Languages: English ‏سۆرانی‎

Kombûna Konseya Rêvebir ya KNKê

Daxûyanîya Çapemenî 19.12.2010 – Konseya Rêvebir ya KNKyê kombûna xwe ya asayî ya dawîya sala 2010ê li merkeza xwe li Brukselê kir. Di kombûnê da xusûsen li ser bûn û bûyerên Kurdistanê hate sekinîn û bi taybetî li ser bizava xwudanderketina zimanê Kurdî li Tirkîye û bakura Kurdistanê rawesta. Digel rêz û silavên germ pêskêsî bîr û rehîya Kurdistanê dikin.

I. Prosesa têkosîna azadîya Kurdistanê bi taybetî li bakur hate qonaxeke nû. Karekterîstîka vê merheleya nû avakirina sîstemê îdarekirina xwe bi xwetî ye. Esasen bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ji serê sedsala nû, sedsala 21ê were dest bi avakirina sîstem û mekanîzmayên xwe bi xwe îdarekirinê kirîye. Pistî avabûna îdareya xweser ya basûr ya li dawîya sedsala bîstan û ji 2003ê were jî wergirtina rengekî nû yê federal di nav Iraqa Federal da tesîreke xurt û dînamîk li ser pêskevtina bi gistî bizava neteweyî kir li seranserê welatî. Digel vê motîvasyonê têkosîna azadîyê ji serê sedsala nû were li bakur dijî dewleta Tirk çeperên serkevtinê gav bi gav vehûnandin. Zemînê gelerî, rêxistinî û polîtîk hate gihandin ku mekanîzmayên xwe bi xwe îdarekirinê bêne avakirin û pêsvebirin. Suûra xwudanderketina li sîstem û mekanîzmayên xwe bi xwe îdarekirinê di nav xelkî da hate xurt û saxlem kirin.

Deklarekirina xweserîya demokratîk û avakirina dem û dezgehên wê di sertên dijwar yên îro da hate destpêkirin. Avabûna Kongreya Civata Demokratîk û girêdayî wê xebatên organîzekirina civatê bi gistî bi serê xwe hatina vê qonaxa nû nîsan didin. Îro bilindkirina bizava fermîkirina zimanê Kurdî ya di jîyana bi gistî li bakur û hemû cih û warên ku Kurd lê dijîn li Tirkîyeyê da jî nîsaneya vê yêkê ye. Bizava neteweyî êdî biryardar e ku li axa Kurdistanê zimanê Kurdî ji bin zor û zulma dewleta Tirk rizgar bike û hakimî jîyana Kurd û Kurdistanê bike. KNK vê pêsvehatinê gelek bihadar dibîne. Pistî bedelên gelek mezin hatina vê qonaxê giring e û xelkê Kurd divêt bi hêz û siyaneke xurt lê xwudan derkeve û biparêze. KNK vê merheleya li bakur hatîye pês destkevteke xwumalî dibîne û wekî garantîya paseroja têkosîna azadîyê dibîne. Destpêkirina prosesa avakirina xweserîya demokratîk û ferzkirina zimanê Kurdî li ser dewleta Tirk mezinahîya têkosîna bizava azadîyê û rika serhildêrîya xelkê Kurd û Kurdistanê nîsan dide. Ev ezamete ye ku di serî da ertêsa Tirk û hukûmeta Tirk û dem û dezgeh û derdorên nijadperest yên Tirk har û hêc kirîye. KNK bi hatina vê qonaxê bangî xelkê Kurd û Kurdistanê dike ku rêzên têkosînê sist nekin, bi hemû hêz û imkanên xwe mil bidinê û fedakarîyeke bêtixûb nisan bidin. Bilindkirina alaya dengî ya neteweyê Kurd, anku zimanê Kurdî, di eynî wextî da tête manaya parastina çeperên destkevtî yên soresa Kurdistanê. Garantîya jîyandina xweserîya demokratîk bi bilinkirina bizava fermîkirina zimanê Kurdî dibe. Pêdivî ye ku hemû Kurd bi vê bîr û hizirê li vê qonaxa nû xwudan derkevin.

KNK vê gava nû ya li bakur û xwudanderketina zimanê Kurdî ji bo xelkê me yê li rojhilat û rojava jî wekî nimûne dibîne û bangî wan jî dike ku ji bo fermîkirina Kurdî û standina mafê perwerdeya bi Kurdî têkosîna xwe dijî dewletên Iran û Sûrîyeyê jî bilind bikin.

II. Li tenista prosesa avakirina xweserîya demokratîk û bizava fermîkirina zimanê Kurdî li bakur û Tirkîyeyê, KNKyê giring û pedivî dît ku li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê jî hemleyeke ziman bide destpêkirin û hem li nav Kurdên dîsporaya Ewrûpayê suûra li zimanê xwe xwudanderketinê bilind bike, hem jî destekeke xurt bide bizava ziman li welatî. Ji bo vê gava li saheya Ewrûpayê ji serê sala nû, sala 2011ê pêve, ji alîyê komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê ve, li paytext û bajêrên mezin yên Ewrûpayê dê rêze semînerên mezin yên gelerî bêne amade kirin û di çarçoveya polîtîk û berpirsiyarîya neteweyî da xelkê Kurd bête agahdar û serwext kirin. Dê ji medyaya Kurdî jî bête xwastin ku di vî warî da erkê xwe yê ragihandin û agahdarkirinê bîne cih û imkanên xwe ji bo vê xebata nû ya li ser zimanî seferber bike.

III. Bizava neteweyî li bakur wekî hercar bi berpirsiyarîyeke mezin ya neteweyî û mirovî rê li ber diyaloga digel dewleta Tirk vekirîye ku danûstandinên çareserîyê bêne kirin. Ji bo vê yêkê pozisyona ”bêçalakî”yê hatîye standin. KNK vê stratejîya bizava neteweyî li bakur maqûl dibîne û vê yêkê ji bo dewleta Tirk jî wekî sansekî giring û bihadar dibîne. KNK hêvî dike ku dewleta Tirk xwe sas neke û nekeve nav dek û dolabên dîroka xwe ya res. Li ser vê pozisyona çêker û astîyane ya rêvebirîya polîtîk ya xelkê Kurd divêt bi çu awayî neyête leyistin û bersiveke pozîtîv bête dan û rojek zûtir ji teref dewleta Tirk ve gavên çêker bêne avêtin û daxwazên bizava neteweyî yên ku hatine deklare kirin bêne qebûl kirin.

IV. Midehekî dirêj e ku li ser polîtîker û rêxistinên Kurdan li Ewrûpayê jî êris û fisar têne kirin, têne girtin. Bi taybetî girtin û îkametkirina bi zorî ya endamê konseya rêvebir ya KNKyê û serokê Kon-Kurdê Nizamettîn Toguç li Italyayê bi çu rengî nayê qebûl kirin û bi xurtî sermizar dikin. Kon-Kurd rêxistina herî mezin ya sivîl û demokratîk ya Kurdên Ewrûpayê ye. Italya bi vê reftara xwe hemû norm û qanûnên li ser mafên mirovî yên navneteweyî binpê dike. KNK li hêvîyê ye ku Italya rojek zûtir Nizamettîn Toguç berde û lêborînê ji wî, ji rêxistina wî û xelkê Kurd bixwaze.

V. Iran û Sûrîye di polîtîkên xwe yên zulm û zora li ser xelkê Kurd da misqalek sistîyê nakin. Hefsên Iran û Sûrîyeyê ji têkoserên doza azadîya Kurdistanê ve tijî ne. Iran polîtîka xwe ya îdamê jî gelek hovane didomîne. Sûrîye siddeta xwe ya polîsî di dereceya herî bilind da berdewam dike. Sûrîye herwisa demografîya Kurdistanê jî xirab dike û Kurdan bi darê zorê dide koç kirin û Ereban li cihê wan bi cih dike. KNK van kir û kiryarên Iran û Sûrîyeyê sermizar dike û bang li wan dike ku dawîyê li vê siddeta xwe bînin. KNK herweha bang li xelkê Kurd jî dike ku xwe ji vê siddeta dewletên Iran û Sûrîyeyê nedine pas û têkosîna xwe bi rikeke herî mezin bidomînin.

VI. KNK di sertên îro da wekî hercar bi giringî li ser tifaqa navxweyî disekine. Digel hemû pêskevtinên li Kurdistana Federal, gef û planên neyarane yên Bexdayê yên rêvebirîya polîtîk ya Erebî divêt daîm bi ciddîyet bêne dîtin û neyêne pasguh kirin. Divêt neyête ji bîr kirin ku gefa li ser basûr ne tinê ji Bexdayê têt. Herwisa Ankara, Sam û Tehran jî merkezên fitne û arêseyê ne. Ev fesada mezin ya li ser Kurdan tinê bi tifaqeke mezin û fireh ya navxweyî dikare bête berteref kirin. Lewma em wekî KNK dê israra xwe ya ji bo pêkînana yêkitîya neteweyî bidomînin. Kurd pêkve divêt vê bîr û hizira neteweyî di dereceya herî bilind da bigirin. KNK amade ye ku rêyê li ber van hewildanên vehûnandina tifaqa navxweyî xwes bike.

VII. Eve midehekî dirêj e ku bi taybetî li Iraqê xelkên kêmanî yên ne musulman û bi taybetî jî xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî bi ber êrisên îslamîstên fanatîk dikevin û an bi komî têne kustin anjî bi gefan ji Iraqê têne derêxistin. Asûrî-Suryanî-Kildanî ji xelkên herî qedîm yên rojhilatanavîn in. Herweha bireke mezin ya vî xelkî hevwelatîyên Kurdistanê ne. KNK vê êrisa birandêr ya li ser Asûrî-Suryanî-Kildanîyan sermizar dike. Mafê jîyana vî xelkê qedîm yê vê cografyayê divêt bête parastin û xelkê Kurd vê yêkê wekî erkekî mirovî dizane û sing û berê xwe ji bo vî xelkê cîran vedike û divêt veke jî. Ji bo çareserîyeke mayînde jî maqûl e ku di nav Iraqê da cihekî bi ewlekarî ji bo vî xelkê qedîm bête amade kirin û ewlekarîyeke navneteweyî ji bo wan bête temîn kirin.

VIII. KNK kombûna xwe ya gistî ya asayî dê di Gulana 2011ê da pêkbîne. Ji bo vê yêkê kar û xebat hatin destpêkirin. KNK dê di vî demî da hilbijartina endamên nû pêkbîne û herweha peyman û peyrewa xwe nûve bike.

IX. Dawîya meha kanûnê rojên pîroz yên mesîhîyan in. KNK ji nihe ve noela hevwelatîyên xwe yên mesîhî pîroz dike û daxwaza xêr û xwesîyê bo wan dike.

X. KNK ji nihe ve sala nû, sala 2011ê ya xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan pîroz dike û daxwaza xêr û xwesîyê û serkevtina Kurd û Kurdistanê dike. KNK hêvî û daxwaza xwe dubare dike ku pêkve neteweyê Kurd û hemû Kurdistanî, sala nû, sala 2011ê bikine sala serkevtinê di her warî da.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
19.12.2010