Languages: English ‏سۆرانی‎

Sala Nû, Sersala 2024an Pîroz Be

Saleke dî, sala 2023an digel hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve encam dide. Jibo gelê me, bi giştî salekî ya tekoşinê bû. Li her çar alîyên Kurdistanê sal bi tekoşînek mezin derbaz bû.
Lî Bakura Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrîşên dijwar, sêrîde hêzên Gerîla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremanîyek mezin berxwedan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Îsal sedsalîya (29.10.2023) avakirina Komara Turkiyê bû. Rêveberên dewleta Tirk, di destpêka salê de gelek caran gohtin heta 29ê Çirîya pêşî (Cotmeh) emê “Rêxistina Cudaxwaz û Terorîst” yanî Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê tune bikin û wana bi temamî ji holê rakin. Lê sêrîde hêzên û Gerîla û gelê me yê têkoşer, bi berxwedana xwe ya bê hempa, ew îdîayên vale derxistin û pûç kirin. Teybetî berxwedana evsanewî ya li Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn mohra xwe li salê da. Li Bakur di her warî de berxwedan berdewame. Berxwedana îro li bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada sîyasî de û çi li qada Gerîla de, berxwedaneke pîroz û evsanewî ye.

Li başûra Kurdistanê, her çend statûyek destûrî ya federal hebi jî, statûya herêmên dabirayî (Deverên madeya 140) ne diyare. Sêrîde li Kerkûk û Xanîqinê û hemî deverên dabirayî Kurd têne koçberkirin û demografîya deverê tête guhertin. Piştî êrîşa DAIŞê û vir ve, Şingal heta niha ser bi xweve nehatîye. Koçber nezivirîne û êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Li başûr Paralmento nemaye û ne diyare ka wê kengê hilbijartin pêkbên. Herweha di alîyê aborî de jî li Başûr rewşek giran heye û gelê me ne rehete. Êraq jî di nava alozîyek mezin de derbaz dibe. Paşeroja Êraqê ne diyare. Ev rewş metirsîyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. ji alê dî ve dagîrkerîya dewleta Tirk ya Başûr gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemî deman zêdetir pêwîstî yekrêzîyê heye û divê rewş bi baldarîyek xurt bê şopandin û li hember dagirkeran tekoşîn bê zêdekirin.

Di nava vê salê de li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi hemî awayî têkoşîna azadîyê berdewamkir. Herçend hinekî lewaz jî bîbe, lê şoreşa Jin – Jiyan – Azadî brdewame. Dewleta Iranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin û dem dem jî êrîşê başûra Kurdisntanê jî kir. Bi rêya Êraqê û Hukûmeta Herêma Kurdistanê, zextek mezin li ser partîyên Rojhilatê çêkir û sehaya Başûr li wan tengav kir. Rejîma Îranê, li hundir û li derve di nava alozî û pirsgirakan de derbaz dibi. Ev rewş derfetên xurtkirina xebatê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilatê Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştîyê.

Li Rojava, eve duwazdeh salin satûyek fêîlî heye. Ev deskevtinekî mezine û divê bi hemî awayî bê parastin û bê fermîkirin. Heta niha jî rejîma Sûrîyê, ji çareserîyek siyasî û aştîyane re ne amade ye. Dewleta Tirk, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Di nava vê salê de gelek caran êrîşên mezin kirine û teybetî binesazîya Rojava û cihên xizmet û jiyanê hedef digre. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşîyê (întîşar-alarm) de ne û berxwe didin. Rêveberîya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh yên dîplomasîyî de ne. Rojava, di asta navneteweyî de hingî diçi zêdetir tête qebûlkirin. Pêwîstîya Rojava bi her awayî, bi alîkarîyê heye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye.

Rewşa girtîyên siyasî yên Kurdistanî yên ku di zîndanên Turkîyê û Îranê de ne, xirabe. Li zîndanên Îranê îşkence û idam berdewamin. Li zîndanên Turkîyê jî îşkece û zext li ser girtîyan hingî diçi zêdetir dibi. Eve nîzingê sê salane (34 meh) ji Birêz Abdullah Ocalan û sê hevalên wî yên ku di zînadana Îmrayî de dimînin, agahadarî ji wana nînin. Jiber vê rewşê bi pêkêşîya dostên Gelê Kurd de, kampanyayek ya bi navê “Ji Birêz Abdullah Ocalan re azadî – Ji pêrskirêka Kurd re çareserî” hatîye destpêkirin. Girtîyên siyasî yên Kurd jî, jibo destekkirina vê kampanyayê, eve nîzingê 40 rojane di greva birçîbûnê de ne. Divê dengê girtîyan bê bihîstin, divê herkes xwedî li girtîyan derkevin. Em weke KNK bi hemî hêza xwe ve, tevlî vê kampanyayê dibin û xwedî li xwestinên girtîyan derdikevin.

Di mehên dawîya salê de li Rojhilata Navîn, şerek dijwar derket. Êrîşa berfireh ya hêzên Hemmasê ya li ser Îsraîl, bû sedema şerekî dijwar û bû pirsgirêkek Cihanî. Li herêmê ihtimala bilavbûna şer heye. Dewletên dagirkerên Kurdistanê, raste rast nebi jî bi awayekî terefê vî şerî ne. Evî şerî rewşeke nû bi xwe re anîye herêmê. Jibo gel û welatê me tehlîke hene û lê dikare derfetan jî bi xwe re bîne. Di vê dema hesas de, divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tevbigerin û li ser vê rewşê nîqaşan bikin û kûr bibin. Pêwîştî bi yek dengî, yekîtî û hevkarîyê heye. Weke KNK, emê bi hemî awayî hewl bidin ku hêzên Kurdistanî bêne ba hev û li hember vê rewşa hesas stratejîyek hevbeş ya Kurdistanî derxin holê.
Di dawîya sala 2023an da eger muhasebeya navxweyî bête kirin, digel hemî êş û bedelan û herweha şaşî û kêmasîyên di xebat û têkoşînê da rûdayî da, dîsa jî tekoşîna azadîyê serkevtî ye. Êrîşên dijminan vale hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divêt bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagîrkeran serûbin bikin.

Em hêvî dikin sala nû, sala 2024an bibe sala serkevtinê, bibe dema xewn û xeyalên geş yên gelê me.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemî Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike.

Konseya Rêvebir ya KNKê