Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersala Gele me pîroz be!

Daxûyanîya Çapemenî 30.12.2010 – Di pêvajoya têkosîna azadiya Kurd de û bidestxistina azadiya Kurd û Kurdistanê saleke din derbas bû. Di çar demsalên vê salê de jî, gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd, têkosîneke dîrokî mesandin. Di encamê de, sîstemên dagirker û zihniyeta inkar û ji holê rakirinê, ne bi gistî be jî, hatin parçekirin.

Di  dawiya salê de, gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê îradeyeke siyasî ya Projeya Xweseriya Demokratîk derxiste holê û wek kilîda çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê, ji raya gistî re deklere kir.

li Tirkiyê, nîqas û nirxandinên li ser projeya Xweseriya Demokratîk têne kirin jî,  didine xuya kirin ku, pêsniyaza gelê Kurd giring e û dîrokî ye. Erêniya sîstema herî watedar ya li ser bingeha felsefî û guhertina ekolojiya civakî, azadî, jiyana bi rûmet, wekhevî, dostanî û biratiya gelan e.

Lê dive werê zanîn ku, mîna di biryara dardekirina ciwanê Kurd Hebîbullah Letîfî de jî hate xuya kirin; hêzên dagirker, dixwazin gelê Kurd bikin qurbanê berjewendiyên xwe. Lê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistan û tevahiya Ewropa dijberiyeke mînak ya bi tifaq nîsan da. Ciwanên bajarê Rojhilatê Kurdistanê, dora girtîgeha Sîne pêçan û heya sibehî bela nebûn. Ev jî dide xuya kirin ku tifaqa Kurdan, yekîtiya Kurdan û têkosîna hevbes ya li çar parçeyên Kurdistanê encamên wiha, ku dagirker pasde gavan biavêjin wek hêzekê derketiye holê. Helbet, hêvî ewe ku gelê Kurd, li Rojhilatê Kurdistanê jî têkosîna xwe di nava yekîtî û rêxistiniya bi rêkûpêk de bimesînin.

Helbet, di vê pêvajoyê de, barê herî giring dikevê ser milê hêzên Herêma Basûrê Kurdistanê. Derkete  holê ku li Herêma Federal a Kurdistanê xelasiya Kurdan û jiyaneke bi rûmet ya dahatu, bi azadiya tevahiya Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Bi vê mebestê, pêwiste hêzên Basûrê Kurdistanê ji bo Yekîtiya Neteweyî  bi dilsozî û bêyî dereng bimînin gavê biavêjin. Gava duyemîn jî, bi rol û misyona xwe, di qada navneteweyî de û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bilîzin.

Di vê salê de,  dewleta Suriye jî, li dijî Kurdan siyaseteke dijwar, bi weyaset û pêsengiya Tirkiyê, li dijî Kurdên Basûrê Rojavayê Kurdistanê mesand. Bi zext û zoreke kujerî, Kurd girtin, êskence kirin, koçber kirin û bi kanunên taybet kirin bin cendereya helandin û tunekirinê. Pêwiste gelê me, zanibe ku partiyên Kurd yên bi sîstemê ve girêdayî û siyaseta li dijî Kurdan wek çarenûsê erê kirine; nikarin pêsengî û rêzaniya wan bikin. Bi vê hismendiya têgihistî, dive ku  gelê me li Basûrê Rojavayê Kurdistanê, bêhtirîn rêxistiniya xwe sazkar bike, di nava tifaqê de, dijberiyeke tund nîsan bide û mafên xwe yên demokratîk bike rojevê.

Di heman demê de, gelê Suryanî, Asurî û Keldanî dibin êrîsên hêzên dagirker de Hatin qirkirin û mecburî koçberiya ji welatê bavûkalan hatin kirin. Lewma em bang li gelê Suryanî, Asurî û Keldanî dikin ku, bi gelê Kurd re bi rêxisitniyeke rêkûpêk li dijî hêzen dagirker têkosînê bikin û azadiya xwe di çarçoveya Xweseriya Demokrtaîk de msioger bikin.

Bi hêviya, Surem Kurdistan Rojhilata Gelê Kurd, bêhtir ji her demê nêzîkî Yekîtiya Neteweyî û tifaqê ye. Qonaxa Îro ya Têkosîna Azadiya Kurd, gelê Kurd gihande wê astê ku, êsa hevpar ya li Sîne, li Qamislo, li Colemêrgê û hwd. di dilê tevahiya Kurdan de werê hîs kirin û dijberiyeke hevpar jî derbikevê holê.

Bi vê mebestê em bi dilsozî keddar û lehengên destanên dîrokî, sehîdên gelê Kurd bi bîrtînin û sala nû li xwedîyê têkosîna canfedayî ya gelê Kurd, li cengawerên gerilayên Kurd, li rêvebirê Haraketa Azadiya Kurd û li girtiyên di zindanên çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin.

Pêwiste neyê jibîr kirin ku, li pêsiya gelê Kurd hîna qonaxên demdirêj yên dîrokî hene. Pêwiste her kes zanibe ku, heta çar parçeyên Kurdistanê azad nabin, aramî û xelasiya Kurdên li tu parçeyan çênabe.

Bê çawa di sala derbasbûyî de, gelê Kurd her cûre êrîs û kiryarên komplowarî, lîstik û davik û kemînên dijmin berteref kirin û pûç kirin: pêwiste di sala nû de jî,  gelê Kurd di nava yekîtiya dilsoz de, heman  hestyariyê nîsan bide; di pêkanîna Yekîtiya Neteweyî de, di hestyariya  tifaqa gel ya rêxistinîkirin û li dijî her cûre êrîs û zordestiyan têkosîna hevpar de, yekgirtu û tifaqî ya gel û azadiya Birêz Abdullah Ocalan de, bi giyanê seferberî  têkosînê bike.

Em weke KNKe, bi van hêviyên gur û ges car din sersala gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê bi dilsozî pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
30.12.2010