Languages: English ‏سۆرانی‎

Raperina pênç ê adarê li gelê me piroz be

Daxûyanî bo Çapemenî 05.03.2009 – Bi rashatina roja raperîn û serhildana gelê me di basûrê kurdistanê de em pirozbay li hemû gelê me yê Kurdistanê yê kedkar û qehreman dikin.Bi hêviya ku ev roj bibe bingihek ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratik û asîtyane di parçên din yê kurdistanê de .

Ev dema ku em têdene, li ser hemû hêzên kurdan ferze ku bi rihê raperînê kar bikin; ji bona parestina deskeftiyê kurda di her çar parçê Kurdistanê de. Em bang li hemu hêzên kurda dikin xwedî li rihê raperin û serhildanê derkevin. Em hevi diken ku raparin bibe bingehe yekitiya netewî u danîna stiratîjiyek netewî ya mainde.

Bi vê minasabete em carake din helwestê dijmin yê êrîskar û hovane li ser gelê me û netewa me sermezar dikin. Bangawaziya wan diken ku dest ji siyaseten xwe ye qirêj berdin û hurmetlihember gele me û mafên wî bigrin.

Di dawî de em bang li hemu gêlê kurd û saziyê wê dikin ku bi rihê berpirsyaretiya netewî tev bigerin û bi hêviya rojên azad

Iro pênçe adarê roja damezrandina PÇDK ye ji. Bi rasthatina roja damezrandina partiya çareseriya dimokrati kurdistan (PÇDK)em rêvebrî, kadir û layingerê wê piroz dikin û hêviya serkeftinê di kar û xebatên wa de dixwazin .

Konseya Rêveber ya KNK
05.03.2009