Languages: English ‏سۆرانی‎

Calakiyên Dayikên Asitîye

Daxûyanîya Çapemenî 12.01.2009 – Wan rojan Dayikên Asitîye calakiyên runistinê li darxistin û ev calakiyên ji bona zimanê kurdê hîn jî berdewamin.

Dayik, dixwazin bi zimanê xwe bi jîn, Dixwazin zarokên wa n bi zimanê Kurdî werine perwerdekirin. Daxwaz dikin ku êdî dewletûn dagirker dawî li bisaftina li ser zimanê kurdî bînin û yê herî girîn jî yek jê ew e ku jib o xwendakarên kurd perwerda zanistî bi zimanê kurdî serbest were berdan û di zagonan de were destnîsankirin.

Zimanê Kurdî yek ji wan zimanê kevnar e û nezî 40 milyon mirov pê diaxivin. Qedexekirina ziman û canda 40 milyon mirov suc ê herî mezin e û bê goman ruresiya mirovatiyê ye. Di sêrîde dewlat a Tirk ,dewletên dagirker hîn jî vî sucê giran dikin û hîn jî li ser ziman û canda kurdî qedexe,asîmîlasyon û rêbazên tunekirinê berdewamin.

Dewleta Tirk wêcarê li ser nave vekirina TV ya bi Kurdî sucdariya xwe hîn zêdekir. Ev sed sal e zimanê Kurdî tune dît û jib o tine bibe serî li her rebazê xist. Lê tistê herî ecep weke ku tistek nebuye ji sedema ruresî û sermezariyê, ji sedema helwesta gel ê kurd, ji sedema tekosîna harêkata Azadî ya Kurd, partiya AKP dest bi wesana bi zimanê Kurdî kir. Bê goman div ê siyasetê de hilê û xapandin heye û diyare ku AKP ji bona hilbijartinan van rêbaza pês dixe.

Wezîrê Karê Hundir A.Kadir Aksu dibêje zimanê dayikê weke sîrê dayikê maf e û helal e. Erê kesê ku vê dibêje ew kesê ku bi salaya siyaseta kujerî bi qerêj mesandiye û hîn jî ev kes berpirsê zilm û kiryarên xerebe. Ev bêrumetî û dirutiya herî mezin e.

TRT 6 ne ji bona pêsxistina ziman û canda kurdiye. Gelê Kurd nayê xapandin.Pêwîste Komara Tirkiyayê dest ji van fen û xapandina berdê . Pêwîste vîna gel ê Kurd nasbike û li gora vê plan û projeyn carenseriye pêsxe. Em azadiya zimanê xwe dixwazin. Heger ziman Azadbe pêsdikevê. Heger ziman û canda me yê giring tir gel ê me ne azadbe wê cawa ziman pêsbikevê. Bo vê sedeme xwepêsandan û calakiyên Dayikên me bi wate û bi nirxin. Em calakiyên dayikan silav dikin.

Em cardin zilm û asimlasyona li dewlata tirk ya li ser ziman û canda kurdan bi tundî sermezardikin. Em dibêjin zimanê me rumeta meye. Rumeta me azadiya meye.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
12.01.2009