Languages: English ‏سۆرانی‎

Konseya Rêvebir ya KNKyê kombûna xwe kir

Daxûyanîya Çapemenî 31.01.2009 – Xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê ji paseroja xwe avneh in (emîn in). Bawerîya xelkên Kurdistanê bi doza xwe heye, bi hêvî ne. Hemû xelkên Kurdistanê digel hemû zor û zehmetîyan, dijwarîyan vê bawerîya xwe xurt û saxlem digirin. Kurd û Kurdistanîyan bi van bîr û bawerîyan dest bi sala 2009ê kirin. Lê belê, Kurdistanî herwisa pêshatinên li navçeyê têne dîtin jî ji nêzîk ve taqîb dikin û li goreyî wê pozisyonê werdigirin.

Îro li Kurdistanê, li ber û pistên cografyaya Kurdistanê bûyerên ne bi xêr û bêyûm pêktên. Bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav vê hercûmercê da pêsdikeve. Her pêskevtina bizava neteweyî û pêkhatina destkevtên li Kurdistanê xezeba dewletên dagîrker dikêse ser xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan. Dagîrkeran hêj jî xwe ji armanca fetisandina doza neteweyî nedane pas. Planên têkbirina bizava neteweyî di serê rojevên wan da ne. Hem yêk bi yêk, hem jî bi hev ra êriskarîya xwe ya li ser Kurdistanê didomînin. Bi taybetî Tirkîye û Îran hem ji resahî, hem jî ji esmanî bombeyên agir û jahrê dibarînin ser Kurdistanê û telafeteke mezin didine can, mal û xwezayê. Îranê ji bilî van êrisên leskerî, pêla îdaman jî daye rakirin. KNK bangî dewleta Îranê dike ku hem dawî li van kiryarên xwe bîne, hem jî rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê veke û mafên xelkê Kurd digel nimayendeyên Kurd çaresere bike.

Vê gavê serokatîya hukûmeta Iraqa Federal jî daxilî vê prosesa êriskar bûye. Serokwezîrê Iraqa Federal Malikî ji milekê ve pistevanîya Tirkîye û Îranê dike ku bizava neteweyî ya li bakur û rojhilat bête skandin, li milekê jî li ser serê Kurdistana Federal ya ku di nav tixûbên fermî ya Iraqa Federal da dek û dolaban dizivirîne. Malikî û piranîya hukûmeta Iraqê ya Erebe, ev demekî dirêj e ku dijî otorîteya hukûmeta Kurdistana Federal ketine nav hewildanên neyarane. Hem nahêlin ku Kerkûk, Xaniqîn û bajêrkên dî bikevin nav tixûbên Kurdistanê, hem jî hêzên leskerî yên ertêsa Iraqê rêdikine van bajêran û herweha dest pê kirine ji nav Kurdan hêzên çekdar (isnad) jî pêktînin ku hêza asayisa xwumal ya Kurdistanê bê desthilat bikin. Hukûmeta Malikî bi vê polîtîka xwe ya sovenîst ya Erebî tevî êriskarîya Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê bûye dijî Kurdistanê û xelkê Kurd.

Kurd û Kurdistanî îro di nav vê ablûkaya mezin da têkosîna xwe didomînin. Amerîkayê digel ku di avabûna Kurdistana Federal da destek da xelkê Kurd, lê îro li goreyî berjewendîyên xwe adeta xwe „bêteref“ kirîye ku eve cesaretê dide hêzên Ereb yên sovenîst yên li hukûmeta Bexdayê.

Eve midehek e ku li ser planekî wêranker tête axivtin. Aktorên vî planê ku dixwazin Kurdan bi gotina herî sade „tengav“ bikin, bi hev ra û bi koordîne hereket dikin. Armanca wan ya sereke ew e ku bizava neteweyî ya li bakur û rojhilat biskênin û hêzên HPGyê ji ber û pistên Qendîl rakin. Tirkîye daku vî planê qirêj bide realîze kirin xwe pêskêsî Amerîkayê kirîye. Tête xwastin ku bi vê stratejîya ablûkakirin û pasê jî belavkirina hêzên HPGyê, projeyên xwe yên teslîmîyetê li ser Kurdan ferz bikin. Xelkê Kurd û Kurdistanî vê armanca dagîrkeran dizanin û li beramberî wan têkosîna xwe didin. Lê Kurd gava di nav vê prosesa wêranker da rola Amerîkayê jî dibînin, mecbûr in bipirsin. Amerîka hem bi slogana „demokrasîyê“ hate rojhilatanavîn, hem jî îro bi vê tifaqa digel Tirkîye û Malikî, ma ne di nav paradokseke kûr da ye? Em wekî KNK daxwazê ji serokatîya nû ya Amerîkayê û serok Obama dikin ku xwe ji vê paradoksê derêxin û herweha wî heqî di xwe da dibînin ku bêjine wan vegerine ser armanca „rojhilatanavîn ya demokratîk“ ku eve bi tifaqdarîya Kurdan mumkun dibe.

Di vê tabloya res da, rol dîsa ve dikeve ser milên Kurd û Kurdistanîyan. KNK gelek askera dixwaze bala hemû Kurd û Kurdistanîyan bikêse ser vê tehlîkeya ku dagîrker pê rabûne. Neku pratîk, nîyeta tesfîyekirina hêzên gerîlla bi serê xwe alarma felaketê ye li navçeyê. KNK naxwaze bîne bîra xwe ku Kurdek bibe hevkarê vî planê neyarane û wesartî. Digel hindê jî KNK dixwaze rojên res yên „serên navxweyî“ bîne bîra hemû Kurdan ku çawa dijminan ji wan seran istifade kirin, Kurdan çawa jê zerar û zîyan dîtin. KNK wekî hercar banga xwe ya pêkînana yêkitîya neteweyî dike û ji bo vê armanca pîroz jî teklîfa xwe ya komkirina konferanseke neteweyî dubare dike ku di „Belgeya Stratejîya Yêkitîya Neteweyî“ da jî wekî xaleke bingehîn cih girtîye. Divêt Kurd hisyar bin ku neyarên Kurdan konferansên ku Kurdan berdin hev pêkneynin. Konferansên ku „birek Kurdan“ li hev kom dikin, esasen dibe sebebê belavkirina Kurdan û sik têda nîne ku eve xizmeta polîtîkên dagîrkeran dike. Konferansên ku xizmeta yêkitîya neteweyî dikin divêt bi îradeya Kurdan bi xwe bêne kom kirin. KNK amade ye ku digel hemû dînamîkên neteweyî konferanseke Kurd û Kurdistanî organîze bike.

KNK di nav vê prosesa dijwar da dixwaze bala Kurdan bikêse ser hilbijartinên li Tirkîye û Kurdistanê jî. 29ê Adarê hilbijartinên sehridarîyê çêdibin û bi navê xelkê Kurd û Kurdistanîyan DTP besdarî hilbijartina dibe. KNK giringîyeke mezin dide van hilbijartina. Sehridarî, di nav van sertên zordarîya dewleta Tirk da jî bin, merkezên xwe bi xwe îdarekirinê ne. Hindî ku rêvebirina bajêrên Kurdistanê bi rêya van sehridarîyan bikeve destê Kurdan, bizava neteweyî dê hind pêsbikeve, çeperên nû bi dest bêxe beramberî rejima dagîrker ya Tirk. Bi vê suûra neteweyî em bangî xelkê xwe dikin ku li rehîya xwe xwudan derkevin û îdareya sehridarîyên bajêrên xwe bi destê namzetên dewletê ve bernedin. Bi destxistina her sehridarîya bajêr û bajêrkên Kurdistanê, dê armanca rizgarî û azadîyê nêzîk bike.

KNK siddeta li ser Ocalan jî sermizar dike û bangî dewleta Tirk dike ku rê li ber azadîya Ocalanî veke û herweha daxwazê ji Kurdistanîyan ji dike ku li ser pirsa Ocalanî bi baldarî rawestin.

Di dawîyê da KNK bangî dewlet û hêzên demokratîk, humanîter û xêrxwaz yên cîhanê jî dike ku pistevanîya bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd û Kurdistanîyan bikin. Bi taybetî Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê (USA), Yêkitîya Ewrûpayê (YE), divêt li normên xwe yên demokratîk xwudan derkevin û destekê bidine xelkê Kurd û Kurdistanîyan. Îlankirina rêxistinên Kurd bi nave “terorîstî” xizmeta çareserîyê nake. Çareserî bi dîyalogê dest pê dike. Ev daxwaze di “Konferansa YE, Tirkîye û Kurd ya 28-29 Çile 2009ê” da jî bi dengekî bilind hate gotin û herweha hate xwastin ku PKK ji nav “lîsteya terorê” bête derêxistin. Heke Amerîka û YE dixwazin rê li ber çareserîyeke demokratîk vekin, berî hertistî divêt rêya dîyaloga digel rêxistinên Kurd vekin û digel wan di nav têkilîyê da bin. Di vî warî da rolek jî dikeve ser mile Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî (UN) jî ku di navbeyna berpirsiyarên xelkê Kurd û Kurdistanîyan û dewletên dagîrker yên Kurdistanê da navbeynkarîyê bike ku rê li ber pêkhatineke maqûl vebe.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
31.01.2009