Languages: English ‏سۆرانی‎

Komploya navnetewî ya 15 ê Sibat

Daxûyanî bo Çapemenî 10.02.2009 – Ew komploya navnetewî ku li dijî tekosîn û rûmetên gelê me hatibû despêkirin, îro jî bi sêweyên cuda berdewam dike. Em weke KNK, ew lîskên gemar ên di 15 ê Sibata 1999 da despêkiribû û nuha hîn jî bi rengên cuda berdewam dike, em bi tundî sermezar dikin. Em plangeran bi nefret mahkûm dikin û em silavê li gelê xwe yê li dijî vêna berxwedide dikin.

Di 15 Sibata 1999’an da ku ji bo gelê Kurd weke “Roja Res” e, bi plangeriyek e navnetewî Rêberê gelê Kurd rêzdar Abdullah Öcalan dîl hate girtin û di kesayatiya wî de li dijî gelê me konsepta berfireh û bi gemar a tunekirinê hate despêkirin. Ev komplo û hêzên di vê komployê de cih girtin ku, hemû rûmetên mirovatiyê û huqûqê navnetewî xistin bin piya û pêkanîn, lê di 10 mîn salvegera xwe de, di encama berxwedan û her çi dibe bila bibe xwedîderketina bi israr li Rêberê xwe ya gelê me, nehist bigihêje armancên xwe. Gelê me îro vê serkeftina xwe jî kêm dibîne û xwe kilît kiriye bi armanca azadkirina rêzdar Abdullah Ocalan ra. Hêzên ku, xwestin bi vê dîlgirtina Rêzdar Öcalan a bi vê komploya qirêj û derveyî huqûq û ne rewa ra, Tevgêra Azadiya Kurd hilwesîn e, ku bi serneketin, nuha jî êskenceyek e bi pilan û bi rêxistinî pêktînin. Êriskariyek e piralî; ya bîrdozî, siyasî, psikolojik û fizikî hemiyan bi hev ra didin mesandin. Bi vê kiryariyê jî, dixwazin Rêzdar Ocalan bêdeng bikin û ji gel bi qetînin. Li himberî vêna, dîsa di serî de Rêzdar Ocalan û gelê me bi hev ra, ev 10 sal e berxwedan û tekosîna xwe her bi xurtir didin mesandin.

Rêzdar Ocalan tekosîna xwe ya jibo çareserkirina bi asîtî û demokratik û adil a pirsgirêka Kurdan her berdewam dike, lê di qonaxa nuha da azadbûna Wî, ji her demê bi leztir pêwist e. Erkek e li ser milê her hemwelatiyekî Kurd, ku bi ruhê yekîtiya netewayî û rûmetê di kesayetiya Rêzdar Ocalan da li tekosîna Kurd xwedî derkeve. Gûman nîne ku armanca pilangeran, bi tenê ne Ocalan bû, belê di kesayetiya Wî de, hêviya gelê me biskîne, xeyalên gel vala derxîne, moralî gel xera bike, hemî deskeftiyên gel tune bike û li ser vê bingehê sistema xwe ya nenaskirin û tunekirinê bide berdewam kirin. Bersîva herî hêja ya gelê me eve ku, li dijî van derdorên ku di komploya Rezdar Ocalan da bi hevkarî tevgeriyan e, li ser bingeha yekîtiya netewayî xwe bi rêxistin bikin û helwesta pêwîst nîsan bidin.

Konseya Rêvebir a KNK
10.02.2009