Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Êzî li Kurdistanîyan Pîroz be

Îro li gorî bîr û baweriya gelê me yê Ezdayî cejna Êzî ye, li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di serî de em vê cejnê li bawermend, rojîgir, malbatên cangoriyên fermana 74 an, koçber û derbederên di çadirgehan de û temamî civaka Êzidî û Kurdistanê pîroz dikin.

Ev cejin piştî girtina sê rojiyan tê, bi serê xwe destnişankirina sê rojan ji kintirîn rojên salê, zanabûn, hişmendî û şarezaya feleknasiyê û stêrnasiya bav û kalên Kurdan nişan dide, bi hezarên sala ye rojperistên li Mezopotamiyayê vê cejnê pîroz dikin, em jî vê helkefta pîroz weke yek ji kevintirîn qonaxên destpêkê ên yektaperistîya bav û kalên Kurdan dibînin.

Gelên li Kurdistanê dijîn, bi pir çand, pir bîr û bawerî, pir îrf û edetên xwe ve, buha û dewlemendîyek taybet heye, ev mûzayîk û pir rengî ji me re sermayek mezin e, ev sermaye sîmayê bi hev re jiyan û hev qebûl kirina bi hezarên salan dide ber çavan, û aşitî û aramiya di nava civakê de diparêze, parastina van çand û bîr û baweran di serî da erka ser milê her takekî/a Kurdistanê ye paşî erka her dînekî, her partîyek, her hêzek û her sazîyek Kurdistanê ye.

Dubare em cejna Êzdayîyan pîroz dikin, hêvîxwazin ev cejin, xêr û xwehsiyê bona gelên li Kurdistanê jiyan dikin bi xwe re bîne.

Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK