Languages: English ‏سۆرانی‎

Komkujiya Helepçê

Daxûyanîya Çapemenî 16.03.2013-Birînên gelê Kurd, yên dîrokî, ji sedsala bîstan derbasî sedsala bîstûyekê bûn. Yek ji van birîna dîrokî komkujiya Helepçê ye û pistî 25 salan jî birînên wê ne hatine derman kirin.

Hêzên artêsa dagirker yên rejîma Iraqê û tîranê sedsalê Saddam Huseyin, ji aliyekî ve qirkirina Enfalê kirin pratîkê, ji aliyê din ve bi çekên kimyewî komkujiya li Helepçê pêkanîn.  Birînên berî 25 salan ku, balafirên artêsa rejîma fasîst a diktatorê sedsalê Saddam Huseyin, di 16ê Adara 1988an de li Helepçê bi çekên kimyewî pêkanîn, hîna xwînê dimîzin. Di wê demê de zêdetir ji 5 hezar mirov, zarok, jin ciwan û kal hatin kustin, nêzî 10 hezar mirov birîndar û seqet  bên, bi 10 hezaran gelê Helepçê koçber bûn.

Hîna jî zarokên ji dayikan re dibin, ji sedema çekên kimyewî seqet têne cîhanê.

Bi vê mebestê gelê kurd, sedsala bîstan weke sedsala qirkirina gelê kurd bi nav dike. Mixabin, qirkirina li dijî gelê kurd, di sedsala bîstûyekê de jî  di rengên cûda de berdewam dike. Dagirkerên xaka Kurdistanê, ji aliyekî ve erdnîgariya Kurdistanê kirine nexseya gorên komî, ji aliyê din ve, li dijî destketiyên gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê êrîsên dijwar lidardixin. Di encama zihniyeta inkar û tunekirinê de, bi fermanên tîranên demê û kiryarên generalên weke Eliyê Kimyewî li Helepçê, îro jî li Bakurê Kurdistanê Generalên weke Nejdet Ozelê Kimyewî heman komkujiyan pêktînin.

Di 25. salvegera komkujiya Helepçê de, em hêzên dagirker û destekgirên van hêzan teva bi tundî sermezar dikin, sehîdên Helepçê jî bi dilsozî yad dikin. Komkujiya li Helepçê sucê mirovahiyê ye, pêwiste hêzên dagirker û kesên destek dane hêzên dagirker, di qada navneweyî de werin dadgeh kirin û ceza kirin. Bi dardekirina tîranê hemdemî  Saddam Huseyin û ceza kirina Eliyê Kimyewî, sucê mirovahiya ku li Helepçê hatiye kirin nayê telafîkirin û birînên hatine vekirin nayên derman kirin. Girêdanên komkujiya Helepçê bi hêzên derve re heye û ev sucê mirovahiyê,  îro jî li dijî gelê kurd, bi heman rengî tê mesandin.

Bas tê zanîn ku birînên qirkirina sucê mirovahiyê hîna xwînê dimîzin.

Em weke KNKê di wê baweriyê de ne ku birînên komkujiya Helepçê û qirkirinên din yên li dijî gelê kurd, tenê di rojên salvegeran de nayên derman kirin. Pêwiste, tevahiya partiyên siyasî, sazî û dezgehên gelê kurd,  li ser bingeha pêkanîna yekîtiya neteweyî û bi dilsoziya berjewendiyên neteweyî tevbigerin û birînên kûr û dûr yên dîrokî derman bikin.

Bi vê mebestê em bang li tevahiya patiyên kurd, sazî û dezgehên gelê kurd dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de, bi dilsoziya yekîtiya neteweyî, li gorî berjewendiyên gelê kurd tevbigerin û rojekê berî rojekê, ji bo konferansa neteweyî gavan biavêjin. Divê neyê ji bîr kirin ku, hêzen dagirkerên Kurdistanê, ne tenê di aliyê qirkirina fizîkî de, di aliyê qirkirina spî û civakî de jî, li dijî gelê kurd serekî dijwar dimesînin. Di vê qirkirina herî metirsînî de, ciwanên kurd, jina kurd hedef têne girtin.

Ji destpêka sedsala bîstûyekê  vir ve, gelên li Rojhilata Navîn, li dijî sîstemên diktator û fasîst dinava têkosînê de ne. Gelê kurd jî, bi deh salan e ku li dijî hêzên dagirker, li dijî sîstema kujer têkosînê dike û di qonaxa îro de, wek aktorê sereke yê pêsengê gelên li herêmê derketiye holê. Di heman demê de, dewleta Tirk  a dagirker, ku wek pêsengê dijminatiya gelê kurd derketiye pês,  li dijî destketiyên gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê di nava hewldanan de ye. Lê îro, mecbur ma ku biçe ber destê Birêz Abdullah Ocalan û hevdîtinan  bike. Di pêvajoya hevdîtinên dewleta Tirk ya bi Birêz Ocalan re, rewsa Bakurê Kurdistanê jî kire pêvajoyeke nû de. Bi vê mebestê Yekîtiya Neteweyî  giring e û xwedî wateyek dîrokî ye. Çareseriya pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê, wê rewsa kurdên li çar parçeyan û cîhanê teva biguhere. Bi vê mebestê, têkosîna gelê kurd ya bi dilsoziya yekîtiya neteweyî dîrokî ye.

Em weke KNKê, di 25. salvegera Komkujiya Helepçê de, di sexsê Helepçê de, hêzên dagirker û kujerên gelê kurd teva bi tundî sermezar dikin û bang li tevahiya gelê kurd dikin ku, li hemberî her cure êrîsên hêzên dagirker û siyasetên helandin û qirkirinên siyasî siyar bin.

Di 25. salvegera komkujiya Helepçê de, em carake din  hêzên dagirker û destekgirên wan  bi tundî sermezar dikin û bang li raya gistî, saziyên pêwendîdar yên navneteweyî dikin ku, vî sucê mirovahiyê bikin rojeva cîhanê û gunehkaran eskere bikin û di qada navneteweyî de dadgeh bikin. Pêwiste gelê kurd jî, partiyên siyasî,  sazî û dezgehên civakî teva, bi dilsoziya yekîtiya neteweyî, di sexsê Helepçê de li dijî tevahiya qirkirinan û  di tevahiya deman de dinava tevgerek dijwar de bin û li dijî sîstema kujer ya dagirker têkosînê bikin.

Serokatiya Konseya Rêvebir a KNKê 

16.03.2013