Languages: English ‏سۆرانی‎

Em Weke KNK Hevdîtinên Bi Birêz Abdullah Öcalan re Destek Dikin.

Daxûyanîya Çapemenî ..01.2013 – Di demeke ku hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de, hevdîtina li Îmralî bi Birêz Abdullah Ocalan re, gaveke erênî ye. Tê zanîn ku, di çarçoveyeke demokratîk de, çareseriya pirsgirêka Kurd û astiyeke mayînde, daxwaza gelê Kurd e. Ya Haraketa Azadiya Kurd e, ya Birêz Abdullah Ocalan û ya me ye jî. Lewma em hevdîtina li Îmralî gaveke erênî dibînin û destek dikin. Hereketa Azadîyê û piranîyek pir mezin ya Gelê kurd, ji destpêkê û heta weke îro, Birêz Ocalan weke îradeya xwe û muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd dibîne û qebûl dike.

Em weke KNKê, helwesta dewleta Tirk ya çûna Îmralî û hevdîtina bi Birêz Ocalan re, weke pêkanîna daxwaza gelê kurd dipejirînin. Lê bes nabînin û têra baweriya gelê kurd jî nake.

Ji ber ku daxwaza gelê kurd ya azadkirina Ocalan û di sexsê Ocalan de serbestberdana siyasiyên kurd teva heye. Her weha li Îmralî, di rewsa girtî û di nav çar dîwaran de standina encamek bas ne mûmkine. Ji bo vê yekê jî pêwîste tendurîstî û ewlekarîya Birêz Öcalan were garantî kirin û Birêz Öcalan bikari serbest hereket biki. Înceq vi rengi encamek bas tê girtin.

Bêguman pêvajoyên astî û çareseriyê dijwar in û gelek davik û kemînên metirsînî jî di nava xwe de di ragire. Lewma, di vê pêvajoya dîrokî de, ku hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de, ev gavavêtina Tirkiyê dîrokî ye. Ev gav, çi erênî, çi neyînî wê di dahatuya Komara Tirkiyê de roleke mezin bilîze. 40 salên tekosîna azadîyê û 29 salên serê dijwar, di giyanê gelê kurd de birînên kûr û xedar vekirin. Ji bo dermankirina van birînan bar dikevê ser milê dewleta Tirkiyê.

Em weke KNK bang li dewleta Tirkiyê dikin ku, di hevdîtinên Îmralî û bi Bîrêz Abdullah Ocalan re dilsoz tevbigere. Ji serê psîkolojîk bêhtir, zimanê çêker û erênî bikar bîne. Divê bas zanibe ku gelê kurd yekpare ye, bi sazî û dezgehên xwe ve, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat bi yek giyanî tevdigere. Bi yek ziman û yek dengî, îradeya xwe jî Îmralî destnîsan kiriye û dike. Gelê kurd, ev helwesta xwe ya yekparetî û hismendiya têgihistî ku derfetan nema dide lîstik, dek û dolaban jî îspat kiriye.

Em weke KNKê careke din dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê siyar dikin û dibêjin; firsetek dîrokî derketiye holê, divê ev firset neyê winda kirin. Di vê pêvajoya ku, di sexsê Suriye de hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de, pêwiste dewleta Tirkiyê bi aql-i selîm tevbigere û rojekê berî rojekê, hevdîtinên li Îmralî veguhêze muzakereyan. Di vê diyalogê de jî, pêwiste sertên aktorê sereke yê astî û çareseriya pirsgirêka kurd, Bîrêz Abdullah Ocalan ku berî niha destnîsan kiribûn bêkemasî werine cih.

Bi vê mebestê em bang li hemî partî, hêz, dezgeh û sazîyên Kurdistanî jî dikin ku, pêwîste herkes vê pêvajoyê ji nîzingve bi sopînin û destek bikin.

Konseya Rêvebira Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK