Languages: English ‏سۆرانی‎

Ramîn, Zanyar û Luqman sê sitêrkên şanazîyê ne

Raman Huseyin Penahî di hezîrana 2017an ve, bi pilangêrîyeke gumanî ya Komara Îslamîya Îranê da bi dîl hate girtin. Li zindana dewlaeta Îslamîya Îranê de ma. Zanyar Moradî û Luqman Moradî jî di sala 2019 ê were di zîndanê de bûn. Her weke tekoşrên din yên kurd, di zîndanê de ev sê tekoşre li bin eşkence. Lêdan û surgunkirin û çavtirsandinê de bûn. Diyare bi taybetî merema çavtirsandin û lêdana girtiyan ji bo şikandina îradeya şoreşgêraneya cewanên kurd yên azadîxwaz û herifandina xweste ya xelkê ya bo kar û xebatê.

Mixabin bedbîniyên çaverêkirî yên komara Îslamîya Îranê her weke xwe dimeşin. Rejîmek nêzî 40 sal bere li ser encama popolîmzeke mezhebi dil tije kîn, dije pêşkeftinxwaziyê û azadîya xelkê hate ser hukm û desthelatê. Her ji roja yekemin ya destbikarbûna xwe naveroka faşîstî û kevneperistîya xwe nişan da. Fetwaya Ayetullah Xumeynî ya ji bo qirkirina xelkê Kurdistanê ji alî Benî Sedir heta dawî Axundeyekê vê rejîmê û heta roja îro jî berdewamîya wê heye.

Ev 39 sal in, Îran, bi taybetî rojhilatê Kurdistanê, li bin siya vê Komara Îslamîya faşist û genî de dinalê. Rejîmek ku ser ta piyan ji damezirayeke dizî û gendelî, tawankrî û destdirêjîyê pêkhatî. Li darvekirina çalakvanên siyasî yên kurd di demekî de ku dewlet di rêya siyaseteke bi pilankirî rojhelatê Kurdistanê birsî û bê kar û emel kirî ye, her roj çend kes ji kolberan bi giranî birîndar dikin yan dikujin û mal û halên wan jî bi talan tên dizîn. Rewşa aborîya xelkê ji egera nizimbûna diravê Îranî gelekî dijware û xelk bi giştî din ava dox û rewşeke bertenga jiyarê jiyan dikin.

Hê 2 du meh bi ser terorkirina giyanbextê nemir Îqbal Moradî re derbaz nebûne, yê ku li 19ê tîrmehê da hate terör kirin. Niha malbata wî dibe hembêza xwe ji bo du şehîd “ Zanyar û Luqman” amade bike û veke. Hemdem di gel li sêdaredana van sê tekoşerên ser bilind da, komara Îslamî ya Îranê bi balefirên bê frokvan din av cergê axa başûrê Kurdistanê destdirêjî kirine ser tekoşerên Hizba Demokratîk a Kurdistanê.

Axaftin li ser cewher û mahiyeta faşistî û kevneprêsî û xwînxwarîya vê rejîma Îslamî ya genî hatiye kirin û bêguman wê zêdetir jî bê kirin. Awa giringe bête gotin eve k udi nav terorkirina hizar bi hizarên Kurdistaniyan û li sêdaredana Ramîn, Zanyar û Luqman û herweha bombarankirina baregahên HDK û HDK Îran, rastiyek heye ku dewleta Îranê wê qezenc bigre , ew jî dûrîtîya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye ji hev du. Îran qezencên mezin ji nebûna edmosfer – fezaya xwîşk û biratî û hevalîtî û hevalbendîya nav kurdan digire. Îran sûdên mezin ji nebûna platformeka Niştîmanî, ji nebûna hevpeymanêtîya Niştîmanî, ji nebûna enîyeke yek leşkeri û yek hêzîyê dibine û wê delîve – firset bi baştirîn şêwe îstîfade dik e.

Em bi tek û tera û her yek bi awazekî cûda nikarîn şikatê li hikûmeta Îraqê bikin, ku rê bi terorîzma Îranê ya li Îraqê dide. Herweha nikarîn wan tawanbarbikin û lêpirsiya wana bikîn yên k udi nav kurdan de bûne dest û tiliyên dijminan û ki eşkere çeperên dijminan bi hêz dikin. Bê guman û şik, destê navxweyî di piraniya terorên Îranê dij bi kurdan heye.

Di vê roja nexweş, serbarê sersaxî li dê û bav û kes û kar, li gele Kurdistanê, ji bo Ramîn, Zanyar û Luqman û giyanbextên HDK ê, daxwaz dikin hemû alî ber bi Kongreya Neteweyî, ber bi bi hêzkirina yekîtiya Neteweyî û Niştîmanî, ber bi damezirandina leşkerekî yekgirtî, program û stratîjeka yekgirtî pêngavan bavêjîn.
Elternatîv ji bo Yekîtiya Neteweyî nine! Bê Yekîtiya Neteweyî êş û azarên me bi êştir û dirêjtir dibe.
Em bawerin ku rêya van cangoriyan wê pir rêving bibe û em dizanîn ku sîstema dagîrkerîyê wê bête têkşikandin. Lê dibe bizanibîn ku yekîtiya neteweyî û bidawîanîna siyaseta deverkî – navîegerî û partayetîya berteng û berjewendîyên kesokî, tek zamin û misogeriya serxistina armanca hebûna Kurdistaneke serbixwe ye.

Li Ser Sêderdanî Ramîn, Zanyar û Loqman. SORANÎ
Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK