Languages: English ‏سۆرانی‎

Di salvegera 5 emîn a Komkujiya Qamislo de em yekîtiya xwe ya neteweyî bi hêztir bikin

Daxûyanî bo Çapemenî 12.03.2009 – Di ser komkujiya ku dewleta Suriyeyê li Qamisloyê, li dijî gelê me pêkanîbû 5 sal derbas bûn, ev komkujî bû sedema windakirina jiyanên 30 welatparêzên kurd. Em hêzên ku ev komkujî li dijî gelê me pêkanîne bi tundî sermezar dikin û welatparêzên ku jiyanên xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.

Wek tê zanîn rêveberiya Samê heta niha di ti waraî de ku di nav de babeta kesên zindankirî jî heye, soza xwe bi cih neaniye û li gel dewletên wek Îran û Tirkiyeyê di înkar û îmhaya kurdan de bi israr e. Rejîma Suriyeyê herî dawî dîsa li siyaseta xwe ya „Kembera Erebî“ vegeriyaye û dixwaze basrûê rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bike û ereban li sûna kurdan bi ç bike, wisa jî provaya komkujiyên nû yên wek li Qamisloyê dike.

Divêt ev bê dîtin ku ev kiryarî dibe sedem ku biratiya ereb û kurdan têk biçe. Eger fersenda çareseriya demokratîk ku dê bibe sedema pêsketin û gesbûna biratiya kurd û ereban bas neyê bikaranîn, wek di serpêhatiya pergala Iraqê û ya Saddam de jî derket holê, dê ti sûdê nede pergala Suriyeyê jî. Eger di polîtîkaya xwe ya nijadperestî û neteweperestî de bi israr be, wê xesara herî mezin jî ew bi xwe bibîne. Divêt pergala Suriyeyê bizanibe ku gelê kurd ne bi tenê ye, divêt bizanibe ku kurd di hawîra herêmê de hêzeke girîng e û yekser dawî li êrîsên xwe yên li ser gelê me bîne. Ji ber vê jî divêt dewleta Suriyeyê dawî li dijminahiya ku bi dewletên Tirkiye û Îranê re li dijî gelê me dike, bîne û girîngî bi dostaniya dîrokî ya di navbera herdu gelan de bide, divêt polîtîkayeke demokratîk bi pês bixîne.

Gelê me yê welatparê; em dibînin û dibin sahid ku li her parçeyên welatê me hema bigir di heman demê de polîtîkayên komkujiyê tên duristkirin. Bi van hewldanên komkujiyê re tê xwestin ku destkeftinên gelê me yên demokratîk têk bibin, gelê me biçewsînin, çavtirsî bikin û vîna wî biskînin. Ji bo gelê me bi awayekî pir zelal derketiye holê ku li her parçeyan li dijî van êrîsan tekane rê yekîtiyeke demokratîk a neteweyî ye, pêsxistin û zexmkirina pistgirî û hevkariyê ye. Herwiha divêt bi mebesta 5. Salvegera Komkujiya Qamisloyê, êrîs ji ku û ji çi hêzê tê bila bê, divêt li her derê cîhanê em yekîtiya xwe ya li ser bingeha demokratîk û neteweyî li dijî her cûre zext û çewsandinê bidin nîsan. Bi taybetî jî gelê me yê li basûrê rojavayê Kurdistanê divêt li dijî komkujiyan bêje „êdî bes e“ û serhildanên xwe bilind bike; i ser bingeheke astiyane, demokratîk û wekhevî û azadî biratiya di navbera ereb û kurdan de gestir bike, ev wezîfeya li pês wî ye.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
12.03.2009