Languages: English ‏سۆرانی‎

Bi yekîtîya xwe em ê bihêz bibin, bi hêzbuna xwe em ê azad bibin

Daxûyanî bo Çapemenî 08.03.2009 – Roja jinên kedkar yê cîhanê 8 Adarê, di tekosîna jinên kurd yên jibo kedê û azadiye de yek ji wan rojên heri girîng yê cejna berxwedaniyêye. Rexmê zilm û zordariya hêzên dewletê, dayik û jinên kurd yen leheng ku li qadan serkesiya daxaziyên Azadiyê dikin em wan bi rêz slavdikin. Ji bo 8 Adarê tistê heri guncav berxwedan e. Jinên kurd ji weke wan jinên leheng yên ku raxmê kustin û sewtandinê 1857 de li New York e li dijî zilm û zordariyê ketibûne berxwedanê, jinên Kurd jî îroj li qadane.

Ev roj, ji herkesî zêdetir jinên kurd , daxwaziyên Klara Zetkin û yen jinên Soresger bi cih tînin,

Di salvegera 8 ADARÊ de , Ji bo ked û tekosîna azadiyê wan kese bi lehengî li berxwedan a di kesayetiya yên weke Clara Zetkin, Mina Qazî, Leyla Qasim, Rewsen Bedirxan, Zîlan û Bêrîtanan de em tev ê sehîdên jin bi rêz bi bîr tînin.

Jinên Kurd hem ji bo nasnama jin û hem jî jibo tekojina nasnameya neteweyî ya demokatîk hêza bingehîn e. Jinên Kurd raxmê zilm û îskenceyê li dijî siyaseta koletî, înkar û tunekirinê ya dewletên weke Tirkiya ,Iran û Surî ya li berxwedidin. Ev dewletên dagirker bi hêzên navnetew yên rojavayi re hewldidin ku yekîtîya gele me çênebe û havpeyvînên asîtîxwaz pêsnekevê.

Bê guman sere vê siyasetê dewlata Tirk dikisîne.Dewlata Tirk bi hêzên Basurê Kurdistanêre dixwazê Kurda bi Kurda bide Kustin. Ji bo ev daxwaziya dewlata Tirk pêsnekevê em daxwazdikin ku Rêveberiya Basurê Kurdistanê siyaseteke zelal û ji gel re vekirî bike. Em weke gele Kurd û jinên Kurd naxwazin kadera xwe bi sipêrine kesekî.

Li aliye din di civakamede hîn ji em jinên kurd di bin serdestî û hismendiya desthilatdariya zilamdene .Li ser navê kujeriyên Namusê jin ten kustin, sewtandin û naçari xwekustinê tene histin.Li basurê Kurdistanê kiryarên derveyî serdemî ên weke pirjinî hate fermîkirin. Ev hismendiya kevneperest bi pisgiriya siyasete tê rewakirin.

Em bas dizanin ku çavkaniya hismendiya zordarî û mêtingerî ya ku li ser jinan tê mesandin û ya hismendiya metingeriya gistî ya ku li ser tevê civakê desthilatdar û mêtingere yek e.Herdu ji xwe dispêrin e hismendiya serdestiya zilam ya ku berhemên pergala Kapîtalîzmêne.Ev Pergala kapîtalîst jî heroj metîngerî, ser, pevçun û dagirkeriyê di hilbêrê û çiqas diçe di tekçûnê de kur dibe. Ev weke kayranên Aborî li her cihî derdikeve hole. Ji sedemê hêrsa kar û bê dawî mêtingerî êdî li vê cîhanê nayê jîyin.

Li ser navê sazumaniya nu ya cîhanê , serkêsê sîstemê DY Emerîqa û YEwrupa xwe dile Rojhilatanavîn Kurdistanêde bi cih kirine û hewl didin ku ji vir ser,pevçun, xarakirin û tevlîhevîye belavbikin. Ji bo sedemê, yekîtiyame ya neteweyî tehlûke dibînin. Êdî herkes dizanê ku dixwazin Kurdan li gora berjewendiyên xwe bi karbînin.

Êdî pêwîste jinên Kurd li herçarparça yekîtiyê xwurtbikin û ji bo azadiyê têbikosin.

Dîse divê jin bi yekîti û xebatên xwe siyaseta dagirkerî û ya parçekirin û desthilatdariyê valaderxin.

Bê guman encam û bandoriya tekosîna me ya ji bo nasnameya jin û ya Kurdîniyê bes herêmî nîn e, global e jî. Serkeftin û binkevtina sîstema serdest û mêtinger bi tekosîna me ya azadiyêve girêdaye.

Di çareseriya pirsa kurd de hêza sereke vîna gelemeye.

Em bangawazî li tevê jinan dikin; da ku ji bona lêxwedî derketina vîna xwe tevlî hilbijartinên herêmî yên 29 Adarê bibin û ji bona pêserojên Azad û Demokratîk dengêxwe(ray ê xwe) ji DTP re bi kabrînin û pisgirî û alîkariya DTP ê bikin.

Jibo yekîtiya neteweyî û ji bo tekoseriyeke xurtir û çalaktir Em tevayê Jinên Kurdistanî wedixwenine tevlîbuna roja 8 Adara 2009 an.. Em bangewazî jinên kurdistanî dikin da ku pisgirî û alîkarî bidine Stiratêjiyê Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a KNK ê.

Em weke rêhavalên we yên jin Roja jinên Kedkar ê cîhanê 8 Adarê bi hestên xwes û ges li we pîrozdikin.

Komisyona Jin a KNK ê
08.03.2009