Languages: English ‏سۆرانی‎

Têkosîna gel li Rojhilata navîn

Daxûyanîya Çapemenî 03.02.2011 – Rojhilata Navîn, bi têkosîna gel,  ketiye nava krîzeke siyasî û diheje. Bi têkosîna gelê Tunus û Misirê û tevgera gelan li welatên din yên Rojhilata Navîn, derkete holê ku netew-dewlet nikarin bersiva daxwazên gelan bidin û gelên li herêmê jî desthilatdarî,  rejîmên despot, hiyerarsiya milîrarîst û antî demokratîîk nema qebûl dikin.

Pistî serîhildana Gelê Tunusê û reva serokdewleta Tunusê, li Misirê jî gel derkete kolanan û li dijî desthilatdariya despot a Husnu Mubarek têkosîn da destpêkirin. Husnu Mubarek yek ji desthilatdarê ku, li dijî demokrasî , mafan û daxwaza gelên bindest bû. Di têkosîna Azadiya Gelê Kurd û pêvajoya Komploya Navneteweyî, ku di sexsê Abdullah Ocalan de, li dijî Gelê Kurd hate lidarxistin de roleke neyînî û xerab lîst;  di heman demê de, wek naybeynkarê dewleta Tirkiyê û Suriye roleke bextres a li dijî gelê Kurd lîst û antîdemokratîkbûna xwe jî nîsan da. Ji bilî van teva di pêvajoya desthilatdariya xwe ya demdirêj de, mîna fîrawunekî li dijî gelê Misirê kar kir, demokrasî kust, azadî û mafên mirovan teva ji holê rakirin û gel dibin xizaniyê de perçiqand.

Bi vê pêwanê têkosîna gelê Misirê û daxwaza demokrasî û reforman di cih de ye. Lê pêwiste gelê Misirê, jibîr neke ku,  kes, yan jî kesên pistî Husnu Mubarek werin ser desthilatdariyê, wê hewl bidin ku bibin diranek ji çerxa sîstema global. Ev jî, tê wateya ku tenê nav werin guhertin. Pêwiste gelê Misirê, berî her tistî, têkosîna  azadiyê, demokrasî, îradî û têkosîna mafan bike.

Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, KNK e, têkosîn û berxwedana gelê Misirê, yên Tunus û dewletên destpot ku bi deh salan e li dijî gelên herêmê  temsîliya sîstema kapîtalîst dikin; gelên herêmê dûçarî xizaniyê û jiyana bê rûmet, bê azadî, bê maf û bê rûmet kirin dike. Bêguman, gelên li herêmê, layikî demokrasî, mafan, xwesî û jiyaneke hevreyî ya cosûxuros û bi rûmet in. Ev jî, bi Destura Bingehîn a demokratîk, civaka demokratîk, welatê demokratîk  û komara demokratîk dikare pêkwere.

Serîhildana li Tunus û Misirê tenê bi xizanî û pirsgirêka aborî ve nayê girêdan û weke pêsketina globalîzmê jî neyê nirxandin. Misir kelihek ji ya sîstema kapîtalîst e, lê diheje. Dewletên despot, ku dibin navê parlamenterîzmê de, fasîzma spî, di qada herî dijwar de,  li dijî gelan dimesînin; wek dewleta Tirkiyê, Tunus, Misir, Suriye, Iran û hwd. di sîstemên klasîk de, ku li ser xwîna gelan û tûnabûna gelan hatine avakirin israr dikin. Lê berxwedan û têkosîna gelan, mîna li çar parçeyên Kurdistanê, li Tunus û Misirê da xuya kirin, wê di herka dîrokê de, ev desthilatdariyên despot ku hêza xwe ji sîstema milîtarîst distînin, di dadgeha dîrokê de wê mahkûm bike û demokrasiya gel a îradî  sazkar bike. Ji ber ku daxwaza gelan, demokrasî, mafên xwezayî, îradeya siyasî, biratî û erka nasnamî ye. Lê globalîzm, li bazar û desthilatdariya ratsmalî digere. Bêguman ev jî, li dijî daxwazên gelan e û pêwiste rayedarên hêzên global, li gorî daxwaza gelan tevbigerin û demokrasiyê esas bigirin.

Em weke KNKe, têkosîna gelê Tunus û Misirê destek dikin û hêvî dikin ku gelên li Rojhilata Navîn teva, ne tenê desthilatdariyan, sîstemê jî hedef bigirin û guhertinên bingehîn di çarçoveya demokrasî, wekheviya gelan û îradeya gel de, li herêmê sazkar bikin.

Konseya Revebir ya KNK