefeta siyasetmedarê kurd, Serafeddîn Elçî, ji bo siyaseta gelê kurd teva,  wihdahiyek mezin dibîne û zihniyeta fasîzan ya Îttîhadî, ku îro di sexsê Erdogan û AKPê de li dijî gelê kurd tê mesandin de, mina wefeta siyasetmedarên din yên kurd teva, ji wefata Birêz Serafeddîn Elçî jî berpirsiyar dibîne. Ew sehîdê doza azadiya kurd e, berdêl çi dibe bila bibe, emê li doza wî û sehîdên xwe xwedî derbikevin.

Bi vê mebestê em careke din ji malbata Elçî û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNKê