Languages: English ‏سۆرانی‎

Di shexsê gelê Kurd de, mirovahî, nirxên mirovahiyê tê kustin

Daxûyanîya Çapemenî – Di demeke ku, nunerên taybet yên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ereban, lêderên sûper hêzên cîhanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dinava lêgerînan de ne û cîvînan çêdikin; êrîsên li dijî gelê kurd jî zêde bûne.

Pistî komkujiyê li Helebê, taxa Esrefiye, li Kerkûkê jî, duyemîn car êrîseke  terorane hate lidarxistin û komkujiyek hate pêkanîn. Mixabin, raya gistî ya cîhanê, mîna komkujiyên li Parîsê, li Suriye, li Bakurê Kurdistanê, li Iraqê jî bêdeng e. Balkês e, ku xwe berpirsiyarê cîhanê dibînin jî, di kustina Kurdan de, lîstika sê meymunan dilîzin.

Em êrîsên li Kerkûkê û êrîsên li tevahiya cîhanê ku li dijî kurdan têne lidarxistin bi dijwarî sermezar dikin. Em bang li raya gistî û hêzên demokratîk, li Neteweyên Yekbûyî, li Yekîtiya Ewropa û li Yekîtiya Ereban jî dikin ku, li hemberî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Li hemberî mafên rewa û demokratîk yên gelê kurd jî birêz bin.

Em weke KNKê êrîsa li Kerkûkê bi dijwarî sermezar dikin, ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî sîfayê dixwarin.

Divê werê zanîn ku di sexsê gelê Kurd de, mirovahî, nirxên mirovahiyê têne kustin.

Divê werê zanîn ku gelê kurd, cografya Kurdistanê,  di encama siyasetên navneteweyî de û ji bo berjewendiyên bazirganî hatin parçe kirin. Di vê parçe kirinê de, îradeya gelê kurd, nasname û statuya siyasî ya gelê kurd jî,  ji holê hate rakirin. Lewma dewletên dagirkerên Kurdistanê, siyaseta inkar û tunekirinê kirin pratîkê û heta îro jî didomînin.

Hemberî ku hêzên global, cîhaneke nû sazkar dikin,  dixwazin hêzên herêmê li ser dengeyên nû rûnînin û herêmê ji nû de dizayn bikin jî,  dewletên statukoparêz, Tirkiye, Iraq, Iran û Suriye  di siyasetên klasîk yên kujerî, inkar û tûnekirina gelan de israr dikin. Bi vê siyasetê jî, hêzên çete û paramilîter koordîne dikin û li dijî gelê kurd bikar tînin. Ji aliyê din ve, hêzên dagirkerên Kurdistanê êrîsî gelê kurd dikin.

Êrîsa li Kerkûkê jî di encama siyasetên dewletên dagirker û statukoparêz de pêk hat.

Em êrîsa li Kerkûkê, ji kokujiya Helebê, ji komkujiya Geliyê Tiyarê, ji komkujiya Roboskê û ji komkujiya Parîsê cûdatir nabînin. Ev komkujî teva, encama siyaseta komkujiya li Helepçê û Enfalan e.

Gelê kurd 40 sal in, li dijî vê siyaseta kujer û fasîzan têkosînê dike û li hemberî berdêlên giranbiha gavekê pas de ne avêtiye. Bila werê zanîn ku, ji îro û pê de jî, gelê kurd, ji têkosîna li dijî hêzên dagirker û siyaseta inkar û tûne kirinê de, pas de gavan navêje.

Em weke KNKê, bang li raya gistî ya Rojhilata Navîn, li raya gistî ya 4 dewletên têkildarî cografya Kurdistanê û tevahiya cîhanê, li hêzên demokratîk dikin ku, li hemberî êrîsên li dijî gelê kurd bi hisyarî tevbigerin. Divê bizanibin ku, her êrîsa  li dijî gelê kurd li dijî gelên herêmê teva ye, li dijî nirxên mirovahiyê ye.

Dîsa, em bang li hêzên global, li saziyên navneteweyî teva dikin ku, li hemberî mafên gelê kurd yên rewa û demokratîk birêz bin.

Serokatiya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNKê