Languages: English ‏سۆرانی‎

Dewleta Tirk Kurdan qetil dike, Cihan bê denge!

Dewleta Tirk bi hemî hemî cureyên çekan, li Rojava êrîşê nexweşxanan, dibistanan, mizgeftan, kargehên xizmetê, depoyên genim, îstasyonên petrolê, santralên elektrîkê û hemî binesazîyên xizmetê dike, sivîlan û hemî gelê herêmê hedef digre.

Êrîşên dewleta Tirka dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê pêwîste bêne rawestandin û şermezarkirin. Di van rojên ku hemû cîhan bi pîrozkirina cejna Noelê mijûlin, dewleta tirk careke din şerekî topyekûn, bi balafirên cengê, dronan, top û balafirên bê mirov, êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dike.

Armanc û hedefên êrişên dewleta dagirker Ji Kobanê heta Tirbesipîye, li tevaya Rojavayê Kurdistanê ye. Hemû binesazîyên xizmetguzarî, aborî, sotemenî û civaka sivîl dikin hedef. Di êrîşan de hejmarek mezin sivîlan canê xwe ji dest dane û hejmareke mezin jî birîndar hene. Di van êrîşan de stasyona trên li Qamislo, Terzîxane, matbee, şirketên malzemeyên avahîya û fabrîke têne armanc girtin.

Em baş dizanin mebesta û armanca êrîşên dewleta dagirkera Tirk hilweşandina civaka Rojavayê Kurdistanê ye û têkbirina avakirina civaka sivîle û dagirkirine. Ev êrîş bi hemû şêwazên xwe li dijî huqoq û peymanên navdewletî ne û nayêne qebûl kirin. Raxmî vê jî, di serî de koalisyona navdewletî ya li dijî terorê, sazî û dewlet li hemberî van êrîşên dewleta dagirker ya bê dengin û di asta navnetweyîde jî bê dengîyek heye û heta niha helwestek derneketîye holê. Cihana li hember êrîşê li Xezayê bi hemî rengî dengê xwe bilid dike, mixabin li hember êrîşên dewleta Tirk bê denge. Bê dengî û bê helwestmayîn ya NY, Konseya Ewropa, Nato, Koalîsyona Navdewletî û sazîyên parêstina mafên mirovan dikin, bi ti şêweyî nayê qebûlkirin û ev bê dengî cîhê şermezarîyê ye.

Bangewazîya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bo sazîyên navdewletî û gelê Kurdistanê ku bi awayekî tund li hemberî êrîşên dewleta Tirk rawestin û dawî li bê dengîyê bînin. Pêwîste gelê Kurdistanê li her çar parçeyan û seranserê Cihanê, li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û berxwedaneke dîrokî pêş bixin. KNK bangewazîyê li koalîsyona navdewletî û NY dike ku demildest bi erka xwe rabe û pêşî li hemberî êrîşên dewleta dagirker bigrin.

Konseya Rêvebir ya KNK