Languages: English ‏سۆرانی‎

Rojbûna Îsa Mesîh Cejna Noelê Pîroz be

Roja bûyîna Îsa Mesîh di Cihana Mesîhîyê da rojeke pîroz e û cejneke serekeye. Bi vê armancê 25ê Kanûna Pêşîn wekî roja bûyîna Îsa Mesîh tête pîroz kirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan da bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremonîyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe de pîroz dikin.

Li Kurdistanê nufûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatîyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNKê da jî hevwelatîyên Mesîhî têne temsîl kirin.

Ji destpêkê pêve Mesîhîyet li erdnîgarîya Kurdistanê bilavûye. Çejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tête pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî da Noela Mesîhîyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhîyên Cihanê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşîya mirovahîyê li her derê Cihanê.

Konseya Rêvebir ya KNKê